Pirsa we û bersîva me – 159

Pirsa we û bersîva me – 159

Xwendevanên delal, wek hûn dibînin malpera me beşa xwe a bi sernavê ”Pirsa we û bersîva me” bi serketî bi rê va dibe. Rêvebira wê beşê nivîskara malpera me Nura Şane ye. Hemû pirsên ku ji redaksyonê ra têne şandin, em ji Nura delal ra dişînin û ew bi alîkarîya redaksyona malpera me bersîva pirsên we dide.

Vê carê Nura Şane bi alîkarîya redaksyona malperê bersîva pirsa malbeta Mikdatê Huseyn da. Ji ber ku pirs derheqa ”Ol û Bawermendîyên li Kurdistanê” ye, emê her carê behsa olekê bikin. Îro beşa derheqa dînê Elewîyan da bixwînin.

 

Pirsa malbeta Mikdatê Huseyn û bersîva Nura Şane

 

Pirs: Em zanin ku li Kurdistanê di hêla ol û bawermendîyan da pirrengîyek heye. Gelo hûn dikarin behsa wana bikin?

 

Bersiv: Me bersîva pirsa we di pirtûka gelekî delal ”Kurd. Efsaneya Rohilatê” da dît. Ev pirtûka delal şîrketa neftê û gazê ya Rûsîyayê ”Gazprom”ê bi naverokeke gelekî xurt û dagirtî bi zimanê rûsî çap kirîye. Ev berhema bêhempa wê di nava demeke kurt da bi zimanên îngilîsî, bi du zaravên zimanê kurdî – kurmancî û soranî çap bibe.

 

DÎNÊ ELEWÎ (QIZILBAŞ)

 

Elewî (qizilbaş) – cimeta olî ya mezin e, ku navbenda wê li çiyayên Dêrsimê ye, jora Ferêt. Ew di nava kurdan û tirkan da hene.

 

Warên belavbûna qizilbaşan piranî li ser axa du dewletan e: li rohilata Tirkîyê (Qers, Erzurum, Mûş, Erzîncan, Sivas, Meletiye, Adane û yên din) û li Îraqê (Li nêzîkî bajarê Kerkukê û li çend deh gundên ku dikevine rohilata Mûsilê, ew gund wek sêgoşeyan li rex herikîna çemên Dicle û Zaba Mezin hatine avakirin). Bi hesabkirinên cuda-cuda, jimara wan li Tirkîyê dike weke pênc mîlyon kes.

Navkirina ”qizilbaş”, ku tam tê maneya ”sersor”, ji naznavê azirî yê zureta Şêxê şiî Safî ed-Dîn – Sefewîyan çê bûye, ku zêdeyî 230 salan (ji sala 1502an heta sala 1736an) li ser hukum bûye. Rengê sor bi wê yekê va girêdayî ye, ku tepeyê tirbanên qizilbaş yên xizmetkarên dîwanxaneya şahên Sefewîyan di rengê sor da bûn. Li ser wêneyê bi destxetên farisî li ser kolayî yê ji Tewrêzê, ku paytextê pêşin yê Sefewîyan bûye, wêneyê serleşker Îskender (Aleksandrê Mezin) û xweşmêrên dîwanxaneya wî hene, ku derketine bona “ava heyatê” bigerin. Kumên Alêksandr û giregirên li rex wî li ser wî wêneyê sala 1524an tam ji nimûneyên Sefewîyan hatine bergirtin, ango kopîkirin. Lê endamên wê cimeta olî dewsa wî navê bona wana xerîb wê bi awayekî din binav dikin: elî-kulî (”xizmetkarên Elî”) û elewî (”elewît” bi eynî fikirê ye), û xwe dihesibandin wek kesên ji zureta îmam Huseyn, kurê Elî ibn Ebû Talib û nevîyê Mihemed pêxember. Pareke qizilbaşên Îraqê xwe bi nav dikin wek şebek. Di dawîya sedsala XX jimara şebekan gihîşte sed hezarî.

Qizilbaş, wek bawermendên ulmê ehl-î heq, xwedî bawerîya Yekxwedêtîyê ne – wehdet el-wucud, bawerîya daxuliqandina Xwedê û jîyana ruhî ya nemir. Lê ewana berevajî ehl-î heq, Elî ibn Ebû Talib dihesibînin wek Xwedayê xuliqî yê sereke. ”Sê Pîrozîyên” qizilbaşan Elî ibn Ebû Talib (Xwedê-bav), Îsa, ango Mesîh (Xwedê-kur), û Mihemed (Xwedayê ruhî, xwedêyê rehetîyê). Xênji van hersê Xwedayan, qizilbaş pênc melekan jî dihebînin – alîkarên Xwedê di dema avakirina cihanê da, hejmara dwenzdeh û çil alîkarên din. Di ulmê şebekan da navên hemû melekên alîkar bi têrmînologîya tirkî hatine nivîsar.

Zimanê ebabetî û merasîmên olî yên şebekan, wek ku yên kurdên elewî yên Anatolîyayê, tirkî ne, lê xebrdana wan ya rojane goranî ye, ku kakaî (nave kurdî yê ehl-î heq) jî bi wî zimanî diaxivin û li rex wan eşîretên Sarli û Becalan dijîn. Sarli beşek ji ehl-î heq in. Eşîreta Becalan pir caran bi nav dikin wek beşeke şebekan, lê ew dikevine nava teşkîla eşîrtîyê û rêberê wan serekeşîrê wan e. Piranîya Şebekan gundî ne, ku xwe ji tu eşîretê nabînin, lê li ser axa seyîdan kar dikin. Seyîd bi esilê xwe va ji zureta Mihemed pêxember û Elî ne, li bajaran dijîn û di nava bawermendan da xwedî qedirekî pir in.

Di sedsalên XVIII-XX belavbûna qizilbaşan li ser axên Tirkîyê û Îraqê tesîr li ser taybetmendîyên wan yên olî kir, ew ji hev ferq dikirin. Mesele, di cil û bergên şebekan da tesîra îslamê pir xuya dikir, lê qizilbaşên Tirkîyê herdem di bin tesîra xaçparêzîyê da bûn. Gorî lêkolînerê firansî M. F. Grenar (1905), ku seredana Asîya Biçûk kiribû, qizilbaş xwesma rûmet didane Meryemê (Maria), lê nîgara Îsa (Mesîh) wek ku di ”Mizgîn”ê (yek ji çar vegotinên Încîlê yên li ser jîyana Hizretî Îsa.- Not a redactor e) da hatîye raberkirin qebûl dikin. Hema bêje eynî tişt lêkolînerê rûs V. Gordlevskîy di sala 1916an da nivîsîye: ”Li warên çiyayî yên Dêrsimê qizilbaş (yên kurd) zarên xwe dişînine dibistanên ermenîyan, û ewana dersên Qanûna Xwedê fêr dibin”4.

Berevajî êzdîyan û bawermendên dînê ehl-î heq, qizilbaş bawerîyê bi hebûna şeytan tînin, ku di giyanê mirovan da bi cî dibe. Ew ê berîya Roja Xilafê ji nav miriyan xuya bibe û bi Îsa (Mesîh) re şer bike.

Di bawermendîyên olî yên qizilbaşan da heta niha jî paşmayînên bawerîyên kevinare xuya dibin, di nav wan da hebandina daran jî. Gorî lêkolînên Gordlevskîy, ”gelek caran cîyê duakirinê ber dareke qedîm e, ku di nava 40 daran an jî di nava daristaneke tam da ne… Qizilbaş li ber darê sond dixun; li ser daran nalên hespan hene, salê carekê li wir dua dikin û qurbanan didin”5. Derheqa hebandin qizilbaşan ya hêzên xwezayê da – Royê û Hîvê – Grenar jî nivîsîye.

Qizilbaş di salê da çend caran rojîyan digirin. Wek şiîyan, ewana rojîyan di meha Muherremê da (meha pêşin a gorî salnameya musulmanan a Hîvê) digirin, bo bîranîna şehîdbûna îmam Huseyn ji destê dijminan; her roja pêncşemê – roja şehîdbûna Elî ibn Ebû Talib (tenê kesên ruhanî rojîyan digirin); di meha sibatê da – bona bîranîna Xidir Îlyas, ev rojî wana ji ermenîyan hildane.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev