EROTÎKA KURDÎ… ZİMAN Û LEYLAN…

EROTÎKA KURDÎ… ZİMAN Û LEYLAN…

Halît Temlî

 

Kêm berhem (teybet bi nivîskî) hene ku bi reng-tevna hunerî meriv li baskên xwe siwar dikin û berê meriv didin dem û dewranan…

 

”Leylan”a Devliken Kelogirî yek ji van berheman e.

Me mar‘a xwendinê li hev birî, li me bû „mêvan“ an em lê bûn „mêvan“…

Me xwe bera nav newalên ziman û çanda Kurdî da, di nav êş, kêf, govend, girî, ken, erotîzma Kurdî  ”nav nivînan” civak, hêvî, “xerîbîstan“, rewşenbîrî, dîplomasî û bê navber ta ku di nav bax û gulistanên gerdûnî-hêş-nêçîra şevan-xortanîya xeşim-şer-Şingal de têra xwe em derketin seyr û seferan, stran û seyranan!

Çi girî û çi ken…..!!!

Geh hûn dibin xortê jîr-zana-„tolaz“ lê kurdperwerekî qerase Loran, geh hûn dibin alîgirê tîma kurd-fitbol-DALKURDê, geh hûn di dilê dosta kurdan Aliceê de ne û an jî derd û kulên Mîro ku ji ber evîna xwe Rewşê revandîye, paşê bûye misilman, li bakurê welatê xwe bi cîh bûye….

 

“Û zeman bû Leylan…”(rûpel 16)

 

Ziman û tevna ziman; çand-felsefe-xeber-pevçûn-pevşabûn-dîrok û tevgera bi her hawayî, jîyan bi xwe ye. Dema ku hûn di nav berhemê de xwe berdidin, hûn bi hêsanî dibînin ku nivîskar xwedîyê van hemû teybetîyan e.

Carnan hûn zarok in, bi xwe ra dileyîzin, car carnan hûn li ba kerîyên pez tiştên „nedîtî“ divên, li ser pişta kerê an li ber tifika şorba nîskan, di nav cîyan an di nav xem û xeyalan, di destê we de telefon-whatsApp-kom sohbet, bayê teknolojî serîli we kirîye “kundir!”

Ruh li we kirîye “çeqilmast”

 

Kêf û kêf her ya we ye…!!!

 

Meriv carnan divê ku ev car berê me li ku ve, em di taht û zinaran re wer nebin gidî! Nivîskar ev hûnandina di tevayîya berhemê de xweş/serketî û bi zanayî bi kar anîye.

Dema ku ev meraq we digire, hew hûn dibînin ku hûn li xerîbistanekê ne, an hûn li qahwa rewşenbîran e, yan hûn li nêçîra şevan in.

An jî di nava birîndar û nexweşên Şengalê de ne…

“….welatîyên bêwelat…“

„…bêdewletî, sendroma hêvîyên Leylan‘ê…“(rûpel 141)

 

Û bi serde jî stranên Miradê Kinê bi hemî erotîzma kurdî ve xemilandî di nava dilê we de gurm û hey gurm e….

„heta ziman negihêje ziman, tu fêr nabî tu ziman!“(rûpel 74)…

 

Ev gurm e gurm, dema xwe digihîne serê sêvên sîng û beran, reh li we germ dibin, çav, dil û aqil didin ber hev!

Carnan li hevin û carnan jî li qada pevşabûyîn ê „şerên giran“ destpêkirin e, de xweda „da kê?“!!!

 

Di van xalan de rengê zimanê kurdî û erotîzma „xwezayî“ di nava jîyan-çanda kurdewarî de tê hûnandin…..

„…hespê kûmêt dîsa bi çar gavî dibeze, weleh, bajooo!”

Nivîskâr yekser “rontgen”a civaka kurd bi dest xistîye… û “bernade!”

 

Ji ber ku civaka kurd xweş nas dike, bersiva xwe pêşin danîye ber xwe; “ma hewce ye ez bibêjim wek her kesekî kurd; ez jî ji hestan pêk têm; Loran alîyê min ê serserî ye, Doktor Dîno alîyê min ê felsefî û dînoke, “qahwa rewşenbîran“ alîyê min ê afîrener e. Sîyabend alîyê min ê pak û paqij, Mîro alîyê min ê bêxwedî û bêxweda, Tahîrê Lorî alîyê min ê serhêldêr û şîzofren, Alice alîyê min ê humanîst û feminal, Cornalia alîyê min ê fahîşe ye.

Sîtav û Esmîna hêvî ne ji bo min (me)… Tîrêj alîyê min ê rûhî ye…

 

Û erotîzmê mîhna „resen û pak î-xwezayî“ya ji çand-kultura kurdan hildibijêre…

„….xwe li hevdu pêçan mîna du maran rapelikîn hev. Her du bedenên har di wê şeva sar de bûn kulmeke ar…(rûpel 293).

 

Helbet ji bo ev hûnandin û reqsa hevok-hestan kurdîyeke qerase divê…

Ev xezîna ziman-felsefa ziman-xemla ruhî-„tolazîya erotîzma ji çanda kurdan û “xwebûn”… Kurd li ba Devliken Kelogirî heye tevli hostatîya hûnerî….

 

Ya herî pêwîst û girîng:

Nivîskar van hemî baran-bahoz-berf-berfîn-stran û govendan ber bi behrekê ve diherikîne, xem û xeyalên wî bi her hawayî tenê ew e;

 

Kurd û Kurdistan….

-de ka ji me re „yara min“ bibêje lo…

Birîndar; “tenê yarekî me heye; ew jî Kurdîstan e“ (rûpel 189)

 

„…min nexwest berhemê tenê li ser eşq-êş û kêfê bihûnim, min xwest alîyê wê yê netewî jî hebe“ (rûpel 287)

 

Ger mîna Leylê ramana min jî bihata pirsîn;

Min ê bigota….

„…erotîzma „xwezayî“ divê „xweş” bête parastin…!”

Hiş û bîrbûna “doxînsistîzm” û aforîzmasîyaseta “li mal mayî”

“xweliserîzm” û reqs û govenda peyvan “xweşzûgotinokîzm” bi serê xwe mîzah û rexnegirîyeke serketî-nûjen e….

 

mîzah;

„…bavê te dîsa ketîye ser ha… zalimo…“

„…ma her şev, her şev…!”

„…vîrüs ketîye Kurdan, ez wan format dikim..,“

„…emrê te sê tirên keran maye…!“

şûjina “beqla” û “aqila” ji hev li ba dixe….!!!

Ev “bênder“ jî ya me ye û esil ya me kurdan e…

 

Neterikînin….!!!

 

Ango:

Leylan „hûn in,

„hûn Leylan in……

LEYLAN EV E…..!!!

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Devliken Kelogirî

Li zanîngeha Beykentê a Stembolê di beşa Sînema-Televîzyonê da dixwîne. Bi esilê xwe va ji Mêrdînê ye. Niha karê sînemayê û televîzyonvaniyê dike. Fîlmekî wî a bi navê "Xof" heye û herweha bi navên "Doxînsistîzm" û "Xwelîserîzm" du pirtûkên wî çap bûne.

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *