Wext diherike, dewr diguhire

Wext diherike, dewr diguhire

Welat Agirî

 

Ji 2010an heya 2020a deh sal li pey hev, yek bi yek hatin û çûn. Herçiqas bona hin kes, mal û malbatan salên zor û dijwar bin jî, ji bo miletê kurd salên bi xêr û ber bûn, erê dema meriv kesp û desketiyên miletê kurd dinhêre, tê dîtin ku salên kêrhatî bûn.

Nizanim hûn jî wek min difikirin yan nafikirin, lê meriv dikare bêje;

  • Kurdên herçar perçên welêt û yên dîasporayê di van salan de, baştir hevdu nas kirin, ew jî bi saya serê înternetê û pêşketina teknolojiyê bû.
  • Bi hezaran pirtûkên bi zimanê me hatin nivîsanidin û weşandin.
  • Kovarên gramera zimên, mizahê, modayê, edebiyatê, saykolojî û dîrokê di nav refên zimên de ciyê xwe girtin.
  • Di qada şanoyê de, kurd ji çarlepkan rabûn li ser lingan.
  • Bi terz û şêweyên nû, muzîka me bi cazîbe û berfirehtir bû.
  • Jimara malperan zêde bûn, eplîkasyonên bi kurdî hatin çêkirin.
  • Di hêla leşkerî de, kurd gelekî pêş ketin, gavên bi hêz û saxlem hatin avêtin. Li rojavayê welêt, hêzên kurda piraniya axa Kurdistanê hildan bin destê xwe û xwe baştir tê de edilandin.
  • Başûrê welêt bo serxwebûnê referandûmek pêk anî, herçiqas serxwebûn bi dest nexistibe jî, di dîroka kurda de, qewmandineke mezin bû.

Belê sal herikîn, buhurîn, ku tenê yadîgar û serhatî ji me re man. Heke emir têrê bike, em ê van deh salên li pêşiya xwe jî bibînin.

Lê tirsa min ew e, dibe ku kurd di sala 2031an de, yanî deh sal şûn de, wek roja îro biqezenc û destkeftî nebin.

Lewma bi pêşketina teknolojiyê ve dinya dibe wek gundekî, ku di vî gundî de miletên piçûk û bêtevdîr nikarin xwe biparêzin.

Gorî gotina zimanzanan 50-60 sal şûnda hebe tunebe, wê sed ziman bimîne li ser rûyê dinê, bi awayekî din nêzîkê 6000 ziman dihelin, winda dibin.

Îhtimaleke mezin e, ku zimanê me jî di nav yên helandî de be. De êdî ya bi xêr. Yan em ê bi xîret û xebata îro berê xwe bidin rojên şadî û serfiraziyê, yan jî em ê di vê dinya global de av û av herin.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Welat Agirî

Zanîngeha Uludagê (Bursa) da zanîst ( science) xwand. A niha mamostetiyê dike

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *