Nameyên evînî – 115

Nameyên evînî – 115

Xwendevanên delal, em beşa xwe a bi navê “Nameyên evînî”, bi rêberîya nivîskara malpera me Nura Şane berdewam dikin.

 

Hûnê di nivîsên Nurayê da evîna ser asta bilind, paqij, wek ava çavkanîyan zelal hîs bikin, a here giring jî, bi zimanê dayîkê.


Belkî dijwarîya here mezin di vê beşê da ev be: -Emê çawa bikin ku evîna mezin û erf-edetên kal û bavan li hev bikin, bi hev ra bikemilin û rêya xwe a bextewarîyê bibînin?

 

Hêvîya me di çareserîya vê pirsê da ew e, ku evîna mezin herdem rast e, madem rast e, gerekê bi ser keve.

 

Em îro nameyên evînî çap dikin, ku ji Nura Şane a delal ra hatine şandin. Ew ne tenê bi pênûsê hatine nivîsar, lê bi dil, ruh û hîsan va jî.

 

¤¤¤

Herdem û her deran difîkirim ku Nura min bi min ra bûya, wê çawa bûya û herdem jî weke ku xwîna laşê min a kevin derdikeve û xwîneke nû tê.

 

¤¤¤

Xwedê dikare emirê min ji min bistîne, Ezrahîl dikare ruhê min ji min bistîne. Lê tu kes nikare Nura min ji min bistîne. Û bira haya Xwedê û Ezrahîl ji wan hebe, ku min emirê xwe jî, ruhê xwe jî daye Nura xwe. Bira berê xwe nedine min.

 

 

¤¤¤

Tirsek: ji evîna te dilê min bisekine.
Pêşnîyarek: Di evîna xwe da bêtirs be.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev