Prince Charles pêşwazî li Koma Muzîkê ya Êzîdîyan kir

Prince Charles pêşwazî li Koma Muzîkê ya Êzîdîyan kir

Keç û xortên Êzidî yên ji DAIŞ’ê rizgar bûne muzîka xwe nûjen dikin

 

Dema ku li sala 2014an çekdarên tundraw yên DAIŞê êrîşî herêma Êzidîyan Şengalê kir, ew hewildanek bû, bo nehêlan û jinavbirina pêkhateya Êzidî, ku pêkhateyek etnîkî ya kêmanî ye, ku hezaran sal in, li çîyan dijîn.

Navenda Nûçeyan – Di êrîşa DAIŞê de hezaran jin û zaro hatin revandin û hezaran zilam jî hatin kuştin, armanca DAIŞê jî holê rakirina dîrok û kultura Êzidîyan bû.

Lê niha projek nû ji alîyê sazîya AMAR û bi alîkarîya hikûmeta Brîtanî hatîye destpêkirin bi armanca ku xort û keçên Êzidî fêrî muzîka wan ya resen û kevnar bikin û cardî wan li ser wê muzîkê perwerde bikin.

Tê texmîn kirin ku dîroka muzîka Êzidîyan vedigere bo 5000 – 7000 salan, her çende hê jî bi şêweke akademî nehatîye tomarkirin û parastin.

Weha rahatîye ku stiran û kilamên Êzidîyan ji nifşekî bo yê din bi şêweyê zardevî hatîye veguhastin û heta niha nêzî 500 stiran û perçên muzîkê hatine parastin û rizgar kirin.

Sazîya AMAR heta niha zêdetirî ji 100 parçên muzîk û stranên taybet yên Êzidîyan tomar kirin, ji wan li Lalişê mezargeha pîroz û serekî ya Êzidîyên cîhanê ku li nêz bajarê Duhok û bajarokê Atrûş e li Herêma Kurdistana Îraqê, herwiha AMAR serdana kampên penaber û koçberan kirîye ku niha 10 hezaran Êzidîyên ji fermana DAIŞê rizgar bûne li kampa û gundewarên Duhokê, Hewlêrê, Silêmanîyê û Mûsilê dijîn.

Muzîkjenê Kemanê Michael Bochmann kora muzîkê ya xortên Êzidî destek kir û li Londonê çalakîya muzîkê bo wan rêxist, û heta wan muzîka xwe li seraya Şahane li Londonê pêşkeşî Prince Cêgir Charles jî kir.

Bochmann dibêje “muzîka Êzidîyan zêde giring e bo zindîmana çanda wan” û texa civakî ya Qawalan wê muzîkê diparêzin û niha tenê 16 ji wan mane.

Xort û keçên Êzidî li ser aletên Tenbûr û Defê muzîka xwe fêr dibin, di nav da Rênas keça Êzidî heye, ya ku tevî 10 hezaran jin û zarokan bi destên DAIŞê li sala 2014ê hatibûn revandin.

Rênas 14 salî bû dema DAIŞê ew girtibû, sê caran DAIŞê kirîn û firotin li ser wê pêkanî bû, kiribû koleya seksî, lê ew sala 2017an ji destên DAIŞ’ê hat rizgar kirin, lê wê keçek hebû, dema malbata wê pare weke serane dabûn çekdarên ku ew revandibû, wî çekdarî red kir ku keça Rênasê bide wê.

Rênas dibêje, muzîk we dike, ku ew wehşîyeta berê ya di dema di nav destên DAIŞê da bû jibîr bike”Ez dixwazim ev alîkarî dom bike, ji ber vî projeyî, me hêvîya xwe hinda nekirîye, eger ku alîkarîma bihê berdewam kirin, emê xwe radestî qederê nekîn”.

Prince Charles pêşwazî li Koma Muzîkê ya Êzîdîyan kir.

Mîrzayê Gallerê Charles li Londonê, li Dezgeha Xêrxwazî ya Clarence Houseyê pêşwazî li Koma Muzîkê ya Êzîdîyan kir.

Hat ragihandin ku Koma Muzîkê ya Êzîdîyan serdana Clarence House kirîye û li Weistminater Abbey û Navenda Gişti ya Balyozxaneya Brîtanyayê gerîyane û li wir performansek nîşan dane û stranên bi Kurdî gotine.

Endamên komê piştî serdana xwe bi Mîrza Charles re hevdîtinek kirin.

Prince Charles piştî performansê, yek bi yek bixêrhatin da endamên komê û ji ber performans û serdanê kêfxweşîyên xwe anîn zimên.

PeyamaKurdDengê Amerîka

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev