Xewna min

Xewna min

Sultan Arslan

Ji destpêkê ve em dizanin û têgihîştine ku her kes cûda ye, her mejî cihêwaz e, û her jiyan jî pir reng e. Ji ber vê yekê, bi her rewşê re girêdayî, zanîna me têrê dike û em dikarin li ser kesan û li ser jîyanê şirove bikin wateyek li gor xwe bibînin
Ji bo ku wan têgehan em li gor xwe rast şirove bikin, hewce ye ku meriv têgehê û ezmûnên mirov fêr bibe û analîz bike.

Gelek tişt jî hene şirovekirina wan zehmet e. Carna astengîyên nedîyar derdikeve pêşiya merivan. Carna em nizanin çi li me tê em aciz dibin, çi me dilşad dike, çi me stres dike, çi li me dike em xemgîn dibin û di çi rewşê de em bi hêrs dibin.

Em nikarin sedeman peyda bikin. Îcar dixwazin yekî din alîkar be. Xewn jî dikeve di nav wan kategorîyan ku carna nayê şirovekirin û tengasîyan ava dike.

Kêm şev hene ku ez xewnan nebînim. Xewnê min bi rastî jî balkêş in û ez carna li ser difikirim, çi bûye û dê çi were pêşiya min. Carna pir tengasî dikişînim ji bo şirovekirina xewnê xwe û carna hema dixwazim yekî bibînim xewna xwe rave bikim. Pişt re guhdarî bikim ka yên din çi şirove dikin.

Tê gotin ku di şirovekirina xewnan de teorîya hevbeş tine. Lê belê li gor gelek zanyar û derûnnasan xewn binehişê merivan e. Meriv çi hizir dike û çi fantezî dike bi awayekî tê xewna merivan. An jî meriv çi jîya be bi rengek û awazek din meriv di xewnan de dibîne.
Ez dixwazim şirove û penaseya li ser xewnan bihêlim alîyekî. Ji ber ku armanca min ne penasekirina xewnan e. Lê belê ez dixwazim xewneke xwe ya ku berî demekê min ditîbû, binivîsînim û hêvî dikim bala we jî bikîşîne.

Min di xewna xwe de dît ku ez diçim doxtor û li gel doxtorê xwe diaxivim. Zimanê ku ez pê re diaxivim danîmarkî ye. Di nav xewna min de ez tenê me û di nav malek de tenê dijîm.
Doxtorê xwe re dibêjim, alîkarîya min bike. Doxtor ji min dipirse nexweşîya te çî ye?
Ez dibêjim, doxtor, ez ne nexweş im lê belê dixwazim bimrim . Ez ketime bextê te û alîkarîya te dixwazim ku tu dermanek bidî min da ku ez bê êş bimrim. Doxtor ji min dipirse, bi rastî tu amadeyî û dixwazî bimrî? Ez dibêjîn, erê doxtor ez dixwazim. Doxtor dîsa dipirse, bi biryara xwe re ez seda sed im. Belê dibêjim doxtor, seda sed min biryar daye.
Îcar doxtor dibêje baş e. Ez dikarim derzîyek li te bidim û piştê derzîyê tu yê biçe mala xwe. Di nava 24 seetan de tu yê bimrî. Ez dibêjim doxtor tu dilnîyayî ku ez ê bê êş bimrim. Erê dibêje doxtor, seda sed ez dizanim ku bê êş tuyê bimrî.
Ez û doxtor lihev dikin û ez dibêjim; Baş e doxtor dest pê bike.
Doxtor derzî li min dide û ez têm mal.
Li benda mirina xwe me. 24 seet derbas dibe lê ez namirim. Neçar dimînim doxtor re telefon dikim û dipirsim. Doxtor waye ez dijîm ka te gotibû ez ê di nava 24 seetan de bimrim.
Doxtor dibêje, ez lêborînê dixwazim, min derzîyek xelet li te xistîye û ew derzî jî tesîra xwe heye û eynî ye, lê mixabin hefteyek dikişîne û di nav hefteyekê de dikuje.

Îcar ez aciz dibim û dibêjim çawa dibe, tu derzîyek din li min didî. Ez ê çawa hefteyek li benda mirina xwe bim ev çi bela ye te da min. Doxtor dîsa lêborîna xwe dixwaze û dibêje, tiştek din nikarim bikim.

Ez poşman dibim û dibêjim doxtor ez naxwazim bimrim. Li bexta te ketime alîkarî ya min bike. Doxtor dibêje, ez nikarim alîkarî ya te bikim û derzîyek din tine ku te xelas bike. Îcar ez zêde aciz dibim dest bi gotinê ne xweş dikim. Doxtor dibêje. Mafê te tine tu gotinê ne xweş li min dikî.
Ez dibêjim baş e ez ê şîkayet bikim. Doxtor dibêje helbet mafê te heye tu gilî bike, lê ez bawer nakim tu bigîhîjî gilîya xwe. Ji ber ku wext pir kurt e. Îcar ez zêdetir bi hêrs dibim û gotinê nexweştir dikim. Doxtor telefonê li ser min digire.

Ez difikirim çi bikim. Dibe ku alîkarî hebe. Ez nexweşxaneyê re telefon dikim û derdê xwe ji wan re rave dikim. Doxtora ku li nexweşxwanê ye û ez pê rê diaxivim derket ku eynî doxtor e, derzî li min daye. Ez dibêjim bo çi tu li wê derê yî? Doxtor dibêje, ji ber ku îşev dora min e. Ez zêdetir bi hêrs dibim. Lê doxtor dibêje, aram be û min bi te re berê axaftîye û hemû tiştê ku bê gotin min ji te re gotîye.
Ez dest bi nifirên girantir dikim û qêr û gazinan dikim û bi qirîyan ez ji xewê radibim. Heta têm serxwe demek derbas dibe. Dibînim ku xewn e û ez dijîm.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev