Duzen Tekal: Almanyayê ji ber fîlma min 1000 jinên Êzidî wergirt

Duzen Tekal: Almanyayê ji ber fîlma min 1000 jinên Êzidî wergirt

Tora Medyayî ya Rûdawê bi rêya hevkara me ya li Almanyayê Ala Şalî, hevpeyvînek bi wê çalakvan û nivîskara Kurd re kirîye û wê jî bersiva pirsên Rûdawê daye.

Navenda Nûçeyan a ”Rûdaw”ê– Duzen Tekal, jina çalakvan û nivîskara Kurd ku li Almanya dijî,  karîgerîyeke berçav hebûye li ser biryara şandina hevkarîyên ji alîyê hikûmeta Almanyayê ve bo Kurdên Êzidî û hêzên Pêşmerge.

Duzen Tekal piştî sala 2014an belgefîlemek bi navê, ‘Hawar… Geşta min bo cînosaydê’ çê kir, hikûmeta Almanyayê biryara wergirtina 1000 keçên Kurdên Êzidî da. Tekal herwiha yekemîn kes bû ku dîdarek li gel Nadya Muradê kir û çîroka wê keçê nîşanî cîhanê da.

Duzen Tekal xwedîya projeya hevbeş e li gel hikûmeta Almanyayê ya bo hevkarîya bi sedan keçên Kurdên Êzidî yên rizgarbûyên destê DAIŞê.

Tora Medyayî ya Rûdawê bi rêya hevkara me ya li Almanyayê Ala Şalî, hevpeyvînek bi wê çalakvan û nivîskara Kurd re kirîye û wê jî bersiva pirsên Rûdawê daye.

Rûdaw: 6 sal berî niha tu yekem rojnamevan bûyî ku bo medyaya Almanyayê çûye Herêma Kurdistanê û li wir te bernameyek li ser komkujîya Kurdên Êzidî ji bo teelvîzyoneke Almanyayê pêk anî. Tu dikarî behsa wê serdana xwe bikî?

Duzen Tekal: Rast e, ez yekem rojnamevana Almanyayê ya bi regez Kurdên Êzidî bûm. Ez vê yekê bi taybet bi nav dikim, ji ber ku roleke mezin hebû. Wê demê kesê guh nedidayê ku çi rû dide? Vê yekê jî ez han dam ji bo ku biçim Herêma Kurdistanê, yek ji zehmettirîn demên jîyana min bû heta îro, ew dem gelek metirsîdar bû. Tebaxa 2014an dema wêneyên Şingalê li cîhanê belav bûn, DAIŞê Jamed Fully (rojnamevanê Brîtanî) serjê kir û du hefte piştî wê vegerîyame Kurdistnê. Ji ber ku min nedikarî çavên xwe bigirim û tenê temaşevan bim, li gel bavê xwe vegerîyam. Ew cihê balkêşîyê bû ji bo min, yekem car bû diçûm cihekî ku şer tê de heye, yekem car bû ku serdana Kurdistanê bikim. Wê dema li Hewlêrê peya bûm ji bîr nakim. Yekem car bû ku min didît li ser tabloyeke rê bi Kurdî hatibû nivîsandin ber bi Mûsilê ve. Hemû laşê min dilerizî, ji ber ku min digot çi rû dide, eger DAIŞ me bigire. Em bi otomobîlê bi heman rêyê çûn ku DAIŞ tê re diçû. Dema min koçber dîtin, min tirs dît. Wan dîmenan hemû jîyana min guherand.

Te karî raya giştî ya Almanyayê biguherî û te bi hurgûlî behsa kuştin û kirîn û firotina jin û zarokên Êzidî ir. Herwiha tu yekem kes bûyî ku te hevdîtin li gel Nadya Muradê pêk anî. Çend girîng bû ku medyaya Almanyayê behsa wê komkujîyê bike û raya giştî agahdar bike?

Eger mirov bi çavê xwe tiştekî nebîne, tênagihije ka çi rû daye. Ji bo min dîyar bû ku me pêwîstî bi wêne, bi nîşandana wê êşa li ser rûxsarê xelkê, bi çîrok û serpêhatîyê wê xelkê heye. Nadya Murad yekem jina rizgarbûya ji destê DAIŞê bû, li ber kamerayan û bêyî xweveşartinê behsa serpêhatî xwe bo min kir. Bi vê tabûyek şikand, min jî tabûyek şikand bi nîşandana wê, ji ber ku di çanda me de kesên weke Nadya Murad rastî destdirêjîyê hatine, nabe bên nîşandan. Tişta ez gelek hêrs kirim ew bû ku medyayên Almanyayê dema behsa tawanê dikirin, qet behsa qurbanîyan nedikirin. Me nedizanî çi bi serê wî xelkî de hatîye. Ew bo min girîng bû hem behsa wan terorîstan bikim û hem jî behsa qurbanîyan bikim, lêbelê ji wan girîngtir, wêneyek û rûxsarek bû bo qehremanîya wan jinên qurbanî, wan bêdengî şikand. Di wê demê de, fîlma dokumênterî ya ‘Hawar…. Geşta min bo cînosaydê’ nû çê bûbû, lê ne tenê ew hemû hatin kirin, li Kurdistanê jî gelek hevkarîya min hat kirin ji bo ku dokumênterîya xwe pêk bînim.

Piştî vegera xwe te dest bi kempînekê kir ji bo agahdarkirina  civaka Almanyayê ku çi rû daye, te çawa ev pêk anî?

Eger em wek çalakvanê mirovî, erkekî me hebe, ev erk ev e ku divê peyvên me bihêz bin, em xelkê wî welatî ne, em li vir bûn, me karî ji wan re behsa wan çîrokan bikin ku xelkê vir jê agahdar nebûn. Min hemû babetên xwe kom kirin, paşê min bi çavê xwe yê almanî û Kurdî û Êzidî hewl da ku bihînim bîra xelkê ku çi rû daye. Min got, eger em bixwazin alîkarîya wî xelkî bikin, divê em berpirs û biryarderên hikûmetê agahdar bikin. Tevî ku asan nebû, lê belê em berdewam bûn û me neraswestîyan. Pêwîst e bêjim ku hikûmeta Almanyayê gelek xemxorê wê pirsê bûn, dixwestin bizanin li wê derê çi diqewime. Dema ez vegerîyam, di pêwnedîyeke gelek bihêz de bûm li gel sazîyên ewlehîyê yên vî welatî (Almanya), derbarê wan DAIŞên ku vedigerîyan, derbarê gorên bikom de. Wê demê hemû bûyer di destpêkê de bûn, ti kes bawer nedikir ku çi qewimîye, ez wek rojnamevaneka Almanî , min li Kurdistanê wêne girtibûn, bi wan babetên ku ez vegerîyam, tenê ji bo televîzyona xwe balkêş nebûm, lê belê ji bo hemû sazîyên ewlehîyê yên Almanyayê û bo berpirsên hemû partîyan, balkêş bû. Gelek baş tê bîra min, dema ku ji herêma Baden Vortemberg ve Dr Michael Blomer telefona min kir, got, birêz Tekal îro di nûçeyan de beşek ji raporta te hat weşandin, gelek ji biryarderên hikûmeta me ew dîtine, Serokwezîr Krîçmar biryar da ku hezar jinên Êzidî bîne Almanyayê. Ev mînakek e, ji bo ku em bizanin em çi qasî bihêz in, her kesek ji me dikare çi qas bi bandor be, eger bawerîya me bi karê me hebe.

Berî sala 2010 te rêxistina Hawar Help damezrand û li gel Wezareta Aborî û Kar a Almanyayê jî kar dikin, hûn dikarin çi bo Kurdên Êzidî bikin?

Em li gel Wezîrê Geşepêdanê Dr. Muller, me projeyek heye bo jinan bi navnîşana “Vegera Bo Jîyanê”. Em alîkarîya wan jinan dikin ku ji destê DAIŞê rizgar bûne, daku bikarin jîyaneke nû destpê bikin, li wê derê me kursên dirûmanê û hejmarek kursên din hene, lê belê ew wek min û te dixwazin kursên kompîyuter û zimanê îngilîzî ji wan re bihê vekirin. Me gelek karên din hene, biryar e em hejmarek projeyên din jî vekin, em dê navenda jinan li kampan zêde bikin. Em dixwazin li gel biryarderên Hikûmeta Herêma Kurdistanê kar bikin.

Fîlmekî te yê dokumterîyê derbarê Necle Meto pêk anî, li gel Necleyê hûn çûn Herêma Kurdistanê û Şingalê. Peyama wê dokumenterîya te çi bû û piştî 5 salan dikarî çi bi hikûmeta Almanyayê bêjî?

Fîlma min li holekê hat nimayişkirin ku gelek ji biryarderên vî welatî (Almanya) li wê derê bûn. Min xwast bînim bîra wan ku komkujî bidawî nehatîye. Yak u we dît, fîlmek nebû, lê belê rastîyeke tal bû. Min xwast nîşan bidim ku ew xelk hêj bêhêvî ne, hêj gelek kar mane ku divê bêne kirin. Divê em hevkarîya wan bikin daku mafên xwe werbigrin, çimku bi tenê ew nikarin bigihin dadmendîyê.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev