Tevgelê Şerê Wetenîêyî Mezin Xidirê Abas Alîyev (1909-2000)

Tevgelê Şerê Wetenîêyî Mezin Xidirê Abas Alîyev (1909-2000)

Di vê nivîsa diltazîn da nevîyê şîrhelal behsa wê yekê dike,

ku çawa kalikê wî çûye şêr, welatê xwe diparêze, lê dema vedigere,

dibîne ku bi fesadîya û şerletanîya xêrnexwazan û desthilatdarên dewletê yên bêbext

malbeta wî ji Gurcistanê sirgûnî Qazaxistanê kirine.

Ev jî nimûneyek e, ku qederê û nemaman ecêbên çiqas giran anîne sere miletê me.

 

Aladînê Elî Mustefayev

 

Hilbet, şer zelûlî ye, xemgînî ye, tirs e, hilweşandin û mirin e. Her deman şer xem kirîye dilê miletan û dewletan, her der xirab kirîye û hilweşandîye.

Şerê Wetenîêyî Mezin bû xurê 50 mîlyon merivên topa dinyayê. Ez dixwezim îro nasîya we bidime yek ji tevgelên wî şerî Xidirê Abbas Alîev. Ew ji destpêkê heta dawîya şêr di nava agir-alava bo serketinê derbaz bûye. Ewî di wan salan da ewqas zelûlî û zulm dîtîye, ku eger nivîskar bûya, wê çend cilde kitêbên balkêş binivîsîya, çap bikira.

Di mehên şêr yên pêşin da xidir herdem êrîş dikir û pêşda diçû, di bin gulleyên dijmin da bi mêrxasî şerê man û nemanê dikir, tirs û xof dikir dilê dijminê devbixwîn. Jib o mêrxasîya bêhempa di tîrmeha sala 1941ê da ew bi ordena Alaya Sor hate xelatkirin. Di wan rojan da xelateke wisa navdar para kêm kesan diket.

Xidirê Abas sala 1909an li maleke kurdan, li gundê Coldayê, navçeya Aspîndzê, Komara Gurcistanê ji diya xwe bûye. Di malbeteke sade da, ku bavê wî pale bû, mezin bû û hate perwerdekirin. Xênji wî, di malbetê da sê xûşk jî hebûn: Kiraz, Kubar, Almaz û birayê biçûk Kaîm. Hema li wî gundî dibistana heyştsale ya bi zimanê gurcî xilaz kir, kete zanîştgeha agrarîyê.

Sala 1939an, dema xortekî genc bû, birine leşkerîyê. Tevî şerê bo rizgarkirina Fînlandîyayê bû. Piştî leşkerîya sê salan, vegerîya mal, lê piştî du rojan destbi Şerê Wetenîêyî Mezin bû. Xidirê Abbas di wî şerî da tevî rizgarkirina Moskvayê, Lênîngradê, Odêssayê, Sêvastopolê, Kîêvê, Stalîngradê, Bêlgradê, Bûdapêştê, Vîênnayê, Kyonîgsbergê, Varşavayê, Pragayê û bajarên din bû.

Xidirê mêrxas di bin serokatîya marşal Jûkov û general Vatûtîn tevî azadkirina Moldavîyayê, Rûmînîyayê, Hûngarîyayê, Çêxoslovakîyayê, Fransayê, Ûkraînayê û bajarê Bêrlînê dibe.

Armanca Xidir a sereke, wek ku ya hemû merivên Sovêtîyê, rizgarkirina welêt bû.

Sala 1942an di lingê xwe da birîndar bû, lê sala 1943an gulleya dijmin ya xedar li sere wî ket. Piştî wê seqetîya dereceya pêşin dane wî. Lê bi wan birînên xedar va jî şerê dijminên xwe dikir. Şerê wî yê dawî bo rizgarkirina Bêrlînê bû û li wir jî Serketina welêt pîroz kir.

Pey xilazbûna Şerê Wetenîêyî Mezin wî 4 salan karê careke din şênkirin û avakirina welêt bû.

Sala 1949an ew bi gelek xelatên dewletê va vegerîya gundê xwe – Colda Gurcistanê. Li vira pê hesiya, ku malbeta wî sirgûnî Qazaxistanê kirine. Ji ber ku pereyên wî tunebûn, wî şev û roj li xwe kire yek, her cûre kar kir, bo bikaribe here Qazaxistanê nav neferên xwe. Pişt rat ê bajarê Esikê, rastî diya xwe Selwîyê û xûşka xwe Almazê tê. Birayê biçûk û du xûşkên wî ne li wir bûn. Ji ber ku birê wî Kaîm ji şêr venegerîya, bêy ser û berate winda bû, Kîraza xûşka wê mêr kiribû û li Gurcistanê mabû, lê xûşka duduyan – Kubar ji nexweşîyê û xelayê wefat bû. Di malbetê da heta îro jî hîvîya vegera birayê biçûk in.

Xidirê Abas sala 1967an bi malbeta xwe va ji Êsikê cîguhastî gundê Akbastaûyê, navçeya Yênbêkşîkazaxê dibe û li wir dihêwire. Di nava gelek salan da him karê dewletê dike, him jî bi heywanxwedîkirinê û xwelîbêcerkirinê va mijûl dibe. Lê ya here sereke jî, zimanê xwe, erf-edetên kal û bavan jibîr ne kir. Ewî zargotina miletê xwe – serpêhatî, efsane, têderxistinok, gotinên pêşîyan û stiranên gelêrî xweş zanibû.

Xidirê Abas Alîyev gelek caran xelat û pêşkêşên dewletê sitendine.

 

Bi Fermana Sedirtîya Şêwra Terebilind ya YKSS ew bi van pêşkêşan va hatîye xelatkirin. :

 

  • 23ê sanê sala 1942an bi biryara Komîya Navbendî ya kanînavê di YKSS da here hurmetlî – rxasê Yekîya Sovyet dane wî.
  • gulanê sala 1945an xelata «Bona Serketina himberî Almanîyayê di Şerê WetenîêMezin da di salên 1941-1945 da.»
  • 11ê adarê sala 1985an bi ordena «Şerê Wetenîya dereceya» va hate xelatkirin.

 

Ji navê Serokkomarê Qazaxistanê 

Belkî qeder e, ku xelata xwe di roja Newroza me da sitendîye: 

  • 21ê adarê sala 1995an bi mêdala «Pêncî salên Serketina di Şerê Wetenîyê yê Mezin di salên 1941-1945an da »

 

Xidirê Abas Alîyêv 10 zaro mezin kirin û perwerde kirin: 5 kur, 5 keç û 28 nevî. Hemû zar xwedî xwendina bilind û navîn in. Ewî zarên xwe bi ruhê welatparzîyê û hezkirina di hindava miletê xwe da perwerde kirin. Ew bo zarên xwe bavekî bêhempa û kalekî dilovan bû bo nevîyên xwe.

Xidirê Abas Qazaxistan dihesiband welatê xwe yê duduyan.

Bîranîna derheqa Xidirê Abas Alîyev da wê herdem di dilê wan kesan da bimîne, yên ku wî nas dikirin û wî kesê xêrxwaz û maqûl hez dikirin.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev