Kurd li Rojavayê Kurdistanê bê vîzyon in!

Kurd li Rojavayê Kurdistanê bê vîzyon in!

Şeyhmus Özzengin

 

Tirkîye li Surîyê sîyaseteke piralî û pir armanc dimeşîne. Armanca Tirkîye a sereke ew e, ku li Sûrîye Kurd hene. Ji bona ku Kurd nebin xwedî destkevtin, hemû rê û rêbazan bikar tîne. Tirkîye, hemû pergalên ku li Sûrîye bikar tîne, di xizmeta sîyaseta Tirkîye a pêşîlêgirtina destkevtinên kurdan e. Ev helwesta Tirkîye a li henber kurdan, stratejîya Rûsîyayê ya li Sûrîye asteng dike. Ev jî li hesabê Rûsîyayê nayê.

Tirkîye her çiqa PYD û YPG bike sebeb jî, armanca wê pêşîlêgirtina destkevtinên kurdan û têkbirina kurdan ya siyasî bi xwe ye. Ji ber vê armancê, Tirkîye dixwaze her li ser axa Sûrîye destê wê xurt bimîne.

Tirkîye, argumanên ku bikar tîne yek mijara “penaberên Sûrîye” ye. Vê mijara penaberên Sûrîye li henber Yekitîya Ewrûpayê (YE) bikar tîne.

Ya din jî guhertina demografîya Başûrê Rojavayê Kurdistanê ye. Tirkîye di vî warî de tahrîbatên mezin li ser deverên ku di destê xwe de girtîye, pêk anîye û pêk tîne. Heta niha bi sedhezaran bîyanî li ser ax û milkên kurdan bicîh kirîye, ku Kurd di pêvajoka çareserîyek sîyasî de, pir ax di destê wan de nemîne û li ser maseya giftûgoyê Kurd zeîf bikevin.

Turkîye di pêvajoka projeyek sîyasî ji bona Sûrîye de, ji bona ku li Sûrîye xwedî rol û bihêz be, du pergalan bikar tîne. Yek têkilîyên xwe û piştgirîya xwe dide hêzên opozîsyona Sûrîyê (ku ev hêz hemû hêzên wekaletê û tundrew in) ku bikaribe di dema çareserkirina programek sîyasî li Sûrîyê, van hêzan ji bona armancên xwe (dijminatîya Kurdan) bikar bîne.

Turkîye hebûneke xwe a leşkerî û dagirkerî li Sûrîye her dihêle, ku bikaribe bi vê rêyê jî pêşî li kurdan bigire.

Helbet ev armancên Tirkîye ne. Lê ev sîyaseta Tirkîye li Sûrîyê li ber têkçûnê ye. Roj bi roj nakokîyên navbera Rusîyayê, Îranê û Tirkîyê berbi sertbûnê ve diçin. Ji bona Tirkîyeyê pêvajoka Astanayê ketîye bin bandorek xerab. Di dan û stendinên dîplomatîk de ev pirsgirêk nayên çareserkirin. Cîh bi cîh ev sertbûn dikeve asteke operasyonên leşkerî jî û Sûrîye û Tirkîye tên henber hev. Lê bi raya min ev nayê wateya ku wê Tirkîye û Sûrîye wek du dewletan di nav şerekî rasterast kevin. Tirkîye helwesta Sûrîyê û Rûsîyayê baş dizane. Ji ber wê jî blofan dike. Rewşa Tirkîye li Sûrîyê ne ew e ku bi hêzên Rejîma Sûrîyê û Rûsîyayê re têkeve nav şerekî berfireh. Ji ber ku wê ev şer li ser axa Sûrîyê raserî rewşa Îranê û Rûsîyayê jî têxe bin bandorek neyênî û wê bandorek neyênî li ser têkilîyên Tirkîye, Rusîyayê û Îranê jî çê bike.

Bi raya min; hêzên artêşa Sûrîyê bi Rûsîyayê re wê êrîşên Tirkîyê bidin sekinandin. Wê Tirkîyê bi bêdengîyek mecbûrî van serkevtinên Rûsîyayê, Sûrîyê û Îranê li derdorê Minbiç û İdlibê qebûl bike. Ev jî wê li gor berjewendîyên Rûsîyayê û Îranê be. Bi vî haweyî, ji bona demekê wê kirîzê navbera Sûrîyê, Rûsîyayê û Tirkîyê bêt taloqkirin. Ji ber hin Rûsîya û hin jî Tirkîye naxwazin li ser axa Sûrîye bên henber hev. Ji bo wê jî, ji vê krîzê Minbiç û İdlibê zêde guhertinên mezin dernakevin holê.

Di derheqa van tevlihevîyên li İdlibê Pentagon jî daxûyanîyek (13.02.2020) da. Daxûyanîya Pentagonê jî vê dipejirîne. Di daxûyanîya Pentagonê de jî eşkere dibe ku ne şerê navbera du dewletan, “operasyonên artêşa Sûrîye li dijî terorê” tên meşandin. Pentagon eşkere van operasyonên Rûsîyaê û artêşa rejîmê li derdorên İdlibê dipejirîne. Ev daxûyanîya Pentagonê ku dibêje; „Li vir şer tineye. Li gor hevpeymana Soçîyê, her kes berpirsîyarîya xwe tîne cîh. A din jî ev operasyonên artêşa Sûrîê, li ser axa xwe li henber hêzên terorê dimeşîne li gor hevpeymanên Soçîyê dimeşe.“

Hêzên HSD û YPG bê vîzîyon vê rewşa pêşveketina Rûsîyayê û hêzên rejîmê temaşe dike. Ji ber ku di navbera du aktorên wek Rûsîyayê û Emerîkayê de, berê wan ji Emerîkayê bêtir ber bi rejîma Sûrîye de ye. Ev jî sîyaseta Qendîlê bi xwe ye. PKK naxwaze ku HSD û YPG li henber Rûsîyayê, Îranê û rejîma Sûrîyê li gel Emerîka cîh bigire. Berê wan her berbi rejîmê de, van têkilîyên xwe wek tehdît li henber Emerîkayê bikar tînin. Ev sîyaseta PKK li ser axa Başûrê Rojavayê Kurdistanê, sebebek ji têkbirina kurdan bi xwe ye li vî beşê Kurdistanê.

Divê Kurd vê rewşê baş bixwînin û li gor wê helwestek hevgirtî û netewî deynin ortê, xwedî hedef û programek hevpar bin, xwedî vîzyon bin, ku bikaribin li henber van pîlanên Tirkîyê, Rûsîyayê û rejîmê têk neçin. Ev jî divê ne li angora berjewendîyên hizbî, li gor berjewendîyên Kurd û kurdistanî, helwestek hevpar û rêzgirtî ava bikin. Heta niha ev gav li gor daxwazên PKK, li gor berjewendîyên têkilîyên PKK dimeşin û PKK van gavan li gor têkilîyên xwe ku balansekê bide tevgera Kurd, li Başûrê Rojavayê Kurdistanê dimeşîne.

Divê xebatên hevpar û hevgirtî ji vê asta ku PKK dixwaze derkevin û li gor berjewendîyên Kurdên Başûrê Rojavayê Kurdistanê dîzayn bibe.

Wêne: Ferîd Mîtan

Riataza

 

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev