Weqfa Mezopotamyayê, Xebatên Zimanî û Komxebata Kurmancîyê

Weqfa Mezopotamyayê, Xebatên Zimanî û Komxebata Kurmancîyê

Li ser Rêbera Rastnivîsînê heta niha gelek nivîs hatin lêkirin, ev tiştekî gelek baş e, hemû nivîsên ku hatine lêkirin, li ber destê me ne, em wan yek bi yek dixwînin û guh didin wan. Lê hinek nivîs jî hene, ji naveroka xebatê dûr dikevin û bi nîyeteka nebaş tên lêkirin. Nivîsa Husein Muhemmedî ya ku ji heşt beşan pêk tê û qala pênc binbeşên rastnivîsînê dike û yek ji wan nivîsan e ku beşdaran sûcdar dike, keda wan bin pê dike, Weqfa me tawanbar dike û xebatê bê qîmet dike, ji ber vê yekê em neçar in ku bersivekê bidin wê nivîsê. Em ê di serî da qala avakirina Weqfa Mezopotamyayê, Komxebata Kurmancîyê û rê û rêbazên wê bikin. Paşê em ê qala hin nakokî, rêbaza şaş û hewila tawanbarkirin û bêqîmetkirina nivîsa Husein Muhemmedî bikin.

Weqfa Mezopotamyayê, di sala 2013an da ji bo avakirina zanîngehekê, –ku dê perwerdeya bi kurdî bûya– ji alîyê gelek akademîsyen, rewşenbîr, sîyasetmedar, zimannas, nivîskar û karsazan ve hat avakirin. Piştî bername û plansazîya giştî û civînên dûrûdirêj me biryar da ku em ji bo beşa amadekarîyê ya zanîngehê, materyalên dersan amade bikin; ji bo vê yekê û perwerdeyeka birêkûpêk me serê ewil dest bi xebatên rastnivîsîn û termînolojîya rêzimanî kir. Li gor pêşnîyazên avakar, beşdar û kesên ku di vî warî da xebitîne û li gor temsîla çar parçeyên Kurdistanê -ku her çar parçe jî tê da hene- me Komxebata Kurmancîyê ava kir. Ez jî yek ji wan beşdaran û rêvebirê Weqfa Mezopotamyayê me. Di komxebatan da mirov mecbûr e ji alîyê beşdaran da sînorekî dayîne, herweha sînorekî aborîyê ya Weqfa Mezopotamyayê jî hebû û ji bo sazîya me her civîna Komxebatê ji alîyê aborî ve barekî giran bû. Beşdar, ji deverên curbicur yên Kurdistanê û ji derveyê welatî, ji Swêd û ji Xorasanê dihatin û salê du caran civîn li dar diketin.

wn-calistay-demir-otel

Di sala 2015an da me dest bi karê xwe kir, cara ewil bû ku zimannas û lêkolînerên kurd bi mebesteka weha li hev dicivîyan. Me rê û rêbaz û pergalên komxebata xwe dîyar kirin: Ji bo mirov karîger be û baş bixebite divê xebat li ser pêşnumayekê bihatina kirin. Ji bo birêvebirina civînan, di her komxebatê da dîwanek dihat dîyarkirin. Ji bo biryardayîna li ser mijaran jî hinek rêbaz hatin dîyarkirin. Berbelavî, tradîsyon, nêzîkkirina zaravayan, jêderên zimanî û hwd hin ji wan rêbazan bûn. Di civînên me da, li ser mijaran, hevalên me dor bi dor diaxivîn û wan fikirên xwe digotin. Hinek xal bi yekdengî dihatin qebûlkirin, hinek xal piştî nîqaşên dûrûdirêj li gor piranîya beşdaran dihatin qebûlkirin, hinek xal jî hebûn hewcedarîya mirovî bi lêkolîn û fikirên kesên dîtir û şêwirê hebû, loma dihatin taloqkirin. Di meseleyên wekî rastnivîsê da ne mimkun e ku kesek hemû fikirên xwe bide qebûlkirin, divê mirov gilî û gazinên heyî di vê çarçoveyê da binirxîne. Heke her kes ya xwe derxe pêş û pê bide erdê, jixwe dê tu caran rêbereka rastnivîsînê neyê amadekirin.

ev

Ev civîn, hem bi awayê dengî hem bi awayê dîmenî hatin qeydkirin. Piştî ku xebat bi dawî bû, me xebata xwe ji bo şêwir û nirxandinê ji sazî û dezgeh û kesên eleqedar û pispor ra şand. Piştî ku wan bersiv dan, em careka din li hev civîyan û me bersivên ku hatine dayîn nirxandin û li ser wan nîqaş kirin û em li ser hin xalên bialoz jî gihîştin hin qenaetan. Hemû xebatên Weqfa Mezopotamyayê bi vî awayî hatin kirin. Weqfa Mezopotamyayê, xebata heyî ji 126 sazî, dezgeh û kesan ra şand. Bi tenê 20 sazî, dezgeh û kesî fikirên xwe ji me ra şandin. Yek ji kesên ku me xebat jê ra wê çaxê şand birêz Husein Muhemmed bi xwe bû ku wî wê demê dîyar kir û got, “…derfeteke wisa neketîye destê min ku hemû wan xebatên we bixwînim û binirxînim.” û wî fikirên xwe ji me ra negotin. Hin kes û sazîyên din jî hebûn ku li me venegerîyan.

qqqq
(Bersiva ku Husein Muhemmedî dabû sazîya me)

 

 

Divê em vêya ji bîr nekin, ji bo kurdîya kurmancî bi awayekî kolektîf rêbereka rastnivîsînê heta wê gavê jî nehatibû amadekirin, di warê rastnivîsînê da standardek çênebûye û di gelek waran da tevlihevî heye. Heke mirov bi tenê bala xwe bide weşanxaneyên kurdan û pirtûkên wan, mirov dê bibîne ku her yekê ji xwe ra rastnivîsek amade kirîye, werîs diqete dibe çar serî, yên me em di vî warî da bûne sed serî. Televîzyon û rojname û malper jî ji vê tevlihevîyê ne dûr in, ji xeynî hin mijaran, gelek sazî û dezgehên me di warê rastnivîsînê da ne li hev in. Herweha gelek bernameyên giştî hene, bêyî ku pişta xwe bidin rastnivîsînekê tên amadekirin û mirov tu sûdê ji wan wernagire, yek ji wan jî karê wergera Googleyê ye. Ev rewşa han eger weha dewam bike sibêroj mirov qet nikare ji navê derkeve.

Wextê me dê dest bi xebata Rêberê bikira, ji bo pêşnumayê, pirtûka birêz Mistefa Aydoganî li ber destê me bû, pêşnîyaza me ew bû ku em li ser wê bixebitin, çunku gelek mijar tê da hatibûn bicihkirin û xebateka birêkûpêk bû. Me di pêşgotina Rêberê da jî qala vê yekê kirîye û spasîya Mistefa Aydoganî kirîye. Komxebatê nêzî du salan dewam kir, me heft komxebat çêkirin, yek bi yek hemû xalên wê pirtûkê xwendin, hevalên ku beşdar bûn yek bi yek fikirên xwe gotin, nîqaş kirin. Di wan xebatan da me dît ku mijara rastnivîsê, mijareka bizehmet e, çunku her kes hînî awayê gotina herêma xwe bûye, lê ev war jî ne warekî wisa ye ku mirov bê palpişt fikirên xwe bibêje.

wn-dil-2-crop-u8844

Helbet Rêber û madeyên wê, ne qanûn in, kêmanî dê hebin, pêşnîyaz dê hebin. Zimannas û lêkolînerên me li hev civîyane, du salan li ser xebitîne û piştî şêwir û nirxandina sazî, dezgeh û kesan xebatek derketîye meydanê û me ev pêşkêşî civatê kirîye, me mebesta vê xebata xwe dîyar kirîye, xebata me bi tu awayî li ser mirovan nehatîye ferzkirin. Ev keda însanan e, ev ji bo rê li ber tevlihevîyan bê girtin, gaveka giring e. Heqê tu kesî tune ye ku keda van beşdaran bin pê bike, wan sûcdar bike, bêyî ku hay ji naveroka xebatê hebe neheqîyê li rêbaza wê bike. Pir normal e ku mirov fikirên xwe bibêjin û qala naveroka wê bikin. Ji vê yekê ra îtiraza tu kesî tune ye. Zimanekî me heye, pîvanên rastnivîsîna wî dê hebin, wekî hemû zimanên miletên din, “hin” mijarên me yên herbilî hene. Aniha em bi Sazîya Zimanî ya Rojavayê ra didin û distînin, wan heşt civînên berfireh li ser Rêberê çêkirin û wan hin pêşnîyaz û fikirên xwe gihandin ber destê me, em gelek kêfxweş bûn, em dê li ser fikirên wan hûr bibin û hin biryaran bidin.

Ji bilî heqaret, kêmxistin û şêwaza xerab ya Husein Muhammedî, dema em ji alîyê naverokê ve li nivîsên wî dinêrin ev xal derdikevin pêş:

  1. Hin tiştên ku me di Rêberê da bi du awayan dane û her du awayên wan jî rast qebûl kirine, Husein Muhemmedî mîna ku bi tenê awayek rast hatibe dayîn behs kirîye û wî em bi xweferzkirinê sûcdar kirine. Ji bo nimûneyê, li ser mijara tebatîkirina lêkera “hatinê” me her du awa jî rast qebûl kirine, “dihê-tê”, “bihê-bê”, lê wî mîna ku me formên “bê/tê”yê şaş qebûl kirîye, behsa wê mijarê kirîye.
  2. Hinek tişt jî hene ku di Rêberê da me bi wî awayî negotîye, lê Husein Muhammedî mîna ku me weha gotibe behs kirîye. Mesela di mijara bikaranîna “bi”yê ya di lêkerên da, Husein Muhammedî her wekî me di Rêberê da formên “rabizê”, “vebixwe”yê ferz kiribin, qal kirîye, lê di Rêberê da tiştekî weha nehatîye gotin, berevajî wê, di Rêberê da awayên wekî “razê”, “vexwe”yê û hwd rast hatine qebûlkirin. Herweha mijara tewandina navên zimanan “zimanê kurdîyê” jî xetayeka teknîkî ku bû di çapa duyem da hatibû rastkirin.
  3. Hin tişt hene ku me di Rêberê da awayek pêşnîyaz kirîye, lê Husein Muhammed awayên din rasttir dibîne û ya tercîhkirî şaş dibîne. Li ser meseleyê, mijara “î”ya berî “y”ê. Wekî ku di bikaranîna “-iy”ê da tu pirsgirêkek tune be qal kirîye. Bikaranîna “-îy”ê ya di kirmanckî da, tecribeya bikaranîna wê û awayê hînkirinê yê pedagojîk jî nehatîye ber bala wî.
  4. Hinek palpiştên wî, agahîyên ku wî dane, piştevanîya fikira Rêberê dikin, lê ew dîsa jî zorê dide şiroveyê û guh nade palpiştên xwe. Mijara paşdaçekan, yek ji wan mijaran e. Ew palpiştên wekî “Berbelavbûn, nêzîkkirina zaravayan, jêderên zimanî” qebûl dike, destnîşan dike lê guh li wan nake. Tradîsyona zimanî ya nivîskî ji 90 sal berê dide destpêkirin û paşdaçekên “da” û “ra”yê bi alfabeya latînî ra eleqedar dike, qet qala edebîyata klasîk û bi dehan nivîskar û helbestvanan nake. Edebîyata kurdên Kafkasyayê jî di vê meseleyê da qet nabîne û ji bo pûçkirinê çend nimûneyên hevokên herbilî dide. Di vê mijarê da nivîsên birêz M. Emîn Bozarlan, Mistefa Reşîd, Perwîz Cîhanî û Rojan Hazimî hene ku gelek palpiştên xurt di wan da hene û divê qala wan jî bihata kirin. Di pirtûka Celadet Alî Bedirxan û Roger Lescotî da jî li ser berbelavbûna daçeka “da” û “ra”yê nîşeyeka giring heye ku formên berbelavtir in û di kovara Hawar, Ronahî û Roja Nûyê da jî gelek nimûneyên “da” û “ra”yê hene.

 

Meseleya Sûcdarî û Heqaretê

Helbet mirov dikare fikirên xwe bibêje û rexne bike, lê heqê tu kesî tune ye ku vê xebatê û beşdarên wê kêm bixe, bê qîmet bike, sûcdar bike. Ev yek nayê qebûlkirin.

Hin gotinên Husein Muhemmedî yên ku dikevin vê çarçoveyê ev in:

“Hîperkorektî ne herdem tenê ji ber ”xwerizgarkirina zêde” ya ji zimanên din tê kirin. Gelek caran hîperkorektî ji alîyê hin rêzimannas yan jî nîv-zimannasan ve tê kirin ku hewl didin formeke ”fermîtir” bo formên devkî peyda bikin.”

Rêberê, li gorî ‘hin’ tesbîtên xwe bi “Hîperkorektî”yê sûcdar dike, bi gotina “nîv-zimannas”îyê heqeratê li beşdaran dike. Ew însanên ku bi salan e, di warê zimanî da dixebitin, ked dane, berhem lê kirine, bi gotina “nîv-zimannasî”yê kêm dixe.

“Bo rêgirtina li ber wêrankirina rastnivîsîna kurmancî, di zûtirîn demê de çapên heyî yên kitêbê ji bazarê vekişînin û/yan bi daxuyanîyekê ragihînin ku di kitêbê de gelek şaşî û kêmasîyên bingehîn hene û nabe ew wek rêbername bo rastnivîsînê were bikaranîn.”

Me di nivîsa xwe da qala mebesta amadekirina vê xebatê kir. Xebat li ser tu kesî nehatîye ferzkirin. Heke mirov bi giştî qala pênc binbeşên rastnivîsînê bike û rabe xebatê bi giştî bi “wêrankirin”ê tawanbar bike, ev neheqî ye li keda wan însanan. Bi ser da jî Husein Muhemmed, xwe dike otorîte û sazî û ji hedê xwe derbas dibe û bibêje, “Rêberê vekişînin.”

“Gelek xwandevanan – û herwiha du kesên ku navê wan li ser Rêberê heye jî – anî bîra min û got ku Rêbera Rastnivîsînê li gel hebûna nêzîkî 20 navan li ser bergê pêşîn yê kitêbê, di pratîkê de ew heman kitêb e ku berê li ser navê Mistefa Aydogan hatîye belavkirin û ti guhertineke giring di mijara rastnivîsînê de nehatîye kirin.”

 “Bi min pirsgirêkeke exlaqî ye ku evqas kesan qebûl kirîye ku navê wan jî wek nivîserên kitêbê were danîn tevî ku di rastîyê de kitêb dubarekirina kitêba Mistefa Aydogan ya berê ye. Herwiha bi kêmanî xapandin an hîlekirina li xwandevanan e ku ji wan re tê dîyarkirin ku hemû ev kesên navgiran li pişt amadekirina vê kitêbê ne tevî ku rastî ne wiha ye.”

Di heft komxebatan da, me hemû xalên pirtûkê yek bi yek xwendine, mijar hemû hatine nîqaşkirin. Deng û dîmenên civînan qeydkirî ne. Eger mirov rabe bibêje, dubare ye, heman kitêb e, ev ne tiştekî rast e. Ev camêr, bi vî awayî hemû beşdarên civînê dixe şûna nezanan, îradeya wan bin pê dike û dibêje, peyvek, gotinek ji devê wan derneketîye û çavên xwe girtine û wan pirtûk bi temamî wek awayê berê qebûl kirîye. Ma mimkun e ku mirov bêyî biryara wan însanên kedkar, hema bigire navê wan li ser Rêberê binivîse? Ev derewek e, derew tiştekî ne baş e û ne exlaqî ye. Pirtûka Mistefa Aydoganî ya berê li ber destan e, Rêber jî li meydanê ye. Yanî li gorî wî gerek me zimannasên kurd li hev necivandina. Wextê kurd nayên cem hev dibêjin, hûn çima nayên cem hev, wextê tên cem hev jî bawer nakin û dibêjin ev çawa hatine cem hev?

Ma di pirtûka Mistefa Aydoganî da paşdaçek ne “de” û “re” bûn ku va ye ew li ser wan dinivîse û di ya Rêbera me da bûne “da” û “ra”?

Ma di pirtûka Mistefayî Aydoganî da qertafa îzafeyê ya piştî qertafên nenasîyê ya nêr ne “ekê” bû ku di ya nû da bûye, “-ekî”?

Kîjan komxebat rabe xebateka rastnivîsînê amade bike, dê gelek tiştên wê xebatê û xebata me bişibe hev. Çunku li ser gelek mijarên rastnivîsînê nîqaş tune ne. Eger îtirazên Husein Muhemmedî ev bin, ev nake ji %5ê vê xebatê. Mirov ranebe ji bo mûyekî çavekî dernaxe.

“Di têkilîyeke telefonî de li gel nûnerekî Weqfa Mezopotamyayê min jê pirsî gelo çima wan ti guherandin di mijara rastnivîsînê de di Rêberê de nekirine tevî ku rexne hem ji derve û hem jî ji nava komê hatine. Wî bêyî dudilî itiraf kir ku wan nexwastîye ti guherandinan di mijara rastnivîsînê de bikin ”ji ber ku kêfa me pir ji rêbera heyî re hat.”

Kesê Husein Muhemmed qala wî dike, hevalê me û yek ji beşdaran e, akademîsyen e û navê wî Mîkaîl Bilbil e, wî jî ew nivîs xwend û got, min tiştekî wisa negotîye û wî berê gotinên min daye cihekî din. Ev awa û tawanbarî, nîyeta Husein Muhemmedî nîşan dide.

Bi min tiştekî gelekî ecêb e ku Rêber di rastîyê de ya kesekî ye lê navê nêzîkî bîst kesan li kitêbê hatîye kirin. Bi vî awayî hatîye xwastin ku otorîteyeke xurt bo kitêbê were peydakirin bi taybetî ji ber ku hinek navên di zimanê kurdî de giran jî li ser hene, bo nimûne:”

Li gel ku di destpêka Rêberê da bi zelalî hatîye dîyarkirin ku çend civîn çêbûne û kîjan beşdar çend caran beşdar bûne, Husein Muhammed mîna ku tu xebatek nehatibe kirin û navên zimannasên giran li ser hatibe nivîsîn, behs dike. Ev sûcdarkirineka giran e û bi qasî giranîya xwe jî eyb e û bêwijdanî ye. Hinek ji wan civînan çar rojan dewam dikir û Rêber hevok bi hevok dihat xwendin û nîqaş li ser her xalekê dihatin kirin. Hemû civînên me di arşîva Weqfê da bi awayê dengî û dîmenî hene. Ev ne bi tenê heqaret e li Weqfê û keda wê, pê ra heqaret e li keda beşdaran jî.

“Ji ber ku navê nêzîkî 20 kesan li ser kitêbê heye, gelek xwandevanan bi xeletî wisa fehm kirîye ku kitêb wek encama şêwirmendî û gotûbêjên berfireh di navbera wan kesan de hatîye amadekirin û wek encama yekdengîya wan hatîye belavkirin.”

“Wek ku ji rexneyên derveyî ”Komxebata Kurmancî” û ji nav wê komê bi xwe jî tên, ev hewlên guherandinê nehatine qebûlkirin, nayên qebûlkirin û divê neyên qebûlkirin jî.”

Di van gotinan da jî Husein Muhemmedî xwe xistîye şûna gelek xwendekaran û dîsa bêbextî kirîye. Rê û rêbazên komxebatan hene, me li jor jî qal kir. Di komxebatekê da ne mimkun e ku hûn di mijara rastnivîsînê da, hemû mijaran bi yekdengî qebûl bikin. Pir normal e ku gazinên mirovan hebin. Ew bi xwe hay ji rê û rêbaza û naveroka xebatê nîne, radibe dîsa beşdaran sûcdar dike.

“Tiştê ecêb ew e ku van hemû kesan navê xwe daye da ku kitêb li ser navê wan belav bibe tevî ku para wan tê de an qet tine bûye yan jî yekcar kêm bûye. Ji nivîsên li jor behskirî yên D. Ebdulfettah û D. Zeraq dîyar dibe ku ew bi rastnivîsîna kitêbê nerazî bûne lê – bi gotinên wan bi xwe – nêrînên wan hatine paşguhkirin.”

 Li vir ji naverokê dûr ketîye, berê gotina xwe daye cihekî din û daye dû tiştên din. Li vê derê tiştên ku divê bibin xalên minaqeşeyan, fikir, tesbît û çareserîyên ji bo pirsên heyî ne, ne şexs in. Loma bawerîya me ew e ku her hewildana ji bo şexsîkirina pirsên heyî dê ji bilî feydeyê, zererê bigihîne vê pêvajoyê. Para kê tê da çiqas e, kê çi gotîye, ji beşdarîya civînan, ji axaftinan dîyar e, hemû hevalên me fikirên xwe gotine, wextê hemû pêşnîyaz û fikirên mirovî bên qebûlkirin wê çaxê Rêber nabe rêbera her kesî, dibe “Rêbera Filan Kesî”.

Deham Evdilfetah û Dilawer Zeraq du kedkar û endamên vê komxebatê ne. Me rêbazên biryardayîna xebata xwe, di nivîsa xwe da dîyar kirin, dibe ku hin gilî û gazinên beşdaran hebin, ev tiştekî gelek normal e, çunku li ser hemû mijaran mirov nikare bi yekdengî biryaran bide.

Bi gilîyekê, ev cihê kêfxweşîyê ye ku tevî asîmîlasyona dijwar ya piralî jî îro di civaka me da pêwîstîya standardkirina nivîsîna kurdîya kurmancî dîyar bûye. Pêvajoya standardkirina nivîsîna zimanê me, pêvajoyeka pir hesas e û li gel cidîyet û berpirsîyarîyeka mezin, hişmendîyeka neteweyî ya xurt jî dixwaze. Di vê pêvajoyê da cih ji bo berberî, devavêtin, heqaret û hwd tune ye. Divê em hemû bi hevdu ra bixebitin, da ku cih li hewildanên weha bê tengkirin. Divê em bi hevdu ra bala xwe bêhtir bidin xurtkirina vê pêvajoya standardkirinê û bi fikir, pêşnîyaz, rexne, têbînî û nirxandinên xwe, rêyê li ber xetaba tesbîtkirin û bicihkirina qayîdeyên nivîsîna kurmancîyeka welatî xweş bikin.

Ev karê ha li gel zanebûnê, cidîyetekê jî li ser me ferz dike, berpirsîyarîyeka wê ya giran heye. Loma yên beşdarî minaqeşeyên karên weha bibin jî divê bi awayekî cidî û bi bersîyarîyeka mezin pê dakevin.

Herçî îdîaya tehamilnekirina rexneyan e, îdîayek e ku li tu erdan ji xwe ra nikare cihekî peyda bike. Xwedîyên îdîayeka weha kirasê nedirûtî li Komxebata me dikin. Lewra Komxebata me di pêvajoya amadekirina Rêberê da ji bo beşdarîya vê pêvajoyê û wergirtina hizir, pêşnîyaz, rexne û nirxandinên cuda bi helwêsteka teşwîqkar têkilî bi alîyên civakê yên cuda ra danîye. Heger mirov destê xwe dayîne ser wijdanê xwe û nexwaze ku ji rastîyê bi dûr bikeve, divê mirov qebûl bike ku rexne yek ji wan taybetîyên Komxebata Kurmancîyê ye. Rexneya ji kes û dezgehan daxwaza me bi xwe ye. Me berî çapkirinê jî Rêber ji gelek kes û dezgehan ra şandîye û me ji wan rica kirîye ku ew bi rexne, têbînî, fikir û pêşnîyazên xwe beşdarî vê pêvajoyê bibin. Me bi vî awayî xwastîye ku heta ji destê me tê, em şertên beşdarîyeka xurttir û berfirehtir amade bikin.

Ev pêvajoyek e û divê bê zanîn ku hîn em di destpêka wê da ne. Beşdarên Komxebatê û amadekarên Rêberê jî fikirên xwe, tesbîtên xwe û çareserîyên xwe yên ji bo pirsên heyî di vê pirtûkê da civandine û pêşkêşî civakê kirine.

13.02.2020

Bahoz Baran

records Source:https://bahozbaran.wordpress.com/2020/02/13/weqfa-mezopotamyaye-xebaten-zimani-u-komxebata-kurmanciye/?fbclid=IwAR1nIJO4V7qcEyjHF0iHY6CdRuWIMFp1xJxFQh3VMI7Quw2LqRQ3f9r1Fag

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *