Serê mirîşkekê û aqilê heft jinan

Serê mirîşkekê û aqilê heft jinan

Devliken Kelogirî

 

Wek her êvar dîsa bi tirs me xwe li derîyê hewşê qewimand.

Ji teperepa dilê me, em ji sîya xwe diketin şikê,

pê re pê re xofekê xwe li seranserê bedena me dipêça.

Wek her car dîsa em dereng mabûn.

Rehmetîyê bavê min her roj em tembîh dikirin ku,

berî banga meleyê mixurb lazim bû em li mal bûna.

Wê êvarê ez û birayê xwe yê ji xwe biçûktir ku bavê min ji tirsa yên ji me çêtir navê pêxemberê xwe lê kiribû-ji ber ku berî ez biwelidim û serê wî di nav dost û neyarên wî de bilind bikim, şeş law, erê şeş lawên her yek mîna berxekî di bin axa sar de veşartibû-ditirsîya hejmar bibe heft û heyşt, loma jî, navên pêxember û ewlîyayan li zarokên xwe kiribû.

Erê, wê êvarê, em dereng hatin malê.

Ji hundirê xênî bêhna savareke mirî ji gorê radikir difûrîya û pêl bi pêl dihat xwe li firnikên pozê meriv diqewimand.

Wê kêlîyê hesasbûna poz, dihişt meriv gir bi pozê xwe re bajo.

Em li ser taştê bûn.

Her roj karê me ew bû;

sibehê me yê taştê bixwara û em ê pengiz bibûna derve, heta tarî neketa erdê, me rêya malê nedidît.

Ji birçîna, rêvîyên me, mîna senfonîyeke bê şêf ku her ji serîyekî dengek derdikeve, dengê tewlomewlo derdixistin.

Berî em derbasî hundir bibin, li ber derîyê odeyê, li ser dikika hewşê me qûna xwe danî erdê û me sol û goreyên xwe ji pê kirin.

Bêhna berateyên bi rojan lierdêmayî ji gorên me difûrîya.

Bi dor me nigên xwe şuştin û bi metirsîyeke fisekî em derbasî hundir bûn.

Sifre li erdê bû.

Xwişk û bira, teva dê û bav, bi tevayî deh serî li dora sifreyê rûniştibûn,

lê hîn dest bi xwarinê nekiribûn.

Mesefa savarê li ser sifreyê, herweha sê sênîkên biçûk yên zeleteyê jî ku ji firingî, pîvaz û îsotan çêdibû li dora mesefê.

Bavê min, wek her car ji bo belavkirina goşt, miqilka goşt li ber çonga xwe danîbû.

Ez û Mistefayê bira jî çûn, di nav wê qelebalixîyê de me ji xwe re cî çêkir û em jî mîna yên din eskerkî rûniştin-ne ku me ji rûniştandina eskerkî hez dikir, ji bo em cî li hev teng nekin em weha rûdiniştin.

Lê hîn jî ji tirsa derengmayînê serên me di ber me de bûn.

Hew min dît hêteke mirîşkê gindirî ber min.

Pê re pê re ez bişirîm û bi awayekî fedîyok min serê xwe ji ber xwe bilind kir, li hêla bavê xwe nerî.

Bi bişirîneke henûn lêvikên wî li hev diketin.

Wexta kêfa wî li cî bûya, bi wê lihevketinê meriv pê derdixist.

Erê, me kirasê tirsê çirand piştî lihevketina wan lêvikan.

Dû re ew goşt bi awayekî heqane li me belav kir.

Her ji me yekî re, li gorî mezinbûn û biçûkbûna qinan, dudu û sisê…

Û em filitîn ser mesefê.

Mîna meriv bêrê li bin axê xe, me kevçî li ser kevçî li binê wê savara doşirmekî xist.

De îja savar jî savar bû haa!

Yadê, bi ava goştê mirîşkê savar pê dakiribû; ji goşt xweştir bû mîratê.

Jixwe zû zû destê me li goştê ber me nedigerîya em bixwin,

me qêmîşî goşt nedikir.

Ewil me zikê xwe dida ber savarê, em nîvtêr dibûn,

dû re bi bêhna fireh me dest bi xwarina goştê xwe dikir.

Mirîşkek,

mesefeke savar

û duwazdeh serîyên serî di ber serî de.

Me gişan zik li xwe dikir kelek û têr dixwar,

lê yadê û yabo!

Erê,

piştî sîh salan em nuh li ber ketin ku,

di wan êvaran de, rehmetîyê bavo tenê qorika mirîşkê xwaribû,

dêya reben jî serî û qûn…

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Devliken Kelogirî

Li zanîngeha Beykentê a Stembolê di beşa Sînema-Televîzyonê da dixwîne. Bi esilê xwe va ji Mêrdînê ye. Niha karê sînemayê û televîzyonvaniyê dike. Fîlmekî wî a bi navê "Xof" heye û herweha bi navên "Doxînsistîzm" û "Xwelîserîzm" du pirtûkên wî çap bûne.

Qeydên dişibine hev