Berpirsyar em in

Berpirsyar em in

Mirovê bê zimanê dayîkê mezin bibe, bê ziman mezin bibe çêtir e

Rojbîn Zerî

Tê gotin ku ziman mal e, hebûna mirovan e û hestiya piştê ye. Ez jî li gel vê gotinê me û fikra min ew e ku bê zimanê xwe yê dayîkê mirov piştê demekî bê mal û bê nasname dimîne. Ziman mifteya xanî û derîyê malê ye û hemî odeyên hundurê malê bi hev re girê dide. Mirov dixwaze di nav mala xwe de aram be û jîyaneke xweş ava bike. Ew jî bi ziman dibe. Însanek çima mala xwe bi destê xwe xerab bike û însanek çima hestiyê pişta xwe bişkîne? Ji bo kurdên îro ev pirsgirêkeke pir giring e. Ji ber ku gava ez diçim gelek malê kurdan, ez dibînim ku zêdetirê wan hebûna xwe ji bîr kirine û berpirsyarî ya ziman li ser xwe nagirin û bi zimanek din bi hevdu re têkilî datînin.

Tïştê herî girîng ew e ku em ji bîr dikin çima em bi destê xwe mala xwe xirab dikin. Mirovên herî pêşketî xwe nas dike û xwe hez dike û li ku derê dunyayê be jî û cihê ku lê dijî, dizane kî ye û ji ku hatîye. Ev tê vê wateyê, eger zanyarî û peşketî di navbera kurdan de hebe, ziman jî ew ê her hebe û nemir e. Pêşketin girîng e û divê em her pêşve biçin û xwe pêşve bibin. Bi çêbûnê re gava mirov xwe nas dike û xwe naskirin jî bi zimanê mirovan re dest pê dike. Ev jî destpêka pêşkeftina mirovan e. Bilindîya ziman bi zimanekî din re tune ye. Lê belê, ziman ji bo cudahîyê me hatîye afirandin û nîşan dide ku mirov ji kîjan miletî ye. Weke mînak, kurdekî li Danîmarka yê tenê danîmarkî bizani be û zimanê xwe nizanî be, ewê êdî bibe danîmarkî û xwe ji wî miletî bihesibîne.

Mirov heke biçe li ku derê dinyayê, zimanê xwe jibîr bike, mirov xwe jî û nasnameya xwe jî diguherîne û ji nasnameya xwe dûr dikeve û xwe jibîr dike. Ji ber vê yêkê jî mirov çiqasî bi xwe re lihevhatî be, zimanê xwe bizane be û ji xwe hez bike , mirov zêdetir peşkêtî dibe. Mirov çendîn zanîngehan bi xweşî jî xelas bike û çend zimanan jî bikaribe biaxive, têrê nake û nayê wê wateyê ku mirov xwe nas dike. Ji ber ku zimanê ku ewil mirov fêr dibe, zimanê dayîkê ye, giringîya zimanê dayîkê gelek heye ji bo nasnameyek û herwiha ji bo pêşkeftina zarokan jî. Loma heke mirov bê zimanê dayîk mezin bibe, mirov bê ziman mezin bibe çêtir e.

Ez 21 salî me û li Danîmarkayê hatime dunyayê û mezin bûme û dijîm. Niha ez diçim zanîngehê û beşa parêzerî dixwînim. Ez çiqasî xwe weke danîmarkîyan jî hîs bikim, ez dizanim ku zimanê min ê dayikê cuda ye û bav û kalên min kurd in û ji Kurdistanê hatine. Ji ber vîya ye min her dixwast ez kurdîya xwe pêşve bibim û ez bawer im roja ku zarokên min çê be, ez ê heya ji destê min bê hewl bidim zimanê xwe fêrî zarokên xwe jî bikim. Ew ciqasî qîmetê bidin zimanê xwe û pêşve bibin, bawerîya wan jî ewqas zêdetir bibe. Loma dîyarîya herî mezin ji bo min ew e û ez her li ser fikirîme ku rojek ji rojan zarokên min çêbe û zimanê kurdî fêr bibe û bi zimanê xwe biaxive. Ger ez vê diyarîyê nedim wan, wî wextî zimanê me dimire û ez ê xwe sûcdar bibînim.

Min ji gelek kesan bihistîye ku dibêjin zehmet e mirov li welatekî biyanî zimanê xwe yê dayîkê fêrî zarokên xwe bike. Xeletîya herî mezin jî li vir dest pê dike. Mirovên weha ji bîr dikin ku mirov di zarokatîyê de zimanê xwe fêr bibe, gelek hêsan e. Gava zarok zimanê xwe bizanibe, zimanê duyemîn pir xweş dikare fêr bibe û heta ji zimanê xwe yê dayîkê xweşiktir jî dikare zimanê duyemîn fêr bibe. Ji ber ku bi xwe re lihevhatî ye û ji xwe û dîroka xwe hez dike û ev rewş jî we lê dike ku mirov aram dibe. Di nav aramîyê de mirov zêdetir dixwaze zimanekî din fêr bibe û pêşve bibe. Gava ez zarok bûm min qet danîmarkî nizanîbû û me tu carî danîmarkî li malê nediaxaft.

Dema min dest bi dibistanê kir, ez dîsa jî danîmarkî gelek zû fêr bûm û ji wan ê ku zimanê xwe yê ewil nizanîbûn zêdetir û zûtir fêr bûm. Fêrbûna danîmarkî asan bû, ji ber ku der û dora min hemû danîmarkî bû. Li gel mala xwe min her zimanê xwe yê kûrdî axaftîye û ez mezin bûme ji zimanê xwe zêdetir hez kir. Ez pir caran difikirim gelo bê zimanê kurdî, min ê çawa nivîsandina bav û kalên xwe bixwendina? Bê zimanê xwe, min ê çawa bikariba bi malbata xwe re danûstandinên kûr bikirana? Ez li rastê lêkolînan hatime û min xwendîyê ku dibêjin; zarokên ku di derdorên du ziman de mezin dibin, heger dê û bavên zarokan bi zimanê xwe bi zarokan re nepeyivin, piştî demekê psîkolojiya wan zarokan bi awayek vediguhere û ji zimanê xwe û zimanê bav û kalên xwe dûr dikevin û hez nakin. Zêdetir dûrî xwe û eslê xwe diçin.

Gotinek heye dibêje, her tîştê ku dibiriqe ne zêr e. Ev gotin di gelek waran de dikare were şirove kirin, lê ev gotin di alîyê ziman de jî derbas dibe. Mirov çiqasî bextewar be jî , eger xwe nas neke û zimanê xwe hez neke, di binehêşîya xwe de û di rastîyê de dibe ku ne bextewar be û ji xwe bawer neke. Mirovên weha çi bikin jî, çiqasî jî serkeftî bin jî kêmasîyên wan jî hene. Dê û bav çi hez bike û giringîyê bide çi, zarok jî li gor wan mezin dibe. Çanda dê û bavan derbasê zarokan dibe. Divê mirov ji ziman û nasnameya xwe dûr nekeve. Divê em xwedî li ziman û hebûna xwe derkevin.

Ji bo pêkanîna vê yêkê divê em hişyar bin û divê em ji bîr nekin ku tenê û tenê berpirsiyarê ziman em in.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev

1 Şîrove

Şirovekirin hatine girtin.