Ji bo me tenê yek rê heye

Ji bo me tenê yek rê heye

Hin ji me xewnan dibînin û dibêjin aştî, biratî, nizanim çi

Şemsettin Işıklı

Piştî salên 1970yî, êdî ez wek kurdperwerekî li sahayê bûm. Ez bi coş û heyecan bûm. Dema ku dihatim gund jî min bi gundiyên xwe re behsa rewşa kurd û Kurdistanê dikir. Wê demê bi ciwanên gund re (belkî ji bo min) têkilîdanîn hinek zehmettir bû. Lê bi mirovên navsere an bi kalan re têkiliyên min baş bûn. Ewan mihacirî dîtibûn, haya wan ji Tevgera Kurd ya li Koçgiriyê hebû, wan Jenosîda li Dêrsimê baş dizanîn, ji Serhildana Xelîfe Selîm agahdar bûn, ji bo wan dardakirina Seyîd Elî, Şêx Şabedîn kuleke giran bû, navê Xalid Begê Cibrî wek efsane bû, pir baş ji Serhildana Şêx Seîd haydar bûn, Jenosîda li Gelîyê Zîlan di rûhê wan de bîrîneke necebirî bû.

Lê hêvîşkestî bûn, ronahiyeke berbiçav nedidîtin. Lê gava ku ez hinek zêdetir diçûm ser wan, li min mêze dikirin û wiha digotin: – Ax, em çi bikin, wila heke goştê me û yê romiyan bikin coniyê bikutin û bikutin û dîsa bikutin jî gava ku ji coniyê derxistin dê jixweber goştên me ji hev biqetin û her yek xwe bide alîkî.

Dixwestin bêjin ku ew (miletê tirk, dewleta wan) hergav wek neyar li me mêze dikin û wisa tevdigerin û em hay ji vê hene. Ev gotin wek tesbîteke giştî bû û di hişê hemû kurdên salmezin de hebû.

 

Pêvajoya asîmîlekirin, tunekirin û îmhakirinê bi qatqatî li welatê me û li ser miletê me meşiyaye û heta niha jî didome. Di dema nêzîk de jî Şerê Xendeqan, serûbinkirina bi dehan bajarên me, felaketa li Şengalê, dagirkirina Rojavayê Kurdistanê, jenosîd û talankirina li Efrînê yek bi yek diqewime û dê ev pêvajo wek domiye dê bidome jî. Û dagirker qîr û hewar dikin dibêjin xilasiya we tune, em ê we ji binî de îmha bikin.

 

Di gel van rastiyan jî hin ji me xewnan dibînin û dibêjin aştî, biratî, nizanim çi. Û ketine li pey çîrokên derewîn û bi hişmendiyeke di nav vê sîstemê de tevdigerin ku ev sîstem jî me dadibelîne. Ji hişmendiyeke rastîn dûr in ji bo avakirina dewleteke neteweyî û serbixwe.

Lê rêyeke din jî tune ye. Tenê rê ew e ku em dil bi dil bibin yek û ji bo Serxwebûna Kurdistana xwe têbikoşin.

 

Wêne: Welî Sebrî

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev