Nameyên evînî – 116

Nameyên evînî – 116

Xwendevanên delal, em beşa xwe a bi navê “Nameyên evînî”, bi rêberîya nivîskara malpera me Nura Şane berdewam dikin.

 

Hûnê di nivîsên Nurayê da evîna ser asta bilind, paqij, wek ava çavkanîyan zelal hîs bikin, a here giring jî, bi zimanê dayîkê.


Belkî dijwarîya here mezin di vê beşê da ev be: -Emê çawa bikin ku evîna mezin û erf-edetên kal û bavan li hev bikin, bi hev ra bikemilin û rêya xwe a bextewarîyê bibînin?

 

Hêvîya me di çareserîya vê pirsê da ew e, ku evîna mezin herdem rast e, madem rast e, gerekê bi ser keve.

 

Em îro nameyên evînî çap dikin, ku ji Nura Şane a delal ra hatine şandin. Ew ne tenê bi pênûsê hatine nivîsar, lê bi dil, ruh û hîsan va jî.


¤¤¤

Ji bo bizanibî tu bo min kê yî û keçên din kê ne, ezê ha bêjim: Daxweza ku keça here ciwan hemêz bikim hîç tune, lê daxweza birîna lingê te maç bikim ku zû qenc bibe, herdem jî pir heye.

 

¤¤¤

Me ji hev ra herdem digot evînên wek evîna me tunene, ji ber ku me evînên wek evîna xwe ne di pirtûkên evînî da xwendîye, ne jî di fîlmên evînî da dîtîye. Ji xwe berî hevdîtina me evîna me wek evîna di pirtûkan da û wek evîna di fîlman da bû, ku kêm caran di jîyana rasteqîn da bi ser dikevin û pêk tên. Rasthatin û hevdîtina me ew hemû evînên xeyalî û platonîk yên di pirtûkan û di fîlman da înkar kir. Em gihîştine mirazê xwe.

 

¤¤¤

Tiştên ku tu berbi min kişandî ev bûn. 1.Xwînşîrînîya te, 2.Ciwanîya te. Nizanim kîjan ji wan bo min girngtir bû. Lê dema min bizanibûya tuyê ewqas li ser min bengî bî, minê zêde tu germ nekirayî. Bi demê ra ez ber evîna te bêtaqet û situxwar bûm.
Pişt ra jî ber evîna te teslîm bûm.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev