SEYÎD ELÎ – RIZAYÊ XÊLIT- QASIM BEG

SEYÎD ELÎ – RIZAYÊ XÊLIT- QASIM BEG

Nivîs, werger û amadekirin: Mihemed Erzurum

 

Dema behsa Serhildana Bitlîsê ya sala 1914 tê kirin, bê guman Seyîd Elî, Seyda Mela Selîm, Şêx Şabeddîn, Şêx Mihemed Şirîn tê bîra meriv.

Di vê dokumanta dîrokî da, ya ku em bi we re parve dikin, navê sê kesên ku di nava Kurda de bi nav û deng derbaz dibin, ku li ser wan, ji yalê rêveberên Dewleta Osmanî de di sala 1909 de hatiye nivîsîn.

Di vê belgeyê de, çend mijar hene ku bala meriv dikşîne;

 

1- Navê Seyîd Elî, Riza beg û Qasim begê bi hev re, di rûpelekî kevn de hatiye nivîsîn. Yek ji wan endamê Terîqeta Nexşebendî, yên dinê jî ew beg û axa bûn ku şerr û cengê re herdem hazir û amade bûn.

Bersîva vê pirsê di Kovara Jîn ê û bi wergera Mamosteyê qedirbilind ya M. Emîn Bozarslan, di hejmara 16-17 de xûya dike ku Seyîd Elî ne tenê şêxê Terîqeta Nexşebendî bûye. Ew xortekî sî salî, berpirsiyar û qumandanê sêsed siyarê bi çek û sîleh bûye. Ji ber wî ye ku pênc sal berê, di dema serhildana Bitlîsê ya sala 1909 de, navê wî bi Riza û Qasim begê re di dozeke huqûqî de tê derbaskirin…

 

2- Xala dinê jî heye ku malbata Riza begê (rihmetiyê Muzafer Rizabeytorûnlarî) carekê ji min re bi zar qal kiribû.
Dilovanîya Riza begê di sala 1907 dizanin, lê Riza beg di sala 1909 de hê li jiyanê bûye…

 

SEYÎD ELÎ

Kurê Seyîd Celaleddîn e, Şêx Celaleddîn jî kurê Seyîd Sebxetullahê Arwasê ye, bavê Şêx Silhedîn (bavê Kamîran Înan) û Şêx Heyder e.

Seyîd Elîdi nav Kurda de bi navê “Xûtê Gewr e” tê naskirin û binavkirin; ji yalê Dewleta Osmanî û Îtihad Terakiyê ve wek endam û rêveberê Sehildana Bitlîsê sûcdar dibe û di 26 Nîsan’a 1914 de ew û sêzde serhildêrê hevalên xwe tê îdam û şehîd kirin… 

RIZAYÊ XÊLIT

Rizayê Xêlit ji eşîra Hesenan, kurê Xêlitê lawê Rizgan Axa ye. Riza beg di Alaya Hemîdî, ya 27 de Bînbaşiyê yekemîn bû û piştî sala 1909 de ji aliyê Walîyê Mûşê bi destê xortekî Ermenan bi navê Mîran tê jehrdayîn û şehîdkirin.

QASIM BEG

Qasim beg ji eşîra Xwêtî, birayê Hecî Mûsa Begê Xwêtî ye.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev