Bêdermanî

Bêdermanî

Welat Agirî

 

Du sal berê bû. Bo konferanseke perwerdehîyê, ez midetekê li Bangîyê, payitexta Komara Afrîka ya Navîn mam. Li Afrîkayê nexweşî gelek in, lê ta (malaria) li piraniya welatên vê parzemînê derdekî giran e, ji bo feqîr û belengazan jî derdekî bê derman e. Belê bê derman e, lewma bi sed hezaran însan ji tunebûnê nikarin dermanê tayê bikirrin, ku di navbera 4-5 rojan de rihên xwe didin û ji vê dinê bar dikin, diçin.

Ev mixmixkên bi cinsê xwe wek anofel tên nas kirin, serîk dane min jî, bedena min ji jehra xwe bêpar nehîştin. Di ser re sê-çar roj derbas bûbû, nebûbû, ez êdî ji hal ketibûm, qet qidûm di çokên min de nemabû. Di nexweşiya tayê de, laş jî dilerize, lê di laşê min de qet lerz tunebû, lewma me nizanibû ka ta ye yan tiştekî din e.

Bo testa xûnê, ez bi hevalekî re çûme klînîkekê. Di klînîkê de çend kes li pêşiya me hebûn. Em jî ketin dorê, me ciyê xwe girt. Nîv saet şûnda, dor hate min, ez çûm li ber maseya xanimeke îşlik spî rûniştim, lê nizanim dixtor e yan hemşîre ye. Jinikê bi firansî pirsî ka derdê min çiye. Fransiya min ne baş e, min jî bi îngilizî behsa bêtaqetiya laşê xwe kir. Wê nehîşt ez gotina xwe biqedînim, got:

  • Ji kerema xwe bi firansî bêje, tu jî zanî ev der welatekî frankafon e, yanî firansîaxêv e.

Hevalê min xwe avête ortê, bi firansî got:

  • Ev çendeke mêvanê me hatiye Bangîyê, li vê derê nû ye û firansî baş nizane.

Jinikê lê vegerand, gotê:

  • Ma nikaribû, beriya hatina vira hewl bida, zimanê me hîn bûya.

Piştî wan gotinan min tiştek negot, lewma ne hewce bû meriv li ser vê mijarê tiştekî bêje, gotinan bidomîne. Ya yekem zimanê wan ê eslî ne firansî lê sango bû, ya dudya jî ne wek gotina wê bû, yanî mirov nikare di demeke kin de zimanekî nû hîn be.

Helbet mijara me ne ev e, mijara me bandora serdestan ya li ser bindestan e. Erê herçiqas Fransa ji Komara Afrîkaya Navîn derketibe jî, serdestiya xwe ya li ser mêjîyê wan dide domandin. Bi derketina Fransayê ve, dikaribûn wek miletekî serbixwe tev bigerin, xwe ji çand û zimanê firansiyan xilaz bikin, lewma êdî di bin şûrê kesî de nebûn, lê nekirin, yan jî nikaribûn…

Çîroka me kurda jî heman çîrok e. Wisa xuya ye, ku em tem û çêjeke mezin ji koletiyê dibînin û naxwazin boçika tirka berdin.

Çend roj berê kurdekî bi navê Hayrî Kasaç, di programek televîzyonê de, bo strandina lorîkekê kurdî, ku ew jî bîst saniye bû, xwe avête ber bextê tirkekî, lava û rica kir, ku destûrê bidinê. Digot :

  • Ciya min hema wisa dibêje, kurê min ez qet tiştekî ji stranên te fam nakim. Heke destûra we hebe, hema 20 sanîye, bi tenê bîst saniye destûr hebe ez dixwazim lorîkeke kurdî bo xatrê ciya xwe bêjim.

Dû lava û ricayan, zilamê tirk jî got, erê destûr heye, ka bêje…

Em ê çi çax hişê xwe bidin serê xwe, wek miletekî qedîm û bê minet tevbigerin. Êdî hişê xwe bidin serê xwe, dewr dewreke nû ye, sedsala bîst û yekan e. Keko ger xwe bawer bî, bi kapasite û qebilyet bî, ha ji te re twitter û youtube. Vidyoya xwe çêke (bila bîst saniya dirêjetir be), bi zimanê xwe bêje, ji kesî destûr nexwaze.

Carke din bifikirin, êdî Fransa ji welêt derketiye, dewr ne dewra berê ye. Bo axaftin, nivîsandin, xwendin û strandinê ji kesî destûr nexwezin, xwe pêş bixin, xwe pêş bixin.

Û vê jî bizanibin, koletî ji tayê xirabtir e, lewma dermanê tayê heye, lê  yê koletî û xwepiçûkdîtinê tune…

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Welat Agirî

Zanîngeha Uludagê (Bursa) da zanîst ( science) xwand. A niha mamostetiyê dike

Qeydên dişibine hev