Bîranînên misyonereka Tirk: ”Dağ Çiceklerim — Kulîlikên min yên çiyayî”

Bîranînên misyonereka Tirk: ”Dağ Çiceklerim — Kulîlikên min yên çiyayî”

Faris Medenî Marsil

 

“Keçên kurd fêrê tirkî kirine û yek ji wan ji tahsildar re tercumanî kiriye, lê tahsîldar tecawuzê wê kiriye û ew ji xwe intixar kiriye”

Sidika Avar, Midûra Enstutiya Keçan a Elezîzê ye, bi navê (Dağ Çiceklerim- Kulîlikên min yên çiyayî- Öğretmen Dünyası yayınları, Ankara 1999) bîraninên xwe nivîsandiye. Bîraninên wê piştî serhildana Dersimê ji salên 1939 heta 1959ê ye. Dem dema Mufetişiya Umûmî ye û mufetîş Abdullah Alpdogan e.

Sidika Avar ji Stenbolê ye lê bi dilxwazî xwestiye li Kurdistanê mamostetî bike. Di destpêkê de wek mamoste, pişte re wek midûr li Enstutiya Keçan a Elezîzê kar kiriye. Di Enstutiyê de beşek jî leylî (yatili) hebûye û di vî beşê de ew keçên kurdan ji gundan hinek bi zora sungiyên cendirmeyan û hinek ji bi dilxwazî anîye Tirkî fêrê wan kirine. Li gora wê, armanc ew bûye ku ew wexta bizewicin bibin dayikên zana û bi kultur û bi vê zanayariyê zarokên xwe mezin bikin; kurdan ji cahiliyê, feqîrî û belengaziyê, ji jiyaneka prîmitîv (ilkel) xelas bikin. Yanî li gor îdeolojî û felsefeya wê; yên Tirkî fêrbibin dibin hevdem yên nizanibin jî hovî û herç dimînin.

Di pêvajoyê de, ev îdeolojî tesîreka nedîtî li ser psîkolojî û ruhîyeta kurdan kiriye; kurd ji xwe, ji nasnameya xwe dûrketine; gav bi gav ber bi turkbûnê ve çûne. Piştî vê siyaseta înkar, asîmlasyon, rencîdekirin û piçûkxistin, zimanê wan yê serdest bûye tirkî û bêyî ku zanibin ew kî ne û mafê wan çi ne, bûne biyaniyê/xeribiyê hebûna xwe.

Di eslê xwe de wezîfeya Sidika Avar misyonerî ye û wek mîsyoner jî tevgeriya ye. Wê demê Elezîz, Bingol û Dersîm di bin fermandariya herêma Isyanê de bûye, ji aliyê Mufetişiya Umûmî a 4-mîn Abdullah Alpdogan dihat îdarekirin û selehetiya Mufetîş ji ya Meclîsa Mezin ya Tirkiyeyê zêdetir bûye û heta bi emirê wî însan dihatin dalqandin. Çûyina van wilayetan bi destûr bûye. Sidika Avar, bi îzîna Abdullah Alpdogan li qeza û gundên Elezîz, Çewlik (Bîngol) û Dersîmê geh bi hesp û qantiran, geh bi kamyon û cipan yek bi yek geriyaye da ku keç peyda bike û bîne Elezîzê di beşa Leylî (Yatliyê) de qeyda wan çê bike.

Yek ji kerekterên misyoneriyê ew e ku beriya misyoner ji bona armanca xwe here nav civatêkê din, divê fêrî zimên û kultura wê civatê bibe. Sidika Avar jî wisa kiriye; hindik be jî fêrî kurdî û urf û adetê kurdan hîn dibe, xwe dide heskirin û digihîje wê baweriyê ku ne bi zora sungiyên cendirmeyan, lê bi metodên heskirin û îqnakirinê dê û bavên keçên kurdan razî bike da ew keçên xwe bişînin mektaban û li wê ’ilm û îrfanê’ fêr bibin. Ne tenê li gund û qezeyan, her weha wê, xwe li mektebê jî daye heskirin û hinek qaîdeyan anîye ku wek nimûne dê mamoste li mektebê heqaretê li keçan nekin, wan piçûk nexînin û wan bi ”Kurda bi qemçik” (Kuyruklu kurd) û bi ”Herça çiyayî” (Dağ Ayısı) bi nav nekin. Yani mîsyoner ne bi siyaseteka hişk û qaba lê bi siyaseteka rindik û nermik keçan asîmle û terbiye kiriye û hewildaye bi sîstemê re entegre bibin.

Li gora Sidika Avar, wê demê di nav civata kurdan de baweriyeka wilo hebûye ku Tirk keçên kurdan ji wan distînin û pêşkêşî Ingilîz û Rûsan dikin; ji ber vê baweriyê jî kurd zû bi zû keçên xwe nedane/neşiyandine mekteban. Wexta gundî bi taybet jî bavê keçan bihîstine dê jendirme ya jî mudura mektebê yanî Sidika Avar dê bê keçên wan ji wan bistîne ew keçên xwe di emrê 12-13 salî de zewicandine.

Herweha ew di bîranînên xwe de li ser jiyan û têkilyên civakî, kulturî, aborî, cografî û qeşa û hewaya ya qeza û gundên Elezîz, Bîngol û Dersîmê jî disekine, berfa Karliovayê, taybetiyên çiyayên Dersimê û gundên Bingolê dinivsîne û bi taybetî li ser portreyên kêçên telebe nivîsiye.

Yek jê bêyî ku navê wê bêje keçikeke ku mezûniyeta wan a yekem bûye. Avar dinîvsîne; Ji Lolantenerê keçikekê me hebû, yeka bejinkin, henûn û hergav bi ken bû. Lingekê wê kin bû, ji bo vê seqetiya xwe veşîre meşeka wê ya bi aheng hebû.

Bi rojan tercumaniya tehsildarê ku diçe gundê wê dike, dema karê tahsildar xelas dibe bi nezaketa mêvanpereweriyê tahsîldar birê dike û pê re heta derveyê gund diçe, lê tahsildar li ber çem tecawuzê wê dike. Keçik bi wê şermê vedigere gund û nikare bi wê şermê bijî û piştî hefteyekê xwe avêtiye çem û xwe întixar kiriye .*r. 63)

Sidika Avar di misyoneriya xwe de serkeftî bûye. Enstutiya wê û bi taybet jî beşa leylî wek nimûne hatiye dîtin û ji aliyê Mufetişê Umumî yê 4-em Abdullah Alpdogan û Reîsêcumhur Ismet Inonî ve hatiye ziyaret kirin û pesnê wê hatiye dayîn. Bi sifata şovalyaya Turk a yekem hatiye binavkirin û ji bona vê xebatên wê, ew hatiye xelatkirin û şandine Amerikayê jî.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev