Zikrî Musa: Derfeteke baş ji bo gelê Kurd li Suriyê heye

Zikrî Musa: Derfeteke baş ji bo gelê Kurd li Suriyê heye

Zikrî Musa: Piştî neh sal qeyran û şer dîsa derfeteke baş

ji bo gelê Kurd li Sûriye li holê da ye.

Nivîskar Zikrî Musa di derbarê şerê Suriyê de dide zanîn

ku piştî neh sal qeyran û şer, dîsa derfeteke baş ji bo gelê Kurd li Sûriye

li holê da ye ku hîç aliyek serketiyê vî şerî nebûye.

Hikûmeta Sûriye li hemû rûyek ve lawaz e. 

 

Zikrî Musa: Piştî neh sal qeyran û şer dîsa

derfeteke baş ji bo gelê Kurd li Sûriye li holê da ye

 

Nivîskar Zikrî Musa di derbarê şerê Suriyê de dide zanîn ku piştî neh sal qeyran û şer dîsa derfeteke baş ji bo gelê Kurd li Sûriye li holê da ye ku hîç aliyek serketiyê vî şerî nebûye.

Hikûmeta Sûriyê li hemû rûyek ve lawaz e. Opozîsyona tundrew a Sûriyê serkeftinek bi dest ve neaniye. Tirkiye nekariye plana dagîrkerî û guherîna demografiyê bi cîh bike.

Sûriye gelek bi aliyan ve şepirze bûye. Da’îş têkşikaye û bereya terorê lawaz e. PKK nekarî Kurdistana Sûriye bike qurbanê xwe û bi vê sedemê xwe ji astengiyên navdewletî rizgar bike.

Her wiha birêz Zikrî Musa dibêje: Kurd cografya û hêz li ber dest da heye û li navendên navdewletiyan jî guh li wan tê girtin.

Berdewamiya babeta xwe de Zikrî Musa dibêje: Niha nêzîkbûn heye li navbera aliyên Kurdî da. Eger ewa ser bigrê Kurd dibê yarîkarekî serekiya Sûriye ku têk neçûye û peywendiyeke baş jî li gel hemû aliyek heye.

Şîretên Serok Barzanî ji bo aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê li dirustbûna vê derfetê de encama xwe hebûye.

Çavkanî: rojevakurd.com

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev