TÊRKANÎ (HERÊMA TÊRKAN), AMED

TÊRKANÎ (HERÊMA TÊRKAN), AMED

Xerîteçêkir û erdnîgarzanê navdar Abdurrahman Önen

heta niha xerîteyên gelek cî û warên Kurdistanê çê kirîye

û bi wê yekê va kedeke mezin kirîye nava karê nasandina welatê me

û wê nasandinê gelê kurd zêde evîndarê welatê xwe kirîye.

Herwiha  ew wan cî û waran gund bi gund, bi çem û çiyayê wan,

bi tevaya xwezaya wan va  va raberî me dike.

Vê carê zanyarê kurd xerîteya Têrkanîyê ya herêmeke Amedê bi me dide nasîn.

 

Abdurrahman Önen, erdnîgarzan

Têrkanî herêma Têrkan e, li Amedê herêmeke herî berfireh jî Têrkanî ye.

Têrkanî di nabêna çemên Dîcle û Embarê de dimîne. Sînorê Têrkanî yê rojhilat Çemê Embarê, yê rojava Dîcle, yê başûr rêya Amed û Farqînê, yê bakur rêya ji Pîran diçe Hênê ye.

Tir Elo (Tilelo) gundê Têrkan yê herî li başûr e, sînorê Têrkan yê başûr ji Tilelo dest pê dike û li hêla bakur bi Mûkrîyan bi dawî dibe.

Herî kêm 55 gund û 153 mezreyên Têrkanîyê hene. Piraya gundên Têrkanî li ser Sûrê ne (26 gund), 11 gund li Pîran, 8 gund li Gêlê, 7 gund li Hênê û 2 gund jî li Krazê ne. Şeheban li ser Bajarê Nû maye.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Neo

Qeydên dişibine hev