EM ZIMANÊ XWE DIXWAZIN!

EM ZIMANÊ XWE DIXWAZIN!

Banga Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed

UNESCOyê di sala 1999an de 21ê sibatê bi ”Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî” qebûl kir û ew ji 2000an vir de hersal vê rojê pîroz dike.

Armanca vê rojê ew e ku bala dêûbav, siyasetvan û perwerdekaran bikşîne ser giringiya zimanê dayikê û weha bike ku her kes ji aliyê xwe ve hewil bide li zimanê dayikê xwedî derkeve û wî biparêze. Armanc ew e jî, ku bala mirovan bikşîne ser wezîfeya wan ya hezkirin, pêşdebirin û parastina zimanê dayikê.

Zimanê dayikê di pêkanîna şexsiyeta mirovan de xwedî roleke herî giring û bingehî ye. Mirov her tiştî bi zimanê dayikê difikire, hîn dibe û dinirxîne. Mirov dikare hînî zimanên din bibe û pê pêwendiyan dîne, lê ew ziman tu carî nikarin şûna zimanê dayikê bigirin. Ji ber vê yekê ye ku zimanê dayikê mafekî herî bingehî yê her kesî ye. Pêşîlibergirtina vî mafî gunehkarî û sûçekî herî mezin yê mirovatiyê ye. Astengkirina vî mafî tesîreke piralî li ser tevahiya civakê dike, lê yên herî tesîr lê dibin zarok in.

Li gor agahdariyên UNESCOyê, li dinyayê 2 500 ziman li ber wendabûnê ne çunkî di dibistanan de wek zimanê perwerdeyî, di civatê de, di bazarê de û bi taybetî di nav zarokan de nayên bi kar anîn. Mixabin, kurdiya zazakî yek ji wan e. Zimanên weha, dûr yan nêzîk dê ji holê rabin.

Wek tê zanîn, miletê kurd, ji derveyî beşê başûrê Kurdistanê, ji hemû mafên xwe yên neteweyî, demokratîk, kulturî û perwerdeya bi zimanê dayikê bêpar e. Li Sûriyeyê, heta van salên dawîn jî, nivîsîn û perwerdeya bi zimanê kurdî qedexe bû û tenê erebî zimanê resmî yê dewletê ye. Li Îranê, weşana bi zimanê kurdî ne qedexe ye, lê perwerdeya bi zimanê kurdî nîne û hikûmet hîç rê nade ku zarokên kurd li dibistanan bi zimanê dayika xwe bixwînin.

Li Tirkiyeyê, kurdî di demekê dirêj de zimanekî qedexe bû û kurdan ji ber wê qedexeya dijwar gelek êş, kul û ezîyet dîtin. Di van salên dawiyê de, qedexekirina zimanî sist bû û hikûmeta Tirkiyeyê kanaleke televizyonê ya bi kurdî vekir û li hin zanîngehan beşên kurdî vekirin. Lê ji hêla resmîkirina zimanê kurdî û perwerdeya li dibistanan, tu guherandin û reform nehatine çêkirin û ew bendên qanûnan yên ku pêşiyê li vê yekê digirin her li cihê xwe ne. Weha dixuye ku desthilatdarên Tirkiyeyê naxwazin siyaseta nijadperistiyê berdin. Wan heta niha gavên cidî di warê mafên zimanî û kulturî yên kurdan û mînortîeyên din de ji bo pêkanîna mercên endambûnê di Yekîtiya Ewropayê de neavêtine û niyeta wan ku guhertinekê welê bikin jî tuneye.

Em Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî li hemû kurdan pîroz dikiin. Bi vê minasebetê, em banga xwe digehînin dêûbavan ku ew bi zarokên xwe re li malê bi kurdî biaxivin û wan ji zimanê dayikê û kultura kurdî bêpar nekin. Hêviya me ji siyasetvan û rewşenbîran ew e ku ew li ser daxwaza resmîkirina zimanê kurdî û bikaranîna wî di perwerdeyê de biîsrar û berdewam bin.

Di heman demê de, em bêdengiya UNESCO, Yekîtiya Ewropa û Neteweyên Yekbûyî rexne dikin ji ber ku dewletên kolonyalîst li pêş çavê wan siyaseta jiholêrakirina zimanê kurdî bêperwa dimeşînin.

Em dixwazin her yek ji me, çi kes û çi rêxistin, dengê xwe bigehîne UNESCO, Yekîtiya Ewropa û Neteweyên Yekbûyî û jê bixwaze ku ew dawî li vê bêdengiya xwe bînin, li mafên kurdan xwedî derkevin û hikûmetên Tirkiye, Sûriye û Îranê mecbûr bikin ku zimanê kurdî bikin zimanekê resmî û zimanê perwerdeyê.

21ê sibatê, roja zimanê dayikê pîroz be!

– Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê
– Kitêbxaneya Kurdî li Stockholmê

Derheqa nivîskar da

Gird Elî

Di sala 1964 an li Bakurê Kurdistanê, li gundekî Nisêbînê (Zorava) hatime dunyayê. Xwendina navîn û gimnaziya li Nisêbîn xwend. Li Swêdê jî pedagojî xwend û bû mamostayê piçûkan. Heta nuha du pirtûk çap kirine yek di sala 1994 an de bi navê MEHKÛM weşanên Welat, ya din jî di 2015 an de DEREWEKE PIÇÛK weşanxaneya Apec

Qeydên dişibine hev