”Avesta”yê ”Mem û Zîn” kir kitêba destan

”Avesta”yê ”Mem û Zîn” kir kitêba destan

Weşanên ”Avesta”yê bi dirûşma ”Ji bo ku her kes bixwîne û têbigihe”, pirtûka Ehmedê Xanî ”Mem û Zîn” bi kurdiya îro, bi qelema Jan Dost, wekî pirtûka destan çap kir.

Weşanên ”Avesta”yê daxuyaniyek belav kiriye û dide zanîn ku Mem û Zîna Xanî bi kurdiya îro wek kitêba destan ji nû ve çap bû, divê kes nemîne ku Mem û Zîn nexwendibe û jê fam nekiribe, ji vê çapê armanc ev e.

Weşanên Avestayê berdewamiya zanyariyên li ser vê pirtûkê de dibêje: Ji dema Ehmedê Xanî de heta destpêka sedsala 20an zimanê kurdî yê nivîsandinê zêde nehatibû guhertin.

Jixwe herfên latînî hîn nehatibûn meydanê û her kurdekî dikaribû Mem û Zînê bixwîne û kêm zêde jê fam bike. Lê piştî tevgera kulturî, êdî hêdî hêdî kurd dûrî klasîkên xwe çûn û her ku çû ji mîratê xwe yê wêjeyî qut bûn.

Pêşketina zimanê kurdî û bizavên nivîsandina bi kurmanciya paqij ev qut bûn bêtir bi cih kir û êdî ew peyvên di berhemên klasîk de ku nîşana ciwaniya wan berheman û şarezayî û hostetiya nivîskarên wan bûn, bûne kelem li ber fêmkirin û têgihiştina wan berheman.

Her wiha Avesta dide zanîn ku Mem û Zînê jî ji cûreyê tekstên ku girtî ne û herkes niha tê nagihîje. Ji ber vê yekê pêwistiya şîrovekirina vê tekstê hebû. Ev xebat ji bo ku Mem û Zîn bi hêsanî li ser zimanan bigere û bîrûbaweri û hizrên Xanî zindî bimînin hatiye meydanê. Em hêvîdar in ku ev xebat bibe pireke xurt di navbera xwendevanên îro û Ehmedê Xanî û berhema wî de.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev