
Di vê bernameya delal da serbilindîya gelê me, akademîsyen Kinyazê Îbrahîm bi awayekî têr û tije û dagirtî dîroka kurdên Sovyeta berê ji welêt girtî heta rojên me raberî guhdarvanan û temaşevanan dike.
Di wê da zelal xuya dibe, ku çiqasî jî dewleta Roma Reş ecêbên giran anîne serê gelê me, çiqasî jî serokatîya Sovêtîyê ya di dema Stalîn da di hindava gelê me da neheqîyên mezin kirine, lê dîsa jî me ber xwe daye, di hemû derecên jîyanê da gihîştine serketinên mezin, bûne akademîsyen û profêsor, karmendên navdar.
A sereke jî, em bi kurdî mezin bûne, bi hisreta Kurdisaneke serbixwe jîyane…