KOVARA DERÛNNASIYÊ PSYCHOLOGY KURDÎ BÛ 4 SALÎ

KOVARA DERÛNNASIYÊ PSYCHOLOGY KURDÎ BÛ 4 SALÎ

Hejmara nû ya Kovara Derûnnasiyê “Psychology Kurdî” derçû

 

Weke ku tê zanîn kovar di sala 2016an de bi dest bi weşanê kir û aniha bi hejmara xwe ya nû ya 10em 4 saliya xwe pîroz dike. Edîtorên kovarê di vê hejmara xwe ya nû de wekî dosyayê berê xwe dane mijara ‘Zayendî û Civakê’. Xwestine ku bi vê dosyeyê bi awayekî berfireh li ser mijarên ‘zayend, zayendî, zayendîtî, bêpergaliyên erka zayendiyê’ hûr bibin da ku hin pirsên civakê bibersivînin. Bi vê armancê cih dane gelek pisporên vê qadê û hewl dane ku di vî warî de pirsgirêkên sereke rave bikin.

 

Di vê hejmara 10em de;

 

Prof. Dr. Dr. Jan Ilhan KIZILHAN bi nivîsa xwe ya “Dîn, Trawma û Bêpergaliya Obsesîf-Kom­pulsîf -Hevbandoriya Trawma, Reftara Şûştinê ya Kompulsîf û Girêdaniya Dînî bi Jinên Penaber ên Tecawizkirî re- Xebateke Berawirdkirî” ku Fexri­ya ADSAY ji îngilîzî wergerandiye, cih dide xeba­teke xwe ya zanistî û rê û rêbaz, analîza daneyên xebatê û encama lêkolînê bi xwendevanan re parve dike.

 

Slavoj ŽIŽEK bi nivîsa xwe ya “Qaşo Bihêz­bûna Jinê û Herikbariya Zayenda Civakî Amûrên Dawî yên Kapîtalîzma Şirketî ne” ku Necat KES­KİN ji îngilîzî wergerandiye, behsa wê dike ku kapîtalîzm zayendiyê çawa dixe bin bandora xwe û rê li ber xwe-objekirina jinê vedike.

 

Doç. Dr. Burhanettin Kaya bi nivîsa xwe ya “Êdî Dinya Bû Qirêj” ku Mahmut CEYLAN ji tirkî wergerandiye, li ser qirêjiya gelek tiştan ra­diweste û bersiva pirsa ‘divê em bo vê qirêjiyê çi bikin’ê ji xwendevanan re vedibêje.

 

Prof. Dr. Arşaluys KAYIR li ser mijarên ‘za­yend, zayendî, zayendîtî û pirsgirêkên zayendiyê’ yek ji wan kesan e ku gelek xebat û lêkolîn kirine. Li ser van mijaran bi mamoste re hevpeyvî­neke berfireh kir da ku xwendevanên kovarê jê sûd werbigirin.

 

Prof. Dr. Doğan ŞAHİN bi nivîsa xwe ya “Or­gazm û Azadî”yê ku Kenan ÖRMEK ji tirkî wer­gerandiye, dide dû pirsa gelo di navbera orgazm û azadiyê de peywendiyek heye an na? Heger hebe ev peywendiyeke çawa ye? Şahin li ser vî esasî di­sekine û bi awayekî hurgilî serê xwe bi vê mijarê diêşîne.

 

Derûnnas Mihemed Elî ALÛCÎ bi nivîsa xwe ya ‘Hevzayendî û Bêpergaliyên Zayendî û Zayen­dîtiyê’ bi awayekî berfireh li ser mijarên hevzayen­dî, bêpergaliyên zayendî û zayendîtiyê û derman­kirina van bêpergaliyan radiweste.

 

Derûnbijîşk Dr. Azad DILDAR bi nivîsa xwe ya “Vajînîsmûs û Mêrên Vajînîsmûsê, Zayendî û Bêpergaliyên Fonksiyonên Zayendî”yê bi hurgilî li ser vajînîsmûs, bêpergaliyên fonksiyonên zayen­dî hûr dibe.

 

Prof. Dr. Cebraîl KISA bi nivîsa xwe ya “Şeva Pêşî Çawa Dibe Sedema Tirsê?” ku Şengul OGUR ji tirkî wergerandiye, bi awayekî berfireh li ser tir­sa şeva pêşî radiweste û sedemên vê ji me re rave dike.

 

Dr. Nurettin BELTEKİN bi nivîseke kirman­ckî tevlî me dibe û bi nivîsa xwe ya bi navê ‘Ruhê Însanan de Nuqteyê Tarî’ behsa girîngiya zimanê dayîkê di perwerdehiyê de û rûdanên trawmatîk yên têkildarî vê mijarê dike.

 

Dr. Sabahattin ŞEN bi nivîsa xwe ya ‘Sek­sûalîzasyona Kurdîtiyê di Sînemaya Tirkî de’ ku Siyabend ASLAN ji tirkî wergerandiye, bi hurgilî û bi mînakan behsa sekzûalîzekirina kurdîtiyê ya di sînemaya tirkî de dike.

 

Herwiha Antropolog Welat RAMÎNAZAD bi nivîsa xwe ya ‘Peywendîya Zayendî û Bedenî de Rijnayişê Ferasetê Bedeno Arzûnêbîyaye’, Derûnnas Baran GÜRSEL bi nivîsa xwe ya ‘Em Hemû Penaber in, Em Hemû Karker in, Em Hemû Civak in’ ku Reşo RONAHÎ ji tirkî wergerandi­ye, Derûnnas Leyla NISÊBÎNÎ bi nivîsa xwe ya ‘Pratîk û Polîtîkayên li ser Zayendiyê’, Derûn­nasê Klînîkî & Terapîstê Pirsgirêkên Zayendiyê Murat CAYMAZ bi nivîsa xwe ya ‘Zayendî û Derûniya Jinan’, Derûnnas Gulistan BARIK bi nivîsa xwe ya ‘Bi Nêrîneke Dîrokî û Civakî Ke­çanî’, Şêwirmendê Derûniyê Emrah AKBAŞ bi nivîsa xwe ya ‘Saw û Cûreyên Wê’ di kovarê de cih digirin û mêvanê wan yê ‘Pirs û Bersiv’ê jî şa’ir Berken BEREH e.

 

Hûn dikarin Kovara Derûnnasiyê Psychology Kurdî ji pirtûkfiroşan û ji malperên   www.pirtukakurdi.com, www.ajansjj.comwww.kitebakurdi.com peyda bikin.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev