Li Başûrê Kurdistanê Lêkolînek li ser Rexneya Edebî

Li Başûrê Kurdistanê Lêkolînek li ser Rexneya Edebî

Armanca me ji vê lêkolînê ew e, Edeba Başûrê Kurdistanê

ji bo perçeyên dinên Kurdistanê bidine nasîn, heta ji bo Kurdên Qefqasê jî.

Ev pertûk wê bibe pirek di navbera perçên Kurdistanê de

û bi taybetî Başûr û Bakûr û heta Kurdên Qefqasê jî.

 

Rebî Zêbarî

Rexneya edebî pişkeke ji edebnasîyê ye. Çendîn qonax û çax derbazkirî ne. Li her qonax û çaxê de rexnegirî bi awayekê serederî digel têksta edebî kirîye. Roleke baş lîstîye ji bo pêşxistina têkstên edebî. Çendîn teorî derketine holê. Derketina her teorîyekê ji bo sererastkirina şaşîyên teorîyên pêş xwe bû û li ser şaşîyên wan disekinî. Heta roja îro guhartin di rexna edebî de didomin.

Ev pertûk a min li Weşanxana SÎTAV we re weşandin. Sînorê vê lêkolînê, bi tinê wan rojname û kovarên di nava 1991-2003 wergirtîne, ku mijarên rexna edebî di nava xwe de dihewîne. Paşan lêkolîn li ser kovara Peyv di nava 2003-2009 kirîye. Helbet lêkolîna me bi tinê alîyê rexna edebî wergirtîye. Anku gotar û lêkolînên rexna edebî ji bo lêkolîna xwe wergirtîne. Çûnku piştî 2003’qonaxeka nû li Başûrê Kûrdistanê destpê kir. Herweha divê pertûkê de qala dîrok û rewşa rexneya edebî ya Kûrdî li Başûrê Kûrdistanê kirîye. Armanca me ji vê lêkolînê ew e, Edeba Başûrê Kurdistanê ji bo perçeyên din ên Kurdistanê bidine nasîn, heta ji bo Kurdên Qefqasê jî, ku ev pertûk bibe pirek di nava perçên Kurdistanê de û bi taybetî Başûr û Bakûr û heta Kurdên Qefqasê jî: rewşa rexna edebî di rojnamevanî a Başûrê Kurdistanê de di nava 1991-2009 eşkere bikin. Anku asta rexneya edebî li Başûr eşkere bikin.

Piştî lêkolîn li ser vê kovarê kirî, ew yek eşkere bû, ku rexnegiran bahra pitir li gorî bîr û boçûnên xwe têkstên edebî rexne kirî ne. Îcar ev bo egerê wê yekê, ku nivîskarê têkstê bersiva rexnegîrî de ye. Anku hin cara dibû şer û hêrişkirin li ser hev dû. Têkst dikir rêyek ji bo bersivdana hev dû. Herweha rêja teorîyên rexna giringî bi nivîskarî didin, pitirin ji wan teorîyên giringî bi têkstê û xwendevanî didin kêm hatîne kar anîn. Pehra pitir bi awayekê teorî qala wan hatî kirin.

Rebî Zêbarî, li gundê Şermin a navçeya AKRÊ ya herêma Duhokê a Başûrê Kurdistanê hat dinê. Zêbarî, perwerdeya xwe bi kurdî girt. Di sala 2013an de beşa Ziman û Edebiyata Kurdî a Zanîngeha Duhokê xilaskir. Her weha xwendina xwe a masterê jî di sala 2017an de, li ser beşa Ziman û Çanda Kurdî ya Zanîngeha Yüzyılıncıya Wanê kir û qedand. Çendîn lêkolîn li ser ziman û çand û folklora kurdî kirine û ev xebatên wî di hin rojname û kovaran de hatine belavkirin.

Pirtûka Rebî Zêbarî a bi navê Li Başûrê Kurdistanê Lêkolînek li ser Rexneya Edebî berhema wî ya yekemîn e.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev