Muzîsyenên ji Bremenê

Muzîsyenên ji Bremenê

Kurdî: Serdar Roşan

Hebû tune bû, carekê kerek hebû. Barê wî timî giran bû. Xwediyê wî jê re gelekî xirab bû. Ji ber vê yekê ker biryara xwe da ku bireve. Di wê navê de ker bihîst ku li bajarê Bremenê ji bo koma muzîkê dengbêj lazim in; ker da aqilê xwe ku bi wî zirîna xwe ya xweş, sedîsed dê ji xwe re karekî bibîne.

Ker berê xwe da Bremenê û çû; li ser riya xwe rastî kûçikekî pîr hat. Kûçik jî ji jiyana xwe aciz bû êdî nikaribû wekî berê li pez miqatebe û bera guran bide. Xwediyê wî wekî berê qîmet ne dida wî. Pirsa hevûdu kirin û paşê kerî jê re got “tu jî bi min re were, eger reyîna te xweş be, tu yê jî karekî di koma dengbêjên bajêr de peyde bikî. Were tu jî biceribîne!”
Piştî midetekê li ser riya Bremenê pisîgek jî tevî wan bû ku êdî nikaribû li mala xwediyê xwe mişkan bigire; her sê heval ber bi bajêr meşiyan.

Qasekê çûn û li ber gomekê rastî dîkekî hatin. Dîk li ser qurmê darekê bi hemi hêza xwe bang dida.
“Dengê te pir xweş e!” jê re gotin. “Xêr e, çima tu wisa kêfxweş î?”

“Kêfxweş?” dîk kelegirî got. “Xwediyê min difikire ku êvarê ji goştê min şorbeyekê bikelîne. Îro heta ji min tê ez bang didim; sibehê êdî ez tune me.!” Ker got:
“Tu jî bi me re bireve. Li Bremenê tu yê bi vî dengê xwe yê zelal navûdeng bidî!”

Niha çar heval bûn. Riya wan dûr bû; ber bi êvarê gihîştin perê daristanekê. Dunya êdî tarî dibû û koma hevalan gelek ditirsiya.

Ji nişkê ve li nav daristanê çirûskên ronahiyê dîtin. Ronahî ji pencereya xaniyekî piçûk xuya dibû. Hêdî hêdî û bi dizî xwe gihandin ber pencereya xanî. Ev xanî veşargeha çend diz û rêbiran bû. Ker rabû ser lingên dawî û her du simên xwe yên pêş dan ser lêva pencereyê; kûçik çil da ser pişta ker, pisîg hilkişiya ser pişta kûçik û dîk firek da xwe û li ser pişta pisîgê venişt; dixwestin bibînin ka li hundir xanî çi heye û çi dibe.
Li hundir çend rêbir û diz hebûn ku bi talana xwe ya dawî kêfxweş bûn û ji xwe re şahî dikirin. Gava kerê birçî û hevalên wî xwarina xweş li ser maseyê dîtin, hiş ji serê wan çû.
Ker serê xwe dirêjî hundir kir; pê re jî hersê hevalên wî gêrî hundir bûn û lembeya li ber pencereyê hat tefandin. Bi şikestina camê re ker ziriya, kûçik reyiya, pisîg newiya û dîk kir qare qar.

“Cin hatin, cin hatin!” dizan bi qîrîn got û reviyan. Piştî reva dizan, herçar hevalan bi kêfa dilê xwe têra xwe xwarin xwarin.
Paşê gava dê koma hevalan raketa, dizekî bi dizî hat û xwest bizane ka çi qewimî. Yê diz derî vekir û ber bi kuçik çû. Pisîg li ber kuçik veketibû û çavên wê dibiriqiyan; yê diz got qey kozirê agir e; destê xwe dirêjî wê kir. Lê pisîgê tavilê pencik avêt ruyê wî. Diz bi paş de gav avêt lê kûçik dev li çîpê wî kir.
Dîkê li ser maseyê lîsbuyî du sê caran bi hêz nikilê xwe li nav serê wî xist. Gava bi tirs û lerz ji xanî dê derketa, ker zîtikek lê da ku yê diz ji nav derî pengizî derve.

“Birevin!” diz bi qîrîn got. “Birevin! Cazûyekê pencik avêt ruyê min, dirindeyekê dev li çîpê min kir, cinawirekî bi beştekî ji pare li min da! Û …” Lê dengê wî êdî nediçû dizan, bi tirs û ziravqetiyayî reviyan, çûn.

Bi vî awayî xanî ji ker, kûçik, pisîg û dîk re ma. Gava diz reviyan gelek pere li wir hiştin; bi wan pereyan koma hevalan ji xwe re timî xwarina xweş kirîn û jiyaneke bextewar bihurandin.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev