Yek ji stiranên Evdalê Zeynikê

Yek ji stiranên Evdalê Zeynikê

DÎLBERÊ…

 

Mihemed Erzurum

 

Gidî heyran xaniyê bavê dîlbera min ji gund tek e
Heylo kewa min yeke bejn-zirav e, lo enî bi deqe e
Çav û biriyê delaliya dilê min reş e, lo reş-belek e
Heçiyê derdê dila dîtiye, bira loma ji min neke
Ramûsanê zer… Kewê ji min ra teberik e…

 

Heylê eman hayê lê Dîlber
Eman eman dil bi kulê Dîlber
Eman te ez helandim lêêê…

 

Gidî heyran xaniyê bavê Dîlbera mi lo du qanat e
Di riya navê Xwedê da, îro mi ne sebr e, lo ne taqet e
Heyla gidî heyran îro min ne bask e, lo ne qanat e
Xwezî bigotana heramê mêrê te nehatiye
Minê bida serê xwe, kolozê spî bihatama ba te.

 

Heylê eman hayê lê Dîlber
Eman eman dil bi kulê Dîlber
Eman te ez helandim lêêê…

 

Heyla derê mala bavê Dîlbera mi di qulbê da
Kewa minê îro derketiye ser banê xanî bulxur tev da
Kewê îro kolozê mi bi qaydê kofinga xwe girê da
Xwezî îro bira ji min re xebereke xêrê bihata
Bigotana îro heramê mêrê te miriye, kevna jina mi bi serda
Jina çê di destê mêrê heram da ne tê kuştin, ne tê berdan…

 

Heylê eman hayê lê Dîlber
Eman eman dil bi kulê Dîlber
Eman te ez helandim lêêê…

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev