”Kurd. Efsaneya Rohilatê” – 15

”Kurd. Efsaneya Rohilatê” – 15

Malpera me bi rêzenivîseke nû dest bi çapkirina berhemên ser dîrok, çand, ziman, wêje û zargotina kurdî dike, ku wê wergerên ji rûsî yên ji pirtûka gelekî delal ”Kurd. Efsaneya Rohilatê” bin, ku şîrketa neftê û gazê ya Rûsîyayê ”Gazprom”ê bi naverokeke gelekî xurt û dagirtî bi zimanê rûsî çap kirîye.

Bi bawerîya me, eva pirtûka ji hemû pirtûkên derheqa kurdan û Kurdistanê da, ku heta niha çap bûne, ya here serketî û bi bûyeran va têr û tije ye: him bi nivîskar û zanyarên di cihanê da gelekî binavûdeng va, ku nivîsên wan yên ser dereceya bilind û li ser bingehê ulmî, bi belgeyan va dewlemend di vê berhemê da cî girtine, him bi mîzanpaj û dîzayna xwe va, him jî bi xemilandina wêneyên dîrokî va, ku piranîya wan heta niha li tu cîyan çap nebûne.

Mizgînîyeke din jî ew e, ku ev berhema bêhempa wê di nava demeke kurt da bi zimanên îngilîsî, bi du zaravên zimanê kurdî – kurmancî û soranî çap bibe.

Berhema me a îro berdewama nivîsa ”ZIMAN, ZARGOTIN, WÊJEYA KURDÎ DI LÊKOLÎNAN DA” ye.

Em îro para wê a heftan çap dikin, beşên din emê ji berê va raberî we bikin.

Amadekar û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

 

Zera Elî Yûsûpova

ZIMAN, ZARGOTIN, WÊJEYA KURDÎ DI LÊKOLÎNAN DA – 7

* * *

Wêjeya klasîk ya bi zaravê başûr — soranî — di nîveka sedsala XIX destpê kir pêş ket, dema Mîrîtîya Baban bi peytextê xwe Suleymanîyê va bû navbenda jîyana sîyasî û çandî. Wê wêjeyê navên çar helbestvanên kurd yên binavûdeng derxiste meydana edebîyethizan: Nalî (1800 – 1856), Selîm (1805 – 1869), Kurdî (1812 – 1850) û Koyî (1861 – 1894).

Van wêjezanan, ku di wan deman da bi tradîsyonên helbestvanîya ereban-farisan va girêdayî bûn, herwiha nimûneyên qezelan, qesîdeyan, destanên mêrxasîyê û romantîkîyê nivîsîne, ku bi nazikaya diltazîn û evîna ber bi gelê xwe, zimanê dayîkê va dagirtî ne. Di nav wan helbestvanan da xwesma Hecî Qadirî Koy gelek navdar e, ku di berhemên wî da tradîsyonên klasîk bi mijara rojane ra, ku berê xwe dane daxwezên kesên sade, bi hev va hatine hûnandin.

 

(SERDAZÊDEKIRINA WÊJEYÎ)

Nalî

 

Qezel 

Bala xwe bide vê buharê, [van] kulîkên bêhjmar!

[Mêze] gul vebûye, [ew] bişkoş pê ra dikene,

[] ji peltê wî ewirî li ser tevaya erdê [têlên baranê]

Lihêfeke kesk a gelek nerm raxistîye,

Tepeyên darên şîn, высоких, mîna şaxekî buhuştê,

Bi gulên rûken mîna stêrkan xemilandî ye

[Buharew] jina  bilbilan e, [dema] xwe xilazkirina

ji kul û derdan û [dema] gulvedanê ye,

[Lê dû ra] ey, sûfî, ji me ra nebe asteng, [ne axir] tu ne ji me yî!

[Niha] li ser her darekê ronahîya [xwe] xuya dibe,

her kulîlkek rengê [xwe] heye,

[Û] her yek [ji wan] — diyarîya buharê ye, ku [] cihanê dewlemend dike.

[Û] dîsa di şerê di navbera berevkirên kulîlkan û baxçevan da

Bilbilê xwe li hêla [kulîlkê] girt, û dilê bişkojê ji cî leqîya,

Bi xalîçeya kesk û şîn va serê [çiyayên bilind] hatine girtin

[Lê] li berpalê [li her deran] xaşxaşkên sor in, ku meriv dixweze destê xwe bidê,

Rêzeçiya [bi wan ra] bûne wek agirê çiyayê Turê, ku [alav dide],

[Û] tu, Nalî, [weke Mûsa], pêlava xwe ji xwe bike û ser ra derbaz be!

 

(DAWÎYA SERDAZÊDEKIRINA WÊJEYÎ)

Di helbestvanîya dawîya sedsala XIX û destpêka sedsala XX ramana welatparêzîyê, şerê rizgarîyê-azadarîyê, herwiha mijara sosîalîyê pêş dikeve. Nûnerên giregirên wê dewranê yên binavûdeng – şairên navdar Şêx Riza Telebanî û Edeb Misbeh ed-Dîwan in. Lê ji nîveka sedsala XX di helbestvanîya kurdî da du rêyên sereke xuya dibin – ya bajarvanîyê û ya lîrîka romantîkîyê – di navbera alîgirên qanûnên gorî erf û edetan û helbestvanîya nûjen da şerekî giran diçe. Helbestvanên wê dewranê yên mezin – Pîremerd (1867 – 1950), Ahmed Muxtar (1878 – 1918), Ebdulla Zewar (1875 – 1948), Selam (1892 – 1959), Goran (1904 – 1962), Bêkes (1905 – 1948), Cegerxwîn (1903 – 1984), Hejar (1921 – 1991).

Gerekê bê destnîşankirinê, ku di efrandarîya van helbestvanan da cîyekî mezin wêjeya bo zaran cî digire, ku zêde nehatîye lêkolanê, lê dîsertasyona bo bidestxistina navê namzetê zanyarîyê ya zimanzan Nehîde Enwer Qadir ya bi sernavê “Wêjeya kurdî ya bo zaran li Îraqê. Gavên pêşketinê yên sereke” (1987) derheqa wê yekê da ne. Eva hewildana pêşin e derheqa sîstemkirin û lêkolînkirina dîroka wêjeya bo zaran, ku ji alîyê helbestvan Zewar, Pîremerd, Bêkes û Goran da hatine destpêkirin – ku wana berhemên bo zaran gelek nivîsîne (destan, helbestên bo zaran).

Lê hostayên pêşin di karê helbestvanîya zaran da, gorî malûmatîyên xwedîyê dîsêrtasyonê, helbestvan O. A. Rehîm, F. A. Emîn û A. A. Fredon bûn, ku berevokên helbestên bona zaran çap kirine di bin navê ”Mêrxasên paşerojê” û di wan da pirsgirêkên perwerdehîya kurdan ya di hêla sosîalî, moralî û sîyasî da hatine azirûkirin û ronîkirin.

Helbestên şair A. A. Şewman bi mijara xwe va pircûre ne, ku di berevoka wî a sala 1971ê da çapbûyî cî girtine: ”Textê nivîsarê yê dibistanê”, ”Jimar”, ”Dijwarî”, ”Beytik”, ”Daxwez”, ”Qarîtk”, ”Li hewşê”, ”Dolîdang”, ”Baxçe”, ”Mozê hingiv”, ”Ewir” û yên din.

Xudanê dîsertasyonê kitêba A. V. Nûrî a bi sernavê ”Ziyareta zaran”, berevokên serpêhatîyan yên A. Sucadî ”Buhara herdemî” û ya N. Melle ”Keştîya Nuh”, berevokên helbestan yên Ş. Fettah (”Keskesor”, ”Hevalê zaran”) û yên din dihesibîne wek nimûneyên helbestvanîya zaran ya nûdemê. Di dawîyê da em dixwezin gotinên têorîzan A. Nûrî bînin derheqa rola wêjeya zaran di jîyana civakê da: ”Ji wêjeya zaran xweştir li cihanê tu tiştek tune, ji ber ku armanca wê perwerdekirina zaran e û fêrbûna derûnîya zaran e…” (”Ziyareta zaran”, Suleymanîye, 1940).

* * *

Helbestvanîya kurdan ya nivîskî, ku di nîveka pêşin a sedsala XX (1918 – 1945) xuliqî, wek tevaya wêjeya kurdî, hela tam nehatîye lêkolanê, lê dîsa jî bûyerên sereke yên pêşketina wê kêm-zêde zelal in. Di karê xweragirtina wêjeya kurdî da nivîskarên nifşên berê – helbestvan, nivîskar, weşanger û rojnamevan roleke mezin lîstine: Huznî Mukrîyanî, Îbrahîm Ahmed, Pîremerd, Dildar, Selam, Bêkes, Hejar, Goran û yên din, ku mijarên nivîsên wan yên sereke kurteçîrok, serpêhatî, novel û destan bûne. Ev mijar di salên 1950 – 1960 di nava efrandarîya nivîskarên genc – Şakirî Fettah, Muherem Mihemed Emîn, Marûf Barzincî da – bi xurtî pêş dikevin. Wan nivîskaran di berhemên xwe da bi awayekî serketî ramanên civakî û şerê bo ji bindestîyê rizgarkiirina milet û welatê xwe raberî xwendevanan kirine. Di karê pêşketina efrandarîya wan da mijarên nivîsara vekirî (prosa), wek kurteçîrok û novel, ew kirine hezkirîyên xwendevanan.

* * *

Ji hemûyan kêmtir wêjeya bi zaravê kurdîya bakur – zazakî (dunbulî, dimilî) hatîye lêkolan, ji ber wê jî kêm hatîye naskirin û belavkirin. Lê wek ku ji nivîsên kurdên zaza bi xwe tê xuyakirin, bi wî zaravî herwiha wêjeya olî û bedewetîyê heye.

Mesele, di gotareke di kovara ”Armanc” da (1987, hejmar 12) çapbûyî, ku li ser bingehê malûmatîyên di kitêba Baba Merduh Rehanî heyî da hatîye nivîsar, navê du helbestvanan derbaz dibe, ku bi zazakî nivîsîne. Yek ji wan helbestavana ku di sedsala XIX da jîye Heyran-xanim Dunbulî ye, ku keça Mîr Kerîm-xan Dunbulî ye. Di dîwana wê a helbestan da weke pênc hezar beytên bi zimanên kurdî, farisî û tirkî hene. Ewê herweha nivîsên derheqa siteyrkzanîyê da jî nivîsîne. Helbestvanê din – Pîr Îlyas Dêrsimî – xudanê berhemên olî ye, ku bi zimanên kurdî û tirkî hatine nivîsîn. Ji wêjeya olî ya bi zaravê zazakî herwiha kitêba ”Mewlûd” (“Destana derheqa rojbûna pêxember da”) ya Mela Ahmed Hesî (Dîyarbekir, 1894) û destana hema bi eynî navî ya Ûsman Efendî (Siwêreg, 1933) jî navdar in.

Bi vî zaravî çapemenîya berfireh heye, ku derheqa wê da di kitêba bi sernavê “Rojnamevanîya kurdî li Kurdistana Bakur û Tirkîyê, di salên 1908 – 1981 da” bi hûrgilî tê gotin û xudanên wê berhemê Malmîsanij û Lewendî ne (Uppsala, Swed, 1989). Malmîsanij herwiha bi amadekirin û çapkirina ferhenga zazakî-tirkî (Uppsala, 1987) û wek xudanê “Berevoka helbestan” (Uppsala, 1988) navdar e. Wî herweha nimûneyên helbestvanîya gelêrî bi zaravê zazakî (Uppsala, 1992) daye çapkirin.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev