ŞANAZIYA ÇANDA KURDÎ

ŞANAZIYA ÇANDA KURDÎ

Zeynelabidîn Zinar, nivîskar/lêkolîner 

Bêguman şanaziya Çanda Kurdî, Medreseya Kurdî ye. Temenê wê 1070 ye.
Medreseya Kurdî pir berfireh e, kûr û pir jî hûr e.
Ji ber hindê têgihîştina wê, ne karekî hêsan e.
Îro rewşenbîrên Kurd bi xwe jî, agahdariya wan a zêde li ser Medreseya Kurdî tune. Ji xwe agahdariya rewşenbîrên cîranên Kurdan weke Tirk, Ereb û Farisan hema bêje ji binî li ser Medreseya Kurdî tune. Ji ber ku ew Medreseya Kurdî napejirînin.

Medreseya pêşî li Kurdistanê, di sala 950 de li Hemedana paytext vebûye û hin bi hin şaxên wê li herêmên Kurdistanê belav bûne.
Rewşenbîrê pêşî ku ji vê Medreseyê derketiye, Baba Tahir Hemedanî (938-1020) bûye. Ji Baba Tarih Hemedanî re, Baba Tahir Uryanî jî tê gotin. Sedemê vê gotinê jî ev e ku nasnameya wî biguherînin.

Siltan Selahedînê Kurd Eyûbî (1138-1193), gelek şaxên zanistiyê xistine Medreseya Kurdî û wek zanîngeh daye domandin. Hin ji wan şaxan ev bûne:

1- Serf û Nehwa Erebî.
2- Tefsîra Quranê
3- Hedîsa Pêxember
4- Zanista Mentiqê
5- Tewrên Axaftinê
6- Zanista Xweşbêjîyê
7- Zanista Ragîhandinê
8- Zanista Kelamê
9- Zanista Hikmetê
10- Zanista Qanûnê
11- Hiqûqa mîratê
12- Zanista Wehdaniyetê
13- Zanista Usûlê
14- Zanista astronomî û astrolojjiyê
15- Zanista Tendurustiyê
16- Zanista Hesabê (matematik)
17- Zanista Felsefê
18- Zanista Siyasetê
19- Zanista Leşsaxiyê

 

Selahedînê Kurd, piştre projeya Medreseya Kurdî biriye Misrê û di Zanîngeha Ezherê de jî bi cih kiriye.

Bêguman gelek êrîşên hovane hatine ser Medreseya Kurdî:
Cara pêşî Şah Ebasê Sefewî, di sala 1501ê de fermana şewitandina Medreseyên Kurdî daye.
Cara dawîn jî, Mistefa Kemalê Makedonî/Ataturk medrese dane şawitandin.

Gelek rewşenbîrên mezin ji Medreseyên Kurdî derketin û şeqla xwe li mêjûyê xistine.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Zeynelabidin Zinar

Bav û kalên wî tev mela bûne û ders dane şagirdan. Ew bi xwe jî berhemê Medreseya Kurdî ye. Wî 11 sal Medrese, 3,5 sal Imam-Xetîm, çar sal lîse xwendiyte. Rêvebirê malpera www.pencinar.se e. Bi dehan pirtûkên folklorî çap kirine.

Qeydên dişibine hev