”Kumreşî” birîneke me ya kûr û dîrokî ye.

”Kumreşî” birîneke me ya kûr û dîrokî ye.

Şemsettin Işıklı

Çendek berê min li ser hîsên me yên neyînî; dexesî, çavnebarî û kumreşiyê çend rêzik nivîsîbû. Dostekî ezîz ji min re mesaj şand got te bi şaşî têgiha ”kumreşî”yê bi kar aniye û got ”kumreşî” tenê di navber jin û mêrê de heye. Min xwest niqaşeke berhemdar li ser hin têgihên me çêbe. Aniha jî ez ê li ser wan têgihan li gor fehma xwe rawestim û îzah bikim. Bêguman şîroveyên min jî dê niqaşbar bin.

Di zimanê tirkî de tenê peyva ”kiskançlik”ê heye û hin caran jî peyva ”hased”ê di heman wateyê de bi kar tînin.

Lê di kurmanciya me de dexesî, hesûdî, çavnebarî, zikreşî û kumreşî hene. Her yek ji van têgihan xwediyên wateyên taybet in. Di navbera wan de cudahiyên nuansî hene.

Dexesî û hesûdî hema hema di eynî wateyê de ne. Dexesî hema hema bi hemû însanan re heye. Hin caran bêzerar e, zêde naxwiyê û hin caran jî xwe bi awayekî neyînî dide der. Hin caran jî bandoreke erênî çêdike û dibe sedemê reqabeteke berhemdar.

Zikreşî di hin însanan de heye, xwe zû dide der. Mirovên zikreş tu başî û tu qencî ji tu kesî re naxwazin. Hema xûyên (siruştên) wan ew e. Reflekseke derûnî ye. Pirî caran zerar nadin tu kesî jî.

Çavnebarî hîseke cuda ye. Hin caran ev têgih wek biwêj jî tê bikaranîn. Çav bar negirtin. Gava tiştekî yekî/ê (heval, cînar, nas, eqreba) hebe xweşa wî/wê naçe û çavên wî/wê bar nagire lê binêre an qebûl bike. Mînak: Taksiya cînarekî hebe, yê/ya çavnebar nikare bi çavekî mirovane li wê taksiyê binêre an lê siwar be. Çavnebar pirî caran zerar nade, lê hin caran jî di nav xwe de nifir dike.

Lê kumreşî ji van hemûyan cidatir e. Bi giştî di nav jin û mêrê de heye lê ez dizanim ku ji bo zarokan jî dihat bikaranîn. Kumreşî bi çend awayan derdikeve meydanê.

1- Gava ku mêr jina xwe ji her kesê rasthatî biheside, ji siya her kesî, ji eqrebayên wê yên dereca yekemîn de (ku bê îmkan e) dexesî bike, ji zaroyan an kalan biheside. Yanê bê sînor be.
2- Gava ku mêr ji ber dexesiyeke bêbingeh zilm û eziyet li jina xwe bike.
3- Ji bo ku xwe mafdar derbixe derew û buxtanên xeyalî diavêje stûyê wê.

Heman tişt ji bo jinê jî dibe. Ji bo zarokan jî dibe. Gava ku zarokekî/ê li ya/yê din zilm dikir, diqurmiçand, lê dixist an def dida ser agirê an cihekî talûke digotin ”kumreşî” dike.

 

Bi ya min gava ku têgihekî çêbû êdî em nikarin wê bi sînor bikin êdî ew dibin giştî, wateyeke giştî li wan bar dibe.

Gava ku siyasetmedar an kurdperwerekî/e me bi îdiayên bêbingeh, nerast lê bixebite îtibara ya/yê din bişikîne û wî/wê ji çav derxe em ê ji wê re çi bêjin, gelo?

Ez dixwazim ku sîyasetmedar, rewşenbîr an kurdpewerên me zerar nedin hev. Rexnekirin, pêşniyarkirin, şîretkirin, tewsiyekirin, hişyarîkirin dibe û divê ku hebin jî. Lê nabe ku em li reşkirina hev bigerin û bixebitin. Bila ”kumreşî” qedexeyeke xwezayî be di navbera me de.


Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev