Nameyên evînî – 117

Nameyên evînî – 117

Xwendevanên delal, em beşa xwe a bi navê “Nameyên evînî”, bi rêberîya nivîskara malpera me Nura Şane berdewam dikin.

 

Hûnê di nivîsên Nurayê da evîna ser asta bilind, paqij, wek ava çavkanîyan zelal hîs bikin, a here giring jî, bi zimanê dayîkê.


Belkî dijwarîya here mezin di vê beşê da ev be: -Emê çawa bikin ku evîna mezin û erf-edetên kal û bavan li hev bikin, bi hev ra bikemilin û rêya xwe a bextewarîyê bibînin?

 

Hêvîya me di çareserîya vê pirsê da ew e, ku evîna mezin herdem rast e, madem rast e, gerekê bi ser keve.

 

Em îro nameyên evînî çap dikin, ku ji Nura Şane a delal ra hatine şandin. Ew ne tenê bi pênûsê hatine nivîsar, lê bi dil, ruh û hîsan va jî.

 

¤¤¤

Min qet texmîn ne dikir, ku keçek bo min horî be û bo min bibe mamosta, bizîşk, dibistan, xew, xewn, berbang, lezet, di ser da jî jîyana min a berî xwe ber çavên min ewqas biçûk, ewqas pûç, ewqas bêtahm û ewqas reş bike.

 

¤¤¤

Du evîn pir xurt in: 1.Evîna pêşin, ku di jîyanê da carekê dibe. 2.Evîna rasteqîn, ku di jîyanê da carekê dibe. Lê ji wan xurttir jî ew evîn e, ku herdu bi hev ra dibin. Anaha a min herdu bi hev ra ne. Bawer im, ku cem te jî wisan e.

 

¤¤¤

Demek hebû min ji xwe ra îzbat kir, ku ez ji te hez dikim. Dû ra demek hat min ji xwe ra îzbat kir, ku ji te hezkirin ewqas mezin e, ku min dergehên hemû kesên ku min dikaribû ji wan hez bikira (helbet, dema min te nas nekira) girt, heta daxwezek hebû, ku wan derîyan wisa bigirim, ku tu caran venebin û tu kes nikaribe veke. Niha jî ji te hezkirin ewqas pir bûye, ku tirsek kirîye dilê min: -Ji hezkirina te dîn bibim û ji vê xweşîyê mehrûm bim, bêpar bim.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev