Hunermendê mezin serê xwe danî ax û berên sar…

Hunermendê mezin serê xwe danî ax û berên sar…

Seîd Yûsiv bi xwe qala jîyana xwe dike!

Ez di 10ê Nîsana sala 1947an de li bajarê Qamişlo tara Qedûr Beg hatime dinê. Bavê min hostayê avakirina xaniyan bû, ez tenê ji bavê xwe re çêbûme. “Wehîd im”, ne xweh ne jî bira!

Ji zarotiya min ve bavê min digot lawê min bi gelek lawa ye! xwe bi min didît, ji ber ku di dibistanê de xêza destê min pir ciwan bû û min şêwekarî jî dikir. Ev hemû berî ku ez berê xwe bidim hunerê. Civaka me civakek feqîr û perîşan bû, her xwe dûrî pêşxistinê dixist, ji şêx û meleyan bawer dikirin. Tê bîra min carê me ji xelkê re digot hûn şahiyên xwe li kolanan çêdikin, hemû toz e, ka carê ji xwe re holan bigrin. Wî heyamî holê şahiyan yên birayên me yên Xiristiyanan bûn, digotin wa em ê çawa keçê xwe û jinê xwe bibin hola wan!? Pirsgirêkên civaka me zehf hebûn û mixabin heta niha jî hene! Piştî ku min tilîyên xwe baş fêrî bizqê kirin û navê stranên min jî derketibûn, min hin şevbuhêrkê taybet lidar dixistin, li vir û li wir, dost û heval, ez nedisekinîm, wek perwerdeyekê bû ji min re, vê dawiyê min nema dikaribû bela xelkê ji xwe vekim, bû wek karê min, tê bîra min di sala 1968an de min dawetek lidar xist, 25 kaxetê sûrî dane min.

Afirandin tiştekî xuzayî ye, bi mirov re tê, min ji xwe re digot ez dikarim tiştê xweş binvîsim, çaxa min helbestek dinvîsand û awaz dikir, min ji cemawerekî re digot û ez ji nivîsandina helbestê û çêkirina awazan newestiyame. Seydayê Cegerxwîn ji min re got: -Çima tu helbestên min awaz nakî û nabêji? Min got: -Seyda, helbestên te ne yên stranan e, gote min ew raste ne yê stranan e, bi rastî ez nizanim helbesta stranî çêbikim! Helbestvanê Kurd cudahiyê naxin di navbera helbesta “helbest” û helbesta stranî de! Her wisa di çêkirina mûzikê, li Awropayê pêşî mûzîkê çê dikin, paşê helbestê jê re peyda dikin. Hunermendê Kurd pêşî gotinan tîne û paşê jê re awazan çêdike! Ew jî şaşiyeke pir mezin e! Ji ber mûzîkjen “Awaz danêr” di nav Kurdan de tune ne, ew gotinan dinvîsîn û awazan ji wan gotinan re peyda dikin. Min gelek parçê mûzîkê çêkirine, di sala 2013an de, tîpa mûzîkê ya Niştimanî ya Sûrî 12 parçeyên mûzîkê yên min çêkirbûn bi orkêstrake mezin di mala Opera de li Şamê lêxistin.

Min bêtirî 1000 stranî çêkiriye, pêwîst e ku ez tomarkirna gelek stranan ji wan nû bikim. Ez bo hemû tiştî ez amade me, dilê min bi wan stranan ve maye ku hîn wek tomara berî 30-40 salî mane, yê ku dixwaze vê bangê guhdar bike dikare têkiliyan bi min re bike! Ya ku ez ê vî navî bidim kê, hin min kesek neditiye ku ez navê xwe bidimê, ji ber ku mîrekî ew nav daye min, pêwîst e ez bidim amûrjeneki jêhatî, lê hîn min ew nedîtiye, tevî ku kurê min Zoro ji % 70 ji min bir, nikarim vî navî bidmê, dibe ku hin hebin hîn min ew nas nekiribin!

Çavkanî: bernamegeh.org

Desteya rêvebir ya malpetra RIATAZA bi dilekî kovan serxweşîyê dide malbeta Seîd Yûsiv û tevaya gelê kurd bo kirasguhastina hunermendê ber dilê me ezîz…

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev