Pirsgirêka Peyitandina Xwedê

Pirsgirêka Peyitandina Xwedê

Ali Gurdilî 

 

Di dema destpêka felsefeyê de, derbarê peyitandina Xwedê de gelek delîlên cihê hatine raberkirin û ji nav wan delîlan sê delîlên bijare, bi gelek şêweyên cihê hatibin bikaranîn jî, meriv dikare bibêje ku heta roja me jî hatine û girîngiya xwe parastine.

Peyitandina (Şiroveya) Mebesta Zanistî

Li gor vê argumentê, pîlan û armanceka gerdûnê heye. Wate, gerdûn pîlankirî û xwedî armanc e, ku Xwedê vê yekê dimeşîne: Dara berûyê berûyan digre, stêrk wiha tevdigerin ku meriv dikare bi tevgera wan bizanibe. Wisa xwiya ye ku her tişt li gor pîlan û armanceke dilive û dimeşe. Ev argument ji ber ku dixwaze her tiştî li gor armancê şirove bike, bi navê ‘peyîtandin/şiroveya mebestiya zanistî’ hatiye zanîn. Lêbelê meriv dikare bibêje ku piştî pêşveçûna zanistî, girîngiya vê delîlê wekî a berê nemaye. Çimkî li gerdûnê ne tenê rêkûpêkiyek (aheng, lihevkirin), bivênevê kaosek (tevlîhevî, neahengî) jî heye û dibe ku ev meseleya ahengiya gerdûnê, zêde hatibe nepixandin. Ji bilî vê yekê, gelo meriv ta çi radeyî dikare bibêje ku armanca her tiştî heye? Bêguman, ev mesele jî ciyê nîqaşê ye.

Peyitandina (Şiroveya) Afirandina Gerdûnê

Li gor vê argumentê jî tu tişt ji ber xwe ve çênabe û heke gerdûn hebe, teqez afirînerekî gerdûnê jî heye. Ev şirove wiha diparêze ku ti tişt, ji ber xwe ve nayên hebûnê. Qelsiya vê argumentê ew e ku meriv heta bêdawiyê jî dikare li paş vegere û li afiranderên afirenderan bipirse. Heke di hebûna gerdûna bêhempa de, pêdivî bi heyîneke din hebe, nexwe ew heyîn ji gerdûnê bêhempatir e; wê demê gelo em ê çawa bikaribin vê yekê şirove bikin? Yanî dema ku em şiroveyeke peyda bikin jî, divê em ji wê şiroveyê re şiroveyekê peyda bikin û ev yek heta hetayê jî dikare bidome.

Peyitandina (Şiroveya) Ontolojîk  

Peyva hebûnê ‘ontolojî’, ji bo hemû mineqeşeyên ku derbarê xwezaya heyînê de ne, derbasdar e. Wisa tê zanîn ku îcadkarê vê delîlê Anselmusê Xoşewîst (1033-1109) e, ku 16 salan sermetraniya Canterburyê kiriye. Anselmus wiha gotiye: ‘Li heyînê herî bêhempa û bêqisur bifikirin; ew heyînê ku hûn lê difikirin heke ji bilî hebûna xwe xwediyê hemû wesfên ku têne xwestin be, nexwe ew ne heyînê herî bêhempa û bêqisur e. Lewre ayan e, heyîneke ku heye ji heyîneke ku tune ye bêhempatir e. Ji ber vê yekê jî, heyîna herî bêhempa û bêqisur, beriya her tiştî divê ku hebe. Lêbelê, gelek ramyar li dijî vê şiroveyê derketine û gotine ku ev şirove ne derbasdar e. Derbarê vê meseleyê de meriv dikare bibêje ku şiroveya herî serkeftî û zelal, şiroveya Immanuel Kant e. Belam ev peyîtandin hêjî ciyê nîqaşê ye û di roja me de jî, carekê din bûye rojeva feylesofan.

Di roja me ya îroyîn de, piraniya feylesofan wiha difikirin ku peyitandina Xwedê ne pêkan e, wate bêîmkan e. Helbet ev yek nayê maneya tunebûna Xwedê, tenê tê maneyê ku bi rêya aqil peyitandina Xwedê ne pêkan e.

Çavkanî: Dîroka Felsefeyê – Ali Gurdilî 

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Ali Gurdilî

Ali Gurdilî civaknasekî kurd e. Li Zaningeha Egeyê, beşa civaknasiyê û piştî çend salan zaningehê diqedîne. Nêzîkê 15 sal in hewl dide da ku di hindek warên zanistî û felsefî de bixebite. Heta niha gelek gotarên wî yên zanistî û felsefî di kovar û malperên kurdî de hatine weşandin. Gurdilî xwedî û berpirsiyarê Malper û Kovara Felsefevan e.

Qeydên dişibine hev