ÇÎROK Û KEVÎyên SÎMIR RÛDANÎ

ÇÎROK Û KEVÎyên SÎMIR RÛDANÎ

Mela Mihyedîn

 

Kengî bû nayê bîra min. Bi saya xebatên Sîbera Dengî min li dengê Sîmir Rûdanî guhdarî kir. Dema min guh da awazên wî, ez mest bûm. Pir kêfa min jê re hat. Pişt re jî rabûm û min li tevahîya albuma wî guhdarî kir.

 

Bi piranî albumên pêşî yên hunermendan pir serkeftî nabin lê albuma wî ya pêşî xebatek pir û pir bi serkeftî bû. Navê albumê jî “Bi Çîrokî” bû. Keyfa min pir û pir jê re hat. Hingî min guh da stranên wî, hema bêje min tevahî jiberkirin. Her çiqasî hemû stranên albumê serkeftî bin jî dîsa di nava wan de favorîyên min “Serxweş” û “Dîsa Bi Tenê” ne. Ez bawer im heger hûn guh bidin vê albumê hunê pir jê hez bikin. Hûn ê di stranên wî de leqayî zaroktîya xwe bibin.

 

Karê hunermend ew e ku timî hunerê biafirîne. Hunermend bi saya afirandina hunerê xwe jî tînê meydanê. Xwe û şexsîyeta xwe li hunera xwe zêde dike. Rengê dil û mejîyê xwe dide hunera xwe. Lewma wexta meriv guh dide albumekê ya meriv guh dide tenê ne album e jîyan û rengê hunermend bi xwe ye.

 

Dema hunermend dest bi hunera xwe kir nikare raweste. Ji bo ku karê hunermendî tim xebat e û tim afirandin e. Heger hunermend karekî baş û serkeftî kir û feyzek zêde ji hunera xwe wergirt, wê demê daxwazek pir bi heybet di dilê hunermendî de derdikeve meydanê. Ew daxwaz jî afirandina hunera nû ye.

 

Piştî Sîmir hunera xwe ya ewil bi awayekî hostayî afirand, daxwazek pir bi heybet di dilê wî de şax veda. Rabû bi dilekî rehet û bi gavên xurt dest bi xebata albuma duduyan kir. Du meh berê jî albuma xwe ya duduyan ya bi navê “Kevî” derxist û di platformên muzîkê de weşand.

 

Ev albuma dawî jî wekî albuma yekê pir serkeftî bû. Çawa derket min guh da hemû stranên wî. Dengekî wisa li ser Sîmir heye ku meriv qet jê aciz nabe. Bi wî dengê xwe yî nerm pêşî “Bi Çîrokî” ji nava dilê xwe ji me re çîrok got û niha jî me li ”kevîyên dilê xwe” digerîne.

 

Hemû stranên vê albumê jî mîna hev xweş û bi tam in. Ji serî heta dawî guhê xwe didim vê albumê û keyfa min pir jê re tê. Her çiqasî hemû stranên albuma dawî serkeftî bin jî, favorîyên min yê vê albumê “Rojên reş” û “Gulhavîn” in.

 

Werin hûn jî guh bidin deng û rengên Sîmir Rûdanî. Ez bawer hûn ê jî wekî min feyzek mezin jê bigrin.

Werin guh bidin çîrokên wî.

Werin li ”kevîyên dilê wî” bigerin û mirovekî xweşcamêr û canik nas bikin.

 

Ji bo guhdarîkirinê:

 

Youtube: https://www.youtube.com/channel/UCwXjYqWW1L_Exc9piMegNJA

 

Spotife: https://open.spotify.com/artist/1vUeMyVS2BjSClUxw5uwiA?autoplay=true&v=A

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Mela Mihyedîn

Zaroktîya wî di nav ‘erûz û berhemên klasîk de derbas dibe. Ji bo ilm berê xwe dide Hezex, Batman û Stenbolê. Herî dawî li Amedê xwendina xwe temam dike û îcazeta xwe ya beşa Mamosetîya Zanistên Civakî werdigire. Demeke dirêj li Amedê dersdariya Ziman û Wêjeya Kurdî dike. Nivîsên wî di kovarên “Nûbihar” û “Wêje û Rexneyê” de derketine.

Qeydên dişibine hev