Serxweşîya FKKS bo wefata Dr. Ciwan Heqî (Batu)

Serxweşîya FKKS bo wefata Dr. Ciwan Heqî (Batu)

Hevwelatiyê me Dr. Ciwan Heqî (Batu) di 26.02.2020ê de li Stockholmê ji nexweşîya qanserê wefat kir. Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swed (FKKS) ji malbata wî re sersaxî û sebirê dixwaze. Bila serê gelê kurd sax be!

Dr. Ciwan (66) zewicî bû û bavê 3 zarokan bû.

Meytê wî dê li Stockholmê bihê definkirin.

Dr. Ciwan Heqî (Batu) li Şirnexê, bakurê Kurdistanê hatiye dinê. Wî xwendina xwe ya tibbê di sala 1987an li Bulgaristanê temam kiriye û heman salê hatiye Swêdê û li Swêdê wek doktorê psikiyatirî xebitiye û demek ciheke xwe yê doktoriya psikyatirê li Stockholmê vekiriye û serbest kar kiriye.

Dr. Ciwan li gel doktoriya xwe bi karê nivîskariyê re jî mijûl dibû. Bi navê quncikê ”Şûjin” di Kurdistan Press, Berbang û kovara xwe ya Rojbaş de nivîs wek formên fable nivîsiye û ev nivîsên wî wek kitêb bi navê “Şûjin” li Stockholmê ji aliyê weşanxaneya Apec (2000) ve hatiye çapkirin.

Pirtûka wî ya duyemîn jî bi navê “Xeta Sor” li Stenbolê weşanên DOZê (2007) çap kiriye.

Welatparêzê rasteqîn herweha xwediyê malperên MediaKurd.com û serwext.com bû.

 

Desteya Rêvebir ya malpera RIATAZA bi dilekî kovan serxweşîyê dide binemala doktor Ciwan Heqî û tevaya gelê kurd bo wefata welatparêzekî bêhempa û zaneyekî bi kemal. Wek dibêjin: -Li vê dinê bûye, bira li wê dinê nebe.

 

Riataza

 

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev