Berhema akademîsyan Kinyazê Îbrahîm li Hewlêrê hate çapkirin

Berhema akademîsyan Kinyazê Îbrahîm li Hewlêrê hate çapkirin

Behseke xêrê ji paytextê Kurdistana Azad

Yek ji karmendên Ofîsa serok Barzanî Zikrî Musa,

ku di karê ronahîdîtina vê berhema delal da xwedî kedeke pir e,

bi daxweza malpera me ev nûçeya xweş ji me ra şandîye. 

 

Pirtûka ”Kurd: Dîrok û Dema Nû” ku ji aliyê Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyev hatibû nivîsandin, li Hewlêra paytexta Kurdistanê ji aliyê weşanxaneya ”Xaney Mukriyanî bo çap û belawkirdinewe” ve hate çapkirin.

 

Nexşesaziya çapa yekem a pirtûkê ji aliyê Goran Cemal Rewandizî ve hatiye amadekirin.

 

Çapa yekem a pirtûkê li sala 2020 bi 500 dane û li çapxaneya ”Tehran” hatiye çapkirin. Pirtûka bi navê ”Kurd: Dîrok û Dema Nû” 286 rûpel e.

 

Her wiha ji aliyê Birêvebiriya Gişti ya Kitêbxaneyên Giştî ve bi jimara 2822 li sala 2019 jimara spartinê wergirtiye.

 

Her wiha weşanxaneya ”Xaney Mukriyanî bo çap û belawkirdinewe” li ser malpera www.mukiryani.com kar û xebatên xwe bi awayeke elektronî jî pêşkêş dike.

 

Profêsor Kinyazê Îbrahîm sipasîyeke germ li karmendê di serokatîya Kurdistana Başûr da birêz Zikrî Musa û nûnerê demkî yê Hukumeta Herêma Kurdistanê li Rûsîyayê Daner Mustefa dike, ku  di karê ronahîdîtina vê berhema delal da kedeke mezin dan û ew kirine milkê hemû kurdên ku bi herfên aramî dixwînin.

Em bikine bîra we, ku ev berhema du cildeyî sala 2018an ji alîyê Weşanxaneya DOZê li Stembolê bi kurmancîya latînî çap bûye û ji alîyê xwendevanan da bi dilgermî hatîye qebûlkirin.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev