Maksîm Gewriyê: Kî xwe biavêta Çiyayê Şengalê, rizgar dibû

Maksîm Gewriyê: Kî xwe biavêta Çiyayê Şengalê, rizgar dibû

Mam Maksîmê suryanî dibêje:

 – Gava ez diçim nava civata Êzîdiyan, temenê min dirêj dibe.

Xwezî bi wan rojên berê û ne bi yên niha.

 

Newaf Mîro 

 

Di serdan/şîna rehmetiya xaltîka min Hewê de, ez bala xwe didim zilamekî bi girêdana fransiya bi fotor û bi bedlê li hevhatî li ser maseyekê rûniştiye. Min silav jî dayê, ez derbas bûm û çûm li ser maseyeke din rûniştim. Gava em çûn ser sifrê, ew li tenişta min rûniştibû. Ya rast ez li tenişta wî runiştim. Xwarin û vexwarina wî jî weke girêdana wî bi edeb bû. Axirê nizanim çawa çêbû, lê min hişte ew bide xeberdan. Min jê pirsî û wî di nava axaftina xwe de got: -Xwezî ez li gundê xwe û di nava êzîdiya de bûma, dê emrê min ew qasî din dirêj û xweş ba.

Dibêje; ez ji Erboyê me. Bi ser bajarê Nisêbînê ve. Sê bira bûne. Di sala 1929 de li gundê Erboyê hatiye dunyê. Wî her kar kiriye, lê karê wî yê sereke rezvanî, cotkarî, bi destê xwe dims, bastîq, helîm û ji bo xwe û hezkiriyên her şerab jî çêkiriye. Baş zane bi destê xwe şeraba suryaniya ya ji rez û mêwê Tor Abdînê çêke. Mixabin ku hê jî ew şerab û tiriyên wê herêmê weke bi nirxên xwe nebûne malê bazarê.

Mam Maksîm qet neçûye dibistanê. Di sala 1945ê de bi xanima xwe Sitiyê re dizewice. Bavê pênc law û sê keça ye. Mixabin ku meriv di çavê wî de dibîne ku êşa Sitiya wî hê jî pê xuya ye. Diçe leşkeriya tirka di navêna çil rojî de fêrî tirkî dibe.

Mam Maksîm dibêje; “di dema fermanê de derdorê Dêr Melkê girtin lê nekarîn xwe zû bi zû bigihînin me, derdorê 20 mirovên me kuştin. Hingê bavê min rehmetî Îsa Begendî neçar bû, di sala 1918ê de, xwe biavêjin bextê çiyayê Şengalê. Diçe rehmetiyê Hemo yê Şero bi xwe ji wan re dibe alîkar û li nav şênî ji bo malbatên me, yên ji ber fermanê reviyabûn nan û xwarinê didin hev. Ji bo debara jiyanê karê gavanî û şivantiyê dabûn bavê min. Rehmetiyê bavê min jî dibe gavanê gund, ji bo êvarê nanekî bidin wî. Gava kevaniyê malê timayî dikirin û nan nedidan wî, ew raste rast diçû ba rehmetiyê Hemo. Gava Hemo gazincên bavê min bihîst dikeribî û digot:

-Welleh welleh yê nebe ji xwe nîne, yê heyî wê nanekî her êvar bide bê galegal. Dibêje bavê min bi çavê xwe dîtiye ku çawa dest û tiliyên jinên Ermeniya jêkirine û zêrê di hustû û tiliyên wan birine. Di dema fermanê de yê xwe bigihanda ba rehmetiyê Hemoyê Şero, ger ne ji birçîbûnê û tîbûnê ba, ji kuştina destê îslamê rizgar dibû. Di salê tunebûnê û fermana de Çiyayê Şengalê û Êzîdiya em parastin û hemêza xwe ji me re vekir. Bi qasî deh sala bavê min li Çiyayê  Şengalê dimîne, heta rewş aram dibe. Bavê min ji xwe re dibêje; ger ji bo rezê bavê min bi destê xwe danîbe jî, ezê vegerim Herboyê û vedigere gundê xwe Herboyê. Êdî li gund dizewice û mal û xanî ava dike. Ji biniya Qertmînê heta bi Girê Mîra hemû cîh û warê Mesîhiya bû. Lê îro jî em xwedî lê derkevin besî me ye. Qedera me, wê axê û Êzîdiya bi hev ve girêdayî ye.

Mam jî weke gelek Suryaniya di sala 1984ê de berê xwe dide Almanyayê. Li bajarê Delbrück cîh war dibe. Ji jiyana xwe ya li Almanyayê bi gilî gazin e. Her weha ji siberoja Suryaniya bi reşbînî û guman e.

Mam Maksîm dibêje: gava ez diçim civata Êzîdiya temenê min dirêj dibe. Xwezî bi wan rojên berê û ne bi yê niha. Bila em û Êzîdî, dîsa weke berê cîranê hev bûna, û bila êzîdiya dîsa diziya rezê min bikira û dikene.

Ez gelekî şabûna xwe bi mam Maksîm re parvedikim, tevî ku roja şînê û heznê ye jî. Min gava bi wî re xeber dida gelek car rehmetiyê Aramê Tîgran dihate bîra min û ber çavê min.

Êzîdiya gelek xelkên din re kirin û heta niha jî dikin, lê min ne dîtiye ku dilê xwe wûsa ji Êzîdiya re vekirine û qala qenciya Êzîdiya kirine. Lê mam Maksîm dilê xwe ji me re vekir û bi zimanê xwe yê xweş, reng û tevna Torê anî li ber me raxist. Xweziya misilmana jî wek mamê Maksîm qenciyên Êzîdiya bianîna ziman û ne çav berdana mal û milkê wan.

Bi hêviya ol nebe nakokî ji bo pêkvejîyanê.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev