Jina rewşenbîr, çeleng û dengxweş Aslîka Qadir

Jina rewşenbîr, çeleng û dengxweş Aslîka Qadir

Îro, 1ê adara 2020an de, 75 salîya yek ji jinên navdar ên Kurdên Sovêta berê Aslîka Qadir temam bû. Aslîka Qadir ku ji sedsala borî destpekirî heta niha di karûbarên hunurîyê û civakî yê gel de cihê berbiçav girtiye, yek ji jinên Kurd e ku di dîrokê de piştrast kiriye ku jin dikarin rolên bi bandor bileyizin. Aslîka Qadir jî wekî hunermendên wê demê di Radoyaya Êrîvanê de çend sitranên xwe, ji sitranên gelêrî tomar dike.

Tê zanin, ku Aslîk xanim xweya dengê zelal û şêrîn e, ku ew yekem hunermend e ku di salên 1964 – 1965 de sitrana “Welatê Me Kurdistan e” gotiye û tomar kiriye. Sitrana “Welatê Me Kurdistan e” pey sirûda “Ey Reqîb” bûye sirûda duyem a neteweya kurd û hetanî roja îroj jî ev sitran hêj bi zewqeke mezin va tê guhdarîkirin. Her wiha ev sitran bûye nasnameya hunerî ya Aslîka Qadir. Hunurmenda dengxweş hetanî niha jî bi dengê xwe yê zîz û bihêz hestan tevlihev şîyar dike. Îro roja ji dê bûyîna xanima awazxweş, rewşenbîr û çeleng e.



Malpera Riataza bi dil û can roja ji dê bûyîna xanima delal û ezîz, Aslîka Qadir pîroz dike, xweşbextîyê, saet û qewatê, temenê dirêj û serketinên mezin jê re dixweze, bi hêviya ku dîsa salên dir ê j ew ê qada hunerê bi dengê xwe bixemilîne.

Fermo, guhdarîya bernameya radyoya Riataza pêşkêşî jîyan, hizir û hunera Aslîka Qadir bikin.

Amadekar û rêvebira bernameyê Bêlla Stûrkî ye

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev