Kurdî qedera min e

Kurdî qedera min e

Min dizanibû kurd hene, kî ne û çi ne,

ez ji rewşa kurdan agahdar bûm, lê min muzîka wan nedizanîya,

haya min ji xezîneya stranbêjîya kurdî tunebû 

Încîl Selçûk 

Gava di şahî û konserên kurdan de bi kurdî distrê, mirov dibêje qey ew bi eslê xwe kurd e. Wexta mirov guhdarîya dengê wê dike, ew deng mirovî bi xwe re dibe çîya û zozanên Kurdistanê yên berz û bilind. Divê ez vê jî bibêjim; bi qasî stranên wê rûgeşîya wê jî dişibe ya keçên kurd. Min çend pirs arasteyî Eléonore Fourniau kir, ka ji bo çi û çawa keçeke fransiz hewcedarî bi strandina kurdî dibîne û ji nav bi dehan zimanan berê xwe dide stran û lorîkên me yên kurdî.

Çîroka stranbêjîya te ya kurdî çawa dest pê kir, ji ber çi te ji nav bi dehan zimanan berê xwe da stranên kurdî?

Ji bo ez bikaribim bersiva vê pirsê bidim, divê ez hinekî behsa jîyan û serpêhatîyên malbata xwe bikim. Dê û bavê min her du jî dîrokzan in, li ser Asyaya Navîn gelek lêkolîn kirine: li Ozbekistan, Tacikistan, Tirkmenistan, Kirgizistan û Kazakistanê. Ew bi gelek zimanên rojhilatî dizanin: farisî, tirkî, rûsî. Ew ne tenê Asyaya Navîn, belê Tirkîye û Kurdistanê jî baş nas dikirin. Gava ew ciwan bûne  qasî du sê salan li Stanbolê jîyane. Xaltîka min jî li ser kurd û elewîyan doktora kirîye û demeke dirêj li Stenbolê maye. Bi malbata min re eleqeyeke mezin heye ji bo welatên Rojhilat, ne tenê Kurdistan bi giştî eleqeya wan ji bo çand û zimanên rojhilatî heye. Wexta ez piçûk bûm em li Ozbekistanê diman. Li wir ez hînî zimanê rûsî bûm, lê zimanê ozbekî hîn nebûm. Bi giştî ziman û dîrokê her tim bala min jî dikişand. Min li zanîngeha Fransayê beşa dîrokê xwend. Xwendina beşa dîrokê ji bo min ezmûneke pir zehmet bû, pê re pir westîyam. Min xwest salekê biçim welatekî cuda, bi tiştekî cuda re eleqedar bibim. Ez çûm Stenbolê. Stenbol ji bo xelkê Ewropayê cihekî pir dilniwaz e. Dema ez li wir bûm min dît gelek kes ji Ewropayê tên ji bo geşt û gerê. Li wir min despêkê dixwest hînî ziman, saz û muzîka tirkî bibim.

Erê, min dizanibû  kurd hene, kî ne û çi ne. Ez ji rewşa kurdan agahdar- bûm lê min  muzîka wan nedizanîya, haya min ji xezîneya stranbêjîya kurdî tunebû. Ez wek xwendekarê mêvan çûm ÎTU’yê (Zanîngeha Teknîkê ya Stenbolê) beşa konservatûara muzîkê. Min du sal û nîvan li wir xwend. Li ÎTU’yê beşa dengî, ne hemû lê piranîya xwendekaran ciwanên kurd bûn. Lewma wan pir bala min kişand, ez hinekî ji wan hîn bûm. Me komek bi navê “Esman” ava kir. Despêkê em sê kes bûn paşê jî bûn çar kes. Berî em wê komê ava bikin hevaleke min a fransî demeke kurt li wir ma, wê hejmara jineke kurd a bi navê Xalîdeya Dengbêj dabû min. Gotibû ku ew diçe li cem wê xwe hînî dengbêjîyê bike. Ez matmayî mam ji ber ku min peyva dengbêjîyê qet nebihîstibû, min nedizanî ka dengbêjî çi ye. Min got ev çawa dibe ev salek e ez li vir im û min tiştekî wiha nebihîstîye. Ez rabûm li Xalîdeya Denbêj gerîyam û min ew dît. Heyvê carek du car çûm cem wê min dersa dengbêjîyê jê girt. Ne derseke profesyonel bû lê em li ser meqam, qirik û deng xebitîn. Erê ne dersa akademîk bû lê ji bo min baş bû, ew tişteke cuda bû, ez hînî stranan dibûm. Paşê me komek ava kir. Pir enteresan e, di komê de wan alîkarîya min dikir lê min jî di konservatûarê de alîkarîya wan dikir. Mînak; min digot ev stran li dengê we tê, wan jî dixwend û bi ser diketin. Yanî ez dikarim bibêjim wan ez perwerde dikirim lê min jî ew ji bo bi kurdî bixwînin motîve dikirin. Min pir dixwest ew bi kurdî bixwînin, me wisa berdewam dikir.

Baş e, wexta tu bi kurdî distrê tu çi hîs dikî û stranên kurdî yên tu dixwînî tu gotinên wan jî fam dikî gelo?

Belê ez bi giştî gotinên wan fam dikim. Bi rastî ez nizanim ji ber çi ye, lê gava ez stranên kurdî dibêjim ez wê dîrokê jî hîs dikim pir û pir jê hez dikim.

Tu asta stranên kurdî çawa dibînî?

Ez di asteke pir jor de dibînim. Pir matmayî dimînim ji ber ku vê çandê gelek li ber xwe daye û li ber xwe dide. Civaka kurd ne tenê ya kevin bi xwe re tîne, di heman demê de jenerasyona nû jî edebîyat, sînema û muzîk tiştekî diafirîne. Min gelek mirovên emrê wan di ser 50’î re dîtin dengbêjî dizanibûn, ji bav û bapîran derbasî wan bûye. Lê mixabin ji wan derbasî jenerasyona nû nebûye, ev jî cihê xemgînîyê ye. Erê jenerasyona nû jî distrê, diafirîne lê erebesk û wekî din e. Dengbêjî kêm e mixabin. Belkî ez kêm dizanim lê min wisa dît.

Heke em stranên kurdî û yên cîhanê bidin ber hev, çi cudahî di navbera stranên me û yên cîhanê de hene?

Di stranên hemû cîhanê de hin tiştên hevbeş hene jixwe; çîrokên wan carna dişibin hev, muzîk û teknîkên deng jî lê ez nikarim bi hev qîyas bikim ji ber ku ez bi fransizî û îngilîzî nastirêm. Ji ber wê ez nikarim bi muzîka firansizî re miqayese bikim. Lê heke tu ji min bipirsî ka ji bo te çi ye ferqa wan, ez dikarim wiha cewab bidim: dema ez stranên kurdî dibêjim ez gotinên wan, çîrokên wan hîs dikim û girêdanek di navbera min û guhdarvan de çêdibe. Ji ber ku di her straneke kurdî de ji bo guhdarvanan bîranînek heye, belkî ji dayika xwe guhdar kirine, an jî birîneke wan tîne bîra wan. Mînak: min duh li salonê “lay lay” got, ew strana rojhilatê Kurdistanê ye. Kesên ne ji rojhilat bin belkî çîroka wê zêde nizanibin tenê wek stranekê guhdarîya wê dikin lê yên ji rojhilat in ez dibînin ew li ber stranê bi hêstrên xwe nikarin û digirîn. Yanî her stranek fonksîyona wê di jîyana mirovan de cihê wê cuda ye, ez vê hîs dikim. Lewra her strana ku ez dixwînim ji bo min jî taybetmendîyek wê heye. Ez hema wisa ketober nastrêm, stranên bijarte dixwînim. Ez aşkera dikarim bibêjim ku ez bi hestîyarî nêzîk dibim hem hestên xwe tev lê dikim hem jî hestên guhdarvanan hîs dikim.

Wexta tu tev li şahî û konseran dibî, tu rastî bertekên çawa têyî, guhdarvan ji bo te eleqeyeke çawa nîşan didin?

Piranî bertekên baş in. Car caran ew dibêjin ‘ev ji bo me şerm e, çawa dibe ew ne kurd e lê bi kurdî distirê em kurd in lê bi kurdî nizanin.’ Ez dibînim ku di nav wan de tiştek şîyar dibe, bi rewşa xwe ya hatine asîmilekirin dihesin. Heke ez bixwazim ji bo zimanê kurdî tiştekî bikim encax ez bi vî hawî dikarim bikim. Belkî ne bi zanebûn dikim lê di encamê de ev derdikeve holê. Belkî di jîyana xwe ya rojane de hay ji asîmilebûna xwe nîn in lê gava yeke/î bîyanî tê û bi zimanê wan distrê wê çaxê bi xwe dihesin, bi halê zimanê xwe dihesin. Ev jî ji bo min dibe enerjîyeke pozîtîf, ez dibînim ku bi kêrî hişyarkirinê tê.

Ez heman pirsê ji bo malbat û der dora te bikim. Bertekên wan li hember te çi ne, bi taybetî dayik û bavê te vê yekê çawa dibînin?

Ew bi karê min şanaz in. Zimanê bav û kalkê min oksîtanî ye, bavê min aktîvîstekî zimanê oksîtanî bû. Wî gelek xebat dikirin ji bo zimanê oksîtanî wenda nebe. Ez dibêjim qey hestîyarîya min jî ji wir tê. Tê bîra min em jî gelek caran diçûn meş û çalakîyan. Bavê min havînan em dişandin kampan ji bo em bi oksîtanî hîn bibin û ji bîr nekin. Gelek caran ji me re digot: “Ji bîr nekin ku berî sed salan yek kesekî jî li van deran bi fransizî xeber nedida, lê niha bi giştî fransizî dipeyivin.” Helbet ev hesasîyeta bavê min bandor li min jî kirîye. Ez jî wek bavê xwe li hember zimanên li ber talûkeya bişaftinê ne pir hestîyar im. Zimanê kurdî jî yek ji wan zimanên e ku ez di bin talûkeya wendabûnê de dibînim. Erê gelek kes bi zarokên xwe re bi kurdî dipeyivin lê mixabin min bi çavê xwe gelek malbatên nezan jî dîtin ku kurdî hînî zarokên xwe nedikirin, hay ji zimanê xwe nebûn. Ez carna difikirim; gelo piştî bîst salên din dê ev ziman di çi rewşê de be? Dizanim ne sucê wan e, ji bo zimanek bijî û nemire perwerdeya bi wî zimanî divê hebe. Mixabin kurd ji perwerdeya bi zimanê xwe bêpar in. Lê divê kurd ji bo zimanê xwe bixebitin. Mînak min hinek dîtin bi zarokên xwe re bi tirkî diaxivîn. Min got: “Çima tu bi kurdî napeyivî? Wî digot: “Dema mezin bibe ew ê bi xwe hîn bibe.” Lê bi rastî ne wisa ye, divê kurd zarokên xwe despêkê hînî zimanê xwe bikin û her tim bi wan re bi kurdî biaxivin.

Duh di dema konserê de gotineke te bala min kişand, te got: “Ez gelek caran diçim komeleyên kurdan ji bo kurdîya min bi pêş bikeve lê wexta ez diçim cem wan rûdinêm ji ber ew piranî bi tirkî dipeyivin ez nema dikarim kurdîya xwe pêş bixim” te ev gazin wek henek kir, an bi rastî wisa ye ?

Erê, mixabin. Dema ez diçim komeleyên kurdan, mirovên li wir bi min re bi kurdî diaxivin ji ber ku ew dizanin ez dixwazim hînî kurdî bibim lê bi hev re, di nav hev de bi tirkî diaxivin. Ji bo min ev tiştekî ne xweş e.

Tu herî zêde kîjan dengbêjê/a kurd guhdarî dikî, ji kîjan dengbêjan hez dikî ?

Dengbêj Şakiro û M. Arifê Cizrawî, Cemîl Horo, Ayşe Şan û Meryem Xan û gelekên din, lê herî zêde Şakiro û M. Arifê Cizrawî.

Tercîha te ya zimanê kurdî, heke em bi yek hevokê bersiva te bixwazin sedem çi ye ?

Bê guman polîtîk e. Erê zimanek li ber wendabûnê ye lê miletê kurd jî di bin zordarîyê de ye. Lewra ez dibêjim ji bo min ne tercîhek bû; divîyabû ez bikim û dikim. Wek ku ez bibêjim ev qedera min e û ez qedera xwe dijîm.

Herî dawî wek dengbêjeke bi kurdî distrêyî, dixwazî ji guhdarvanên xwe re çi bibêjî, peyama te ji bo wan çi ye ?

Rast e muzîk gelek tiştan di xwe de dihewîne lê rewşa miletê kurd jî li ber çavan e zordestî li ser heye. Bila zimanê xwe ji bîr nekin, ji ber ku ziman dîrok e, ziman nasname ye. Heger zimanê xwe ji bîr bikin ew ê wenda bibin. Ziman her tişt e.

Eléonore Fourniau kî ye?

Eléonore Fourniau di sala 1987’an de li Parîsa Fransayê hatîye dinyayê. 3 salan li Ozbekistanê jîyaye. Perwerdeya xwe li ser dersên pîyanoyê dîtîye û di sala 2010’an de beşa dîrokê xwendîye û bi dawî kirîye. 5 salan li Tirkîyeyê jîyaye. Tev li gelek konser û festîvalan bûye û bi hunermendên wekî Mîkaîl Aslan, Sylvain Barou, Efrên Lopez û gelekên din re derketîye ser dikê û stran gotine. Elêonore Fourniau stranên kurdî dibêje.

Çavkanî: Xwebûn

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev