Rojbûna serbilindîya tevaya gelê me Aslîka Qadir pîroz be!

Rojbûna serbilindîya tevaya gelê me Aslîka Qadir pîroz be!

Pîrozbahîya malpera RIATAZA û FNDK bo rojbûna dengbêja navdar

Jîyana Aslîka ber dilê hemû kurdan ezîz ji roja buharê a pêşin destpê bû û welatparêzîya gelek kurdan jî ji wê rojê destpê bû, dema wê bi radyoya kurdî a Rewanê ji cihanê ra got “Welatê me Kurdistan e”. Wê rojê hinek ronakbîrên me bizdîyan, di ber xwe da û eşkere gotin:

-Welatê me Yekîtîya Sovyet e. Aslîk çawa cesaret dike dibêje welatê me Kurdistan e? Hela em bêjin, Aslîk 20 salî ye, lê berpirsyarê radyoyê ku dengê wê dide qeydkirin û bi radyoyê belav dike, ew çawa natirse?

Lê wan kesan nizanibûn, ku ev gotinên ji stirana Aslîkê tenê destpêka nîşanên wê yên welatparêzîyê ne, ku gelek cîyan, heta ser asta here bilind jî, xuya bûn. Nimûneyeke welatparêzîya wê ew bû, ku dema li Zanîngeha Rewanê di beşa zimanê îranî da dixwend, di minaqeşe-devjengîyên bi xwendkarekî ra yên derheqa dîroka kurdan û dîroka ermenîyan da, herdem zora wî kesî dibir, ku di paşdemê da ew kes bû serokkomarê Ermenîstanê.

Aslîkê tevaya jîyana xwe bi xemila zimanê kurdî û bi hesreta Kurdistanê derbaz kir. Li paytextê Ermenîstanê, di malbeteke welatparêz da, ku hemû zaroyên malê xwendina bilind sitendibûn, mezin bû, li wir mêr kir, li wir bû xwedîya kur û keçeke xwendî, zane û wek dayka xwe welatparêz, bi ermenî û rûsî perwerde bû, di ser da jî bêqusûr fêrî zimanê farisî bû, lê herdem jî zimanê dayîka xwe ser hemû zimanan ra girt.

Sala 1985an dewleta Sovêtîyê Aslîkê wek zaneya zimanê îranî şande Afxanistanê, li wir bû wergervana zimanê rûsî-darî. Pişt ra careke din vedigere Rewanê, di dibistaneke paytextê komarê da tê hilbijartin wek seroka beşa xwendinê û sêkrêtara rêxistina partîyê ya dibistanê, pey wê ra bo kar derbazî Wezîreta Perwerdehîyê dibe û li wir dibe metodîsta ziman û edebîyeta ermenî. Wek xebatkareke zane û êgin dibe delegata Kongreya Partîya Komûnîstîyê ya Ermenîstanê.

Îro jî Aslîk bi hişmendîyeke welatparêzîyê va dagirtî tevî wan hemû karan dibe, ku dikarin alî pêşketina çand û hunermendîya gelê me, avabûna dewleta me bikin. Di konferansên ser kurd û Kurdistanê da amade dibe û xeber dide, li dor sifreya şahîyê bi dengê xwe yê zîz distirê, dema referandûma bo serxwebûna Kurdistanê çû gelê xwe ruhdar bike û dema behseke wisa dibihê, ku zirarê didine gelê me û welatê me, tu dibêjî qey ew Aslîka nazik û deng zelal diçe, dewsa wê Aslîka berk, sert û bi hêrs tê. Heta di hêrsa wê da jî nazikayî heye…

 

P.S. Di vîdêoyê da Aslîka Qadir li Kölnê bi zimanekî delal, zelal û wek şîrê dayka xwe helal Referandûma Kurdistanê pîroz dike, dû ra bi kilama xwe a “Welatê me Kurdistan e” bi hezaran amadekar heyrî dihêle…

 

Desteya Rêvebir ya malpera RIATAZA û Federasyona Navnetewî ya Diyasporayên Kurdan rojbûna welatparêza ku bi dengê xwe gelek kes kirin welatparêz, pîroz dikin û jê ra tundurustîya baş, jîyaneke bextewar û pêkhatina hemû xewn û xeyalên wê dixwezin!

 

Serokê Federasyona Navnetewî ya Diyasporayên Kurdan

Akademîsyan Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyev

Berpirsyarê giştî yê malpera RIATAZA

Yûrayê Şamil Nabîyev

 

 

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev