Rojeva ji rojevê dûr

Rojeva ji rojevê dûr

Devliken Kelogirî

 

Li Stenbola xopan pêjna biharê tê.

Tav bi awayekî fedîyok di nav pêlên ewran de bi me re dimizice,

henûn henûn, germ germ.

Hêdî hêdî em ê himbêza xwe ji demsala kêfê re vekin.

Bi hevalan re vexwarina bîrayê li ser wan gomeyên perava Modayê,

rêwîtîya yûnisan,

senfonîya qaqlîbazan

û hevmêtina evîndarên xam…

 

Li Serheda min meytê min sêwî ma,

hêleke min Mûş,

hêleke min Varto;

tikîtenê li ser wê berfê,

ji serî heta binî di pirika bêwelatîyê de asê mam.

Û ji Edîrneya xopan tîpên nameyeke bêbext mîna baranê bi ser meytê min de barîya,

ez nuh bi mirina xwe hisîyam,

dilê meytê min bi min şewitî.

 

Ez ê rabim kincên xwe li xwe bikim û xwe berdim perava Uskudarê.

Ji wir jî li vapûrekê siwar bêm

û di bin senfonîya qaqlîbazan de ez ê xwe bigihînim Karakoyê.

Heger bû qismet, ez ê parîyeke nan bixwim, heger nebû qismet jî, mîna pisîkên sikakan ez ê çavên xwe li derîyekî bigerînim.

 

Zîhnîyeta li ser mirîyên xwe digirî, pesnê xwe bi kuştina zarokên xelkê dide

û derdikeve parsa girî.

Girî li girîyê wan diheyire,

hêsir naxwazin veguherin girî.

Û xwe bi xwe bi derewan bi awayekî xapînok bi ser hev de digirîn.

Sîyasetvan, rojnamevan, hunermend û sporvanên wan ên welatperwer ku eskerîya xwe bi pereyan kirîne û fîşekek tenê neteqandine, li ser xwîna şehîdan silav û sloganên qehremanî didin û diavêjin.

Û li ser her xanîyekî xirbe alayeke sor daliqandî ye;

ji bin wê alayê feqîrî, rebenî, belengazî difûre.

Dev dilê xwe dikin û diqîrin:

“Bila dewleta me sax be!”

Kezeba wan xwe li devê wan diqewimîne,

diran xwe bi hevdu dişidînin bi fermana tirsê.

Û hest ji bedenan koç dikin,

hêdî hêdî, roj bi roj kêm dikin,

heta dibin kulmeke xwelî.

 

Ji Karakoyê ez ê ber bi Taksîmê ve rapelikim, xwe li nav pêlên însên biqewimînim û çavên xwe li hin belengazên kurd bigerînim.

Heger wan belengazan jî piştî vekişîna ji sînoran teva penaberên sûrîyî xwe li sînoran neqewimandibin.

Ya rast, ji bo kurdên êdî hew karin ji ber vê sîstema faşîst serbest tevbigerin, derketina derveyî sînoran jî tercîhek e.

Û bi min, ne dûrî aqilan e jî.

 

Piştî şoreşa medyaya civakî, sitranbêjên medyaya civakî jî dest bi şoreşê kirin û bêyî kedekê bidin li ser keda kedkaran rûniştin.

Dengekî ne xweş,

terzeke beradayî,

hestên nuhbalix,

quretîyeke teres,

vîzyoneke pûç

û sendroma dilbijandina kultura dagirkerî.

Ji zîhnîyeteke genî, sitranbêjên kurmî za,

mixabin!

Û mêrên civaka nêrdest ku tenê di xewnan de li tahma orgazmê dinerin û li ber bêhna navranan gêj dibin, xwe dihetikînin-pesnê wan didin,

bê eyb û bê fedî…

 

Li ser wan gomeyên perava Modayê,

Meriv diqerime piştî demekê,

hestîyên qûnê li ser pişta wan gomeyên cemidî û hişk pûç dibin.

Û mîz di hewarê de tê.

Çendî vexwarina bîrayê ji bo hinekan himalî be jî,

ji himaltîyan ez ji himaltîya bîrayê hez dikim.

Û berî ez ji bîr bikim, bi navê “Kürt Hamal” Mucahît Bîlîcî jî lêkolîneke sosyolojîk kiribû û wek berhem xistibû xizmeta me himalên kurd.

Erê, Mucahît Bîlîcî bi helwest û nerîneke populîst, yên xizmet ji sîstema tirk re dikirin bi himaltî pênase kiribû, lê ew bi xwe jî yek ji wan himalan bû.

Qey zêde di bin barê xwe de betilîye, loma nehatîye bîrê…

 

Xwendekarên ku piştî “pêvajoya aştî û çareserîyê” li beşên Kurdolojî yên zanîngehên Tirkîyeyê dest bi xwendina lîsans û master û doktorîyê kirin,

ji bîr dikin ku,

ew zimanê xwe fêrî wî dikin, jixwe zimanê me ye û em pê dijîn,

em dipeyivin,

em difikirin,

em dixwînin,

em dinivîsînin,

Yanî, mîna Christopher Columbus, hûn ji nû ve Amerîkayê keşif nakin.

Û hewce nake hûn bi zimanê xwe yê hîn nuh hayê we jê çêdibe, hûn rabin xwe li ser serê me qure bikin.

Belkî hûn xwe nabînin, lê hûn pir beloq xuya dikin

û kenê guran bi we tê.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Devliken Kelogirî

Li zanîngeha Beykentê a Stembolê di beşa Sînema-Televîzyonê da dixwîne. Bi esilê xwe va ji Mêrdînê ye. Niha karê sînemayê û televîzyonvaniyê dike. Fîlmekî wî a bi navê "Xof" heye û herweha bi navên "Doxînsistîzm" û "Xwelîserîzm" du pirtûkên wî çap bûne.

Qeydên dişibine hev