
Bi rûsî dibêjin: ”Нет худа без добра”.
Wergera wê a bi kurdî ha ye:
”Hîç bedbextîyek bêy xweşbextîyê nabe”.
Îzbata vê gotina kûrfikir di bawerîyên yek ji ronakbîrên me
yê jîr û zîrek Zikrî Musa da xuya dibin…
Nivîskar Zikrî Musa li ser rûpela xwe ya taybet ya Facebookê behsa erênî û neyînîyên vîrûsa ”Corona” dike û dibêje:
”Corona” dikare me bitirsînê û bêhêvî bike û bixe kûratiya xemgîniyan de.
Dikare bêbaweriya li nav me de zêdetir bike û me berev xwe xwestiyê ve nizm bike.
Dikare me dudil bike û erdê re rast bike û dikarê wiha bike hîç tiştekî jê fêr nebîn.
Her wiha behsa erênîyên vîrûsa ”Corona”yê dike û dibêje:
”Corona” dikare jî me fêrî bîhnfirehî û hedar û xweparêzî û pabendbûnê bike.
Dikare wiha bike mirov dosttir bibîn û ruhê yarmetîdana hevdû û evîniya welat li kûrahiya dilê me da geştir bike.
”Corona” dikare wiha jî bike ku zêdetir ji mirov û xalên wê yên lawaz û bihêz têbigihîn û jê fêr bibîn.
Dawiyê de Zikrî Musa dibêje: Li destê me da ye ”Corona”, çi li me bike û berev kû ve me bibe…
Riataza