Bîranînên xweş ji zarotîya min

Bîranînên xweş ji zarotîya min

XOÇVANA DEMA MİN

Serhad Adar

Gurre gurra ewrên reş bû, şilîyek destpêkir û xanîyên gûnd dilop dikirin …. Paşê ewir bela bûn, hewa sayî bû, keskesor derket û bi heft rengan ezmanê gûnd xemiland.
Gûndîyan digotin: Her kî di binê keskesorê da derbas be, mêr be dibe jin, jin be dibe mêr
Zarokên gûndê Xasê li bêderê dilîstin, qîre qîra wan bû.

MİSTO, MİSTO
DOXÎN SİSTO
DÎK LÊXİSTO
ÇAV DERXİSTO

Danê nîvro bû, Silêmanê dû nikil (Dîk Silêman) salê carekê dihate gûnd. Dîsa zarên gûnd bi yek dengî diqêrîyan:

SİLÊMANÊ DU NİKIL
ÇÛ REWANÊ ŞİXUL KİR
HEYA ZİVİRÎ
JİNA WÎ MİR, NİFİR KİR…

Çend roj şûnda jî ji Erzurumê boşe dihatin (ew jî beşeke mirtivan bu, ji wan ra ”boşe” jî tê gotin. Bi tirkî xeber didan, kesî ji tirkîya wan fem nedikir). Bi tevî kerê xwe va dihatin, weke karwanan. Li ser kera heqîbek hebû, di her heqîbekî da dû heb vî alî, dû heb jî wî alî serê çar zarokên por kurkirî dihate xûyanê. Şinge şinga dengê zengilên ûstîyê keran bû. Li cîkî cîwar dibûn, çadir vedigirtin, eleg, bêjing hildidan û diçûne nêçîra gur û rovîya. Ne bi girêdayî axê bûn û jîyana wan di nava koçertîyê de derbas dibû…

Jinê wan xweyî roleke girîng bûn, mal bi mal digerîyan, ard û ceh tov dikirin. Di destê wan da şiveke dirêj hebû, kûçikê gûnd newêribûn nêzî wan bûna. Sûret sor bûn, porzerîn (çur) bûn.

…..
Hinek kesên bê edeb zarê gûnd berî ser wan didan, heqaretî didane kirinê:

POŞE POŞE
KERÊ DİDOŞE
NÎVÎ VEDİXWE
NÎVÎ DİFROŞE

ZEWACA BÊ DİL…
De waxta keç û xortek bizewicandana, bûk û zava li hev nas nedikirin… Piştî xwazgînîyê, dema li hev dikirin, mehra wan dibirîn û dikirin xanîyekî… Şoşman (Birazava) alîkarê zavê bû, derdiket ser xênî, li hîvya çareserkirina pirsgirêkê bû (bi hevrebûna bûk û zava), ger dema mizgînîya xêrê bihata, li pişta xwe da demança xwe derdixist, teqe teqa gulla va milet kerr û gêj dikir û çerez bela dikir.

Li pişt derî jî berbûyek hebu, guhê xwe dagirtibu, ka bûk û zavê karê xwe qedandin… Û paşê çarşefekî sipî li ser çend dilop xwîn (lêborînê ji we dixwazim) rûspîya bûkê nîşanî jina dida, ew jî li ber vê yekê kêfxweş dibûn.

Li gundekî deverê mêrikek hebû, navê wî Efraîm bû, teze zewicî bu… Ji ber nezanîya xwe şaşitîyek kir (dema ku bi hevra şa dibûn) jinik bi xwe va çu (biborin), xwîna pezekî jê çû. Ew birine Qersê, doxtor tûnebû, zor gîhandin nexweşxaneya Erzurumê. Jinik li ber mirinê zor filitî û heya dawîya emrê xwe nîvcecan ma… Her roj digirîya û nifir li xwe, malbat û mêrê xwe dikir.
Mixabin jîyana wê demê gelek zor û zehmet bû…
Her çîrokek dibe mijara roman û fîlman…

ZADOYÊ PURTO teze zewicî bû, jina xwe hez dikir. Hinek kesên belengazê hişê xwe jê ra digotin “Serjinikê belengaz”, qerf û tinazê xwe pê dikirin.

Lê Zado navê jina xwe hilnedida, digo “Qîza Misto”. Navê jina wî Zerqelem bû û carna pesna jina xwe dida digot: -Xwedê çi heq e, qîza Misto xwarinekê çê dike, tû tilî û pêçîyê xwe pê ra dixwî…

Hire hira gûndîya bû, pê dikenîyan.

Xwarina Zerqelemê kelandina goşt û kartola bû… Bi rastî jî xwarineke temsar bû, wek dibêjin goşt di alîkî da diçû, av di alîyê din da, lê tu were hezkirinê binêre, xwarina temsar kiribû xwarina temxweş…

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev

1 Şîrove

  1. Hıkoyé Muxlis

    Keké Serhed Adar, ez te pîr pîroz dikim kû te ew çiroké herema Xoçvané aqesa baş nivisandiye. Ez gelek keyfxweş bûm û kenana zıké min qelişi. Tu her hebi…

    Te û riataza pîroz dikim,jî were serkeftin dıxwazim.

Şirovekirin hatine girtin.