Hişmendiya Neteweyî û Êzdî

Hişmendiya Neteweyî û Êzdî

Şemsettin Işıklı

 

Xaleke bingehîn ya ”Pêlkurd”ê ev e: ”Ji ber vê yekê ye ku em ji pêkve jîyanê, pêkve jîyana Kurdistanîyan fahm dikin. Di serdema em tê de dijîn forma bihevre jîyanê dewletbûyin e. Dewletbûyin ji bo tevaya pêkhateyên Kurdistanê hiqûqê bihevre jîyanê ye.”

Êzdî hem pêkhateyeke Kurdisanê û hem jî pêkhteyeke neteweyê kurd e. Pêkhate çi ye? Hemû tiştên ku tiştek jê pêk hatiye. Êzdî li Kurdistanê dijîn û Kurdistan welatê wan e û netewayiya wan kurd e. Gava ku em neteweyê kurd wek laşekî bifikirin her pêkhateyek jî wek parçeyekî wî laşî ye, yanê netewe ji pêkhateyan pêk tê û dibe yekîtiyek. Gava ku parçeyek ji wî laşî arîşeyekê jiya, bi sedemekê êşiya an felaketekê derbas kir, laş bi tevayî wê arîşe, êş û felaketê di xwe de dijî û ev jî hişmendiya neteweyî ye. Aliyekî hişmendiya neteweyî jî ew e ku ji hemû pêkhateyên xwe re hestiyar e.

Êzdî tenê ji alî bawermendî ve ji pêkhateyên din yên miletê kurd cuda ne. Lê ji alî neteweyî, ziman, çand, folklor, kevneşop û dîrokê ve cudatiyeke din tune ye. Mixabin, rastiyeke me ya dîrokî ye ku aniha jî didome, êzdî ji ber bawermendiya xwe hem ji hindur ve û hem jî ji derve de rastî arîşeyên mezin hatine, komkujî jiyane, zilim dîtine û neheqiyên nedîtî li wan hatiye kirin. Helbet sedemên van birînên kûr bêdewletiya kurdan û hovîtiya dagirkeran e. Dagirkeran ev cudatiya biçûk baş bi kar anîne lê lawaziya hişmendiya me jî rê li ber wan xweş kiriye.

Hişmendiya me ya neteweyî li ser me ferz dike ku em hay ji hemû taybentmendiyên pêkhateyên miletê xwe hebin, li hestiyariyên wan miqate bin û di rêya tekoşîna welatê xwe de çandeke hevbeş di nav xwe de ava bikin. Û divê hestiyariyeke me ya xurt jî ji bo hestiyariya êzdiyan hebe.

Neteweperwerî ew e ku em hemû pêkhateyên xwe hembêz bikin, hestiyariyên wan di nav xwe de bihewînin, çandeke bi hev re xebatê ava bikin, huqûqeke bihevrebûyînê çêbikin û pireke bihevbaweriyê înşa bikin.

Ez wisa difikirim ku ola êzdiyan, mishefa wan ya pîroz ji ber ku kurdî ye, asîmîlekirina wan ne hêsan e, hebûna wan bi awayekî garantiya hebûna miletê kurd e. Ji ber wê jî, ew zêdetir di hedefa êrîşên jenosîdal ya dagirkeran de ne.

Lazim e em di meseleya êzdiyan de hişmendiya xwe ya neteweyî bilindtir bikin.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev