Pirtûkek ji Weşanên “Rûpel”ê: ”Nameyên Nûredîn Zaza”

Pirtûkek ji Weşanên “Rûpel”ê: ”Nameyên Nûredîn Zaza”

Amadekar: Mahmûd Lewendî-Nedîm Baran

Amadekarên belgepirtûkê ev berhem di sedsalîya nemir Nûredîn Zaza de derxistine. Sipas dikim, ji bo wan û wî karê pîroz di ber çand û zimanê Kurdî û hişmendîya danasîna şexsîyetên dîrokî yên Kurdan de.

Jîyana her rewşenbîrekî Kurd, zana û sîyasetmedarekî Kurd, dewlemendîyek ji hişmendîya dîroka Kurdistanê ye. Serpêhatîyên wan, berxwedana wan, merc û rewşên ku rûbirû bûne, tije dersên dîrokî ne û pêşeroja me ronî dikin. Dersên dîrokî derdixin ber me, ku em ji wan dersan bigirin. Ev dewlemendîyên çand û dîroka me ne. Xebatên bi vî rengî, hişmendîyek dîrokî a netewa me tomar dike û derdixe ber me. Ji ber wê jî ev biryara Weşanxaneya Rûpelê ku soz dide:

“Ji ber wê wek Weşanên Rûpelê em di vî warî de xwedî li ronakbîrên xwe derdikevin û vê yekê ji xwe re wek mîsyonekê dibînin. Piştî weşandina bîranînên Îsmet Şerîf Wanlî û Şerefettin Kaya, weşandina nameyên Nûredîn Zaza jî paçeyek (perçeyek) ji vê mîsyona me ye.”.

Karekî pîroz e. Ez hêvî dikim ku wê derfet her di destê wan de bimîne, ku bikaribin vê mîsyona xwe bidomînin.

Jîyana Nûredîn Zaza mîna jîyana Kurdistanê ye. Perçe perçe ji hev belawela, di bin koç, surgûn û talanan, êş û di bin qolincên jîyaneke bê rawestandin de meşîyaye. Geh ketîye zîndanên dijmin, geh ji bona nekeve destê dijminan xwe veşartîye, geh welat bi welat gerîyaye. Di nav xizanîyeke rewşenbîrî a bê îmkan de derbas bûye. Lê Nûredîn Zaza ti carî dev ji doza xwe, dev ji heval û hogirên doza xwe bernedaye. Her bi wan re têkildar, li ber xwe daye, ku xizmetekê bigihîne vê doza pîroz. Ev pirtûka ku ji nameyên Nûredîn Zaza, bo Hoşeng Sebrî (Kurê Osman Sebrî) û Hemreş Reşo re, nimûneyek ji van têkilî û hewlên kurdewarî yên Nûredîn Zaza ne.

Jîyana Nûredîn Zaza, li ser esasên parastina zimanê Kurdî, çanda Kurdî û doza Kurdistanê, bi hişmendîyek Kurdistanî, mejû zelal û bi biryar, bê rawestandin meşîyaye. Bêîmkanî, xizanî, koçberîya welat bi welat çavê wî netirsandîye û her xwedî li zimanê xwe, armanca xwe û heval û hogirên doza xwe derketîye.

Nûredîn Zaza, stûnek ji çanda me, ji zimanê me, ji doza me û ji hişmendîya dîroka Kurda ye. Dîrokek tije berhem li pêy xwe, ji miletê Kurd re hiştîye.

Nûredîn Zaza, di 1919 an de, li navçeya Madenê (Bakurê Kurdistanê) hatîye dinê. Di berxwedana 1925 an de şeş salî ye. Ji malbateke şareza û xwedî îmkan e. Di berxwedana 1925 an de, li navçeya Madenê ji terefê dewleta tirkan ve 30 kurdperwer tên girtin. Di nav wan girtîyan de bavê Nûredîn Zaza Yusuf Beg, birayê Nûredîn Zaza yê mezin Dr. Nafiz Beg, apê wî Osman Beg jî heye.  Apê Nûredîn Zaza Osman Beg, dema ku têt girtin û dibin, di kolana sereke ya bajarê Madenê de diqîre û dibêje, “Bijî Şêx Seîd!”

“Leşkerên dewleta tirkan wî tazî dikin, bi darekê ve girê didin, ava sar lê dikin û wê rojê heta serê sibê wî wilo dihêlin. Apê Nûredîn Zaza, Osman Beg di wê sur û sermayê de, ber destê sibê şehîd dikeve.”.

Bi van boranên ser Kurd û Kurdistanê re, nedîyarîya jîyaneke perçe perçe û ji hev belawela derdikeve ber Nûredîn Zaza û birêyê wî yê mezin Dr. Nafiz Beg. Dr. Nafiz Beg 18 mehan di zîndanê de dimîne.

“Di sala 1927 an de li Tirkîyê hilbijartinên beledîyeyan çêdibin, Dr. Nafiz wê demê li Dîyarbekirê ye. Dr. Nafiz Beg ji bo Madenê tê hilbijartin û dibe serokê beledîyeya Madenê û dest bi kar dike. Lê di 1928 an de hikûmeta tirkan hemû şaredarîyên Kurdistanê betal dike. Dr. Nafiz Beg jî vedigere Dîyarbekirê.

Nûredîn Zaza xwendina xwe a sereteyî li Madenê kuta dike û di 1929 an de ji bona xwendina navînî tê Dîyarbekirê ba birayê xwe Dr. Nafiz Beg.

Zor û zilma dewleta tirkan, kontrola wan li ser Dr. Nafiz Beg didome. Şert û mercên wan, ku li Amedê bijîn, roj bi roj zahmettir dibe. Di Îlona 1930 de, Dr. Nafiz Beg, li gel birayê xwe Nûredîn Zaza bi qaçaxî derbasî binxetê (Rojavayê Kurdistanê) dibin. Wê wextê Sûrîyê di bin destê Fransizan de ye. Pêşî li Helebê, paşê jî diçin li Şamê bicîh dibin.

Li Şamê nasîna wan bi Ekrem û Qedrî Cemîl Paşa, Celadet û Kamûran Bedirxan û gelek kurdên têkoşer re destpê dike.

Nûredîn Zaza li Sûrîyê tê girtin. Piştî tê berdan derbasî Başûrê Kurdistanê dibe. “Li Zaxoyê tê girtin. Piştî çar mehan wî dişînin Kampa Amarayê ku li başûrê Bexdadê ye. Piştî demekê tê berdan û vedigere Sûrîyeyê.”

“Nûredîn Zaza diçe Beyrûdê û li unîversîteya Fransî dixwîne. Piştre diçe Swîsreyê li Lozanê xwendina xwe dewam dike.”

“Di 1949an li gel hin kurdên din, bi navê ‘Civata Şagirdên Kurd li Ewrûpa’ komeleya xwendekaran datîne. Ew dibe serokê komeleyê. Ev komele bi navê Dengê Kurdistan/Voix du Kurdistan kovarekê derdixe.”

“Di wê navberê de Nûredîn Zaza doktora xwe jî temam dike û di 1956an de vedigere Sûrîyeyê. Di 1957an de li gel Osman Sebrî û Reşîd Hemo Partîya Demokrat a Kurd li Sûrîyê datîne û dibe serokê vê partîyê.”

Nûredîn Zaza jîyanek bextewar, tije hişmendîyên tayên dîrokî li welatê xwe, li dervê welat, bê rawestandin meşandîye. Kar û xebatên miletê xwe bi heval û hogirên xwe re têkildar, bi hestekî kurdewarî û bi mînak meşandîye.

“Li pêy xwe li gel gelek berhemên hêja, ev nasîhet jî ji kurdan re hêla:

Gelî kurdan, heke hûn naxwazin ji hev tarûmar bibin, wenda bibin, heke hûn dixwazin bi rûmet û serbilindî bijîn, berî her tiştî bi zimanê xwe bixwînin û bidin xwendin!” 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev