MAÇKAR

MAÇKAR

Berhemeke delal ji weşanxaneya LÎSê

SALİH YILMAZ

Maç dîreksîyonê haletê cotkirinê ye. Destê maçkar bi maça kotanê ve ye û li gorî rewşa erdê û xetê carinan wê radike, carinan wê ber bi erdê ve dike û carinan wê bi alîyê rastê û çepê ve dike. Bi gotineke din, maçkar rêveberê karê cotkirinê ye.

Di vê romanê de jî Herdem dibe maçkara gund û gund bi rê ve dibe. Ji xwe karê cotkirinê bê hodax nabe û hodaxên maçkarîya Herdemê jî Bişar û Bedîh û Rûmet in. Herdem dixwaze maçkarîya jinan li gundên derdora xwe jî belav bike û çi ji destê wê û hodaxên wê tê dike.

Gava xwendevanên mêr romana Maçkar bixwînin, dibe ku mêrbûna wan ji wan re bibêje: “Ma dibe, mêr hodaxîya maçkarîya jinekê bikin?” Ji xwe armanca nivîskar jî ev e ku bi romana Maçkar, maçkarîya jinan bike tiştekî ji rêzê.

Maç dîreksîyonê haletê cotkirinê ye. Destê maçkar bi maça kotanê ve ye û li gorî rewşa erdê û xetê carinan wê radike, carinan wê ber bi erdê ve dike û carinan wê bi alîyê rastê û çepê ve dike. Bi gotineke din, maçkar rêveberê karê cotkirinê ye.

Di vê romanê de jî Herdem dibe maçkara gund û gund bi rê ve dibe. Ji xwe karê cotkirinê bê hodax nabe û hodaxên maçkarîya Herdemê jî Bişar û Bedîh û Rûmet in. Herdem dixwaze maçkarîya jinan li gundên derdora xwe jî belav bike û çi ji destê wê û hodaxên wê tê dike.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev