Nameyên evînî – 118

Nameyên evînî – 118

Xwendevanên delal, em beşa xwe a bi navê “Nameyên evînî”, bi rêberîya nivîskara malpera me Nura Şane berdewam dikin.

 

Hûnê di nivîsên Nurayê da evîna ser asta bilind, paqij, wek ava çavkanîyan zelal hîs bikin, a here giring jî, bi zimanê dayîkê.


Belkî dijwarîya here mezin di vê beşê da ev be: -Emê çawa bikin ku evîna mezin û erf-edetên kal û bavan li hev bikin, bi hev ra bikemilin û rêya xwe a bextewarîyê bibînin?

 

Hêvîya me di çareserîya vê pirsê da ew e, ku evîna mezin herdem rast e, madem rast e, gerekê bi ser keve.

 

Em îro nameyên evînî çap dikin, ku ji Nura Şane a delal ra hatine şandin. Ew ne tenê bi pênûsê hatine nivîsar, lê bi dil, ruh û hîsan va jî.

 

¤¤¤

Nura min! Bawer im, ku tu niha jî Nura min î. Dema mirov gelek dixwe an jî vedixwe, dû ra pê diêşe. Dema mirov zêde kar dike, diweste û pê diêşe. Dema mirov ji yekî pir hez dike, bi wê wisa xuya dibe, ku canê wê diêşe. Lê di rastîyê da ew ne êş e. Ew êşeke cuda ye, êşa evîna mezin e.

Wek ku mirov berî diranê xwe derxe, pêşî derman dikê bona nerv bimirin, êşeke giran texmîn dike, dû ra rehet dibe. An jî dema yek di şêr da birîndar dibe, dewsa birînê bi spîrtê paqij dikin, birîn zêdetir diêşe, lê dû ra rehet dibe. Nizanim bo çi min ev nivîsî. Belkî ji bo wê, ku bi te ra bim. Belkî jî bêjim, ezê îro herim welatekî din û ji te bi dûr dikevim û ezê bêrîya te bikim. Belkî jî ji bo wê, ku dixwezim biêşim. Êşa ji bo te gelek xweş e.

 

¤¤¤

Bêy Nura xwe çiqas vala me…

 

¤¤¤

Ez nizanim çi me, lê zanim ku ez Kezîreşa xwe wisa hez dikim û ew hezkirin ji min ra bextewarîyê tîne.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev