Şerma reş û ecêba giran e mirov zimanê xwe nizanibe

Şerma reş û ecêba giran e mirov zimanê xwe nizanibe

Gulnara Sulhedîn Ahmedova

Gelek kurd hez dikin bêjin, ku jimara me li cihanê çend deh mîlyon e, bêy ku ji xwe pirs bikin, ka ew reqem çi dide me.

Van dawîyan ez teglîfî dewateke kurdî kirim û xwestin ku ez li wira behsa giringîya axaftina bi zimanê kurdî bikim û bi kesên vexwendî ra tenê bi kurdî bipeyîvim. Min daxweza wan ji dil pêk anî.

Li herêma Almatîyê gelek dever hene, ku kurd lê dijîn. Navê devera ku ez çûmê Ûştobê bû. Ez berê neçûbûm wir, heta min nizanibû, ku li wira kurd dijîn.

Wana sala 1944an ji Gurcistanê sirgûnî Qirgizistanê kiribûn, a ecêb jî ew e, ku ew xwe bi nav dikin wek xelkên Batimê, Acarîyayê û di sere wan da wisa rûniştîye, ku Batim û Acarîya du warên cuda ne. Lê di esilê xwe da Batim paytextê Acarîyayê ye. Lê ew careke din tûşî neheqîyê bûn, piştî bûyerên Celalabadê yên di navbera miletan da, pey pêncî salan ra, ango sala 1999an, cîguhastî Qazaxistanê bûn. Ya balkêş ew e, ku çi jî hebe, ew ser hev, gorî erf-edetên xwe, bi eşîra xwe ra tevayî dijîn.

Kurdên Gurcistanê piranî navçeyên Ûştobê da nêzîkî hev dijîn, gorî gotina niştecîyên wir, jimara kurdan li deverên Dzêrjînskê, Krasnîy Vostokê, Frûnzêyê weke 7-8 hezar e. Bi vî awahî wana karibûye erf û edetên xwe yên bi sedan salan biparêzin. Ewana bi dostanî bi rûsan, qazaxan, çeçenan ra dijîn. Li dewatê hemû şa dibûn, ku birazava û berbû qazax bûn.
Miletê vira bi xwîdana enîya xwe ebûra xwe dike. Karê wan piranî heywanxwedîkirin û pincarçandin e.

Lê ez dixwezim behsa bûyerê bikim: li vir pirsgirêka axavtina bi zimanê kurdî heye. Pêwîstîya xebateke ciddî li vir heye, ku nûnerên miletê me bi zimanê dayîkê bipeyîvin. Em bi hêvî ne, ku dema dersdayîna zimanê kurdî di dibistanên vira jî cî bigire, ew pirsgirêk bi demê raw ê bê çareserkirinê. Erê, wana bi hewaseke mezin va di govendê da direqisîn, gorî edetên milet hereket dikirin. Ew kurd bûn, lê derheqa miletê xwe da kêm tişt zanibûn. Nifşên mezin kurmancîyeke bi zimanên rûsî û qazaxî ra tevlihevkirî zanibûn, lê nifşên nû ji wana kêmtir zimanê dayîkê zanibûn. Xebateke ciddî lazim e bo xanaskirinê û xwenaskirin jî wê bibe xwehezkirin, xwehezkirin jî wê bibe bingehê hezkirina ji zimanê xwe.

Ez rastî kulfeteke navsere hatim, pir cetin bû ez ji zaravê wê fêm bikim. Ewê got, ku li Gurcistanê ji dayîk bûye û gotineke ecêb xweş got, ku pêşîyên wê ji Dêrsimê ne. Cil û bergê wê jî ne mînanî yên wan kurdan bûn, ku li Qeşqebûlaxê diman. Min wisa fêm kir, ku ew ji wan kurdan e, ku di salên 1937-1938an da, dema bûyerên bi qetil li Kurdistana Bakur revîne, xwe avîtine Gurcistanê.

Dîroka me ji me ra dibêje ku ew Gelkujîya Dêrsimê bû. Di wan demên hewar û gazîyan da leşkerên tirkan serhildana bi serokatîya Seyid Riza hincirandin, milet qetil kirin, ku piranîya wan bi dînê xwe va Elewî bûn û Zaza bûn. Gorî malûmatîyan, weke heftê hezar niştecîyên sivîl yên am û tam hatine kuştin…

Bûyerên ha diltazîn herdem jî hatine serê miletê minî bedbext. Ew yek di bîranînan da, di kilaman da, di pirtûkan da hene.

Min xwend, ku Erdogan lêborîna xwe xwestîye bona bûyerên li Dêrsimê, lê ew ewqas ne ji dil bûn, ku her kesî texmîn dikir, xwesma kurdên Dêrsimê bawerî bi lêborînên wî nedianîn.

Wisa derdikeve, ku kurdên li navçeya Taldîkorganê diman, ji zureta wan kesan in, ku ev zulm dîtine. Dibe zaravê wan jî zazakî be û ew elewî bin. Xuya ye yek ji wan sebeban ku zimanê xwe jibîr kirine ew bûye, ku li der û dorên wan kesên bi zazakî biaxivîyana tunebûne.

Pirsgirêk di wê da ne, ku di dibistanên me da dersdayîna zimanê kurdî tune, pirtûkên dersan, mamosta jî tunene. Eva yeka bona her miletekî cîyê xemgînîyê ye. Em gerekê rewşa xwe bidine ber çavan, dîroka xwe bizanibin û gorî wê jî hewil bidin zanebûna zimanê dayîkê ji vê rewşa malwêran derxin.

Sala 1937an kalikê min – Keremê Elî di wan salên giran da bona kesên sirgûnbûyî li berîstanê ji keviran, qisîlan û xwelîya kaxçînê dibistan çê kir. Demên pir dijwar bûn, lê wê dibistanê bona kesên sirgûnbûyî rê vekir berbi rojên ronahî.

Wext buhurî, hema bêje sedsalek derbaz bû, dibistan bi awayekî serketî karê xwe dimeşîne. Ji wê dibistanê gelek kesên binavûdeng û bona milet kêrhatî derketine.

P.S. Ne herdem e, ku fikira nivîskar û redaksyona malperê li hevdu digire…

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev