KONFEDERASYONA XALDA (BIANÎ-ÛRARTÛ)

KONFEDERASYONA XALDA (BIANÎ-ÛRARTÛ)

Amadekar: Xerzî Xerzan

 

….Weke berê de hate gotin, Rêxistina Xalda an jî Ûrartû di sedsala 9-em de ji hêla êlên Naîrî ve hate damezirandin. Armanc rizgarbûna ji pergala dagirkerî û mêtîngerîyê bû û ev êlên Naîrî yekbûna xwe ava kir û bi vî awayî bi ser ket. Wan dewletek bihêz û berfireh ava kir û li piranîya Kurdistana îroyîn bûn desthilatdar.

Navê dewleta wan, ji ber navê yekxwedayê wan XALDA, wek XALDA, navê wan jî wek XALDA-Î (XALDÎ) hatîye nivîsandin. Anku ew xwe wek “gelê Xalda” bi nav kirîye. Hin belgeyên kevnar de tê dîtin ku her wiha ji xwe re gotine “Bianî”. An ku BAN-Î.. Ban jî di kurdîya îroyîn de wateya bilindahî dide…

Lê weke ku di Tewratê de hatîye nivîsandin, biyanî û êlên cînar wan wek ÛRARTÛ anku welatê bilind bi nav kirîye. ARARAT jî, ji vî navî tê. Lewra UR di zimanê Sumeran de wateya bilindahî û gir dide. Ûrartû jî wateya welatê bilind dide. Xaldî di bilindahîyên Serhedê û Botan de bi cih bûn, lewma jî wiha hatine binavkirin.

Peytexta wan di pêşî de Melazgir û piştî jî wek Tûşpa tê zanîn lê anegorî lêkolînên dawîn ên zanyar Charles Burney, ê ku di warê lêgerînên Xalda-Ûrartû de otorîteyê herî navdar e, peytexta wan a herî kevnar Misasir an ku derûdora Gevera îroyîn e. Dîsa dihat zanîn ku zimanê wan ji zimanên Horrî ye lê dîsa anegorî Burney piştrast dike, Xalda-î xwerû Arî ne û di destpêkê de ev çand xwe daye qebûlkirin. Lê dîsa weke ku beşa Naîrîyan de hate gotin, ev her du çand disa hevkarîya xwe didomînin. Bi taybetî di warê çandinî, avdanî û xweparastinê de pêş ketine û li Kurdistanê bûne hêzeke sereke.

Derketina wan ji Misasir e û ber bi bakûr û rojava ve berfireh bûne û şaxek ji Naîrîyên Arî bûne. Ji ber vê yekê, Xalda-î an jî Ûrartû ne wek proto-kurd, lê wek Naîrîyan ew jî divê wek kurd bên qebûlkirin. Îsbata herî mezin jî ev e ku, hê jî di çanda kurdên êzdî de cihên ku Xalda-î jiyîne û desthilatdar bûne wek “Welatê Xaldan ” tê pênasekirin û ji demên kevnar heta dema me a îroyîn ev nav tê bikaranîn. Weke din, rîtûelên olî yên êzdîyan û Xalda-î-yan gelek dişibin hev du û hebandina yekxweda xala sereke ye.

Bilêvkirina peyvên XALDA û XWEDA jî her weha. Di dîroka kurdên êzdî de, yek ji êlên herî pirjimar êla Xalda ye û weke laboratûarek zindî hê jî hene, dijîn û xwedî li mîrateya Xaldan-Ûrartû derdikevin û xwe wek nevîyên wan dihesbînin. Û dîsa hêjayî gotinê ye, ew deverana ku Xalda-î berê sê hezar salî tê de jiyîne û şaristanîyek ava kirine, îro jî ax û erdên kurdên êzdî yên Xaltaî ne… Heta sala 1840-an li vê deverê, Mîrgehîyeke bi navê XALTA hebû lê ji hêla Osmanî ve hate rûxandin. Mîrê dawîn ê vê rêxistinê Mîrzikê Zaza yê navdar e.

Dewleta Xalda-Ûrartû di salên 630-an de, li hember êrîşên Kîmmer û Skîtan têk diçin û ax û dewleta wan digihîje MEDan. Ev yek weke îttîfaqek jî dikare bê xwendin, lewra desthilatdarîya kurdan tenê dest diguherîne. Ji Xaldan ber bi Medan ve, ên ku her du jî anegorî dîroknasîyê wek kurd tên zanîn….

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev