NEZANÎ YAN REBENÎ

NEZANÎ YAN REBENÎ

Husên Duzen

Li civakên paşdemayî nezanî, wek astengî derdikeve pêşberî pîkoliyên ji bo pêşketinê. Li gel ku gelek caran sedemên nezaniyê bi xwe jî deshilatdariya hêzên biyanî ye jî, nezanî wek astengî li pêşberî dînamîkên civakê xwedî hêzeke taybet e. Li gelek welatan, ji ber nezaniyê piştî serxwebûnê jî civakeke ku karibe pêşeroja xwe durust bike, nikarîbû bihata avakirin.

Kesên mîna Cegerxwîn ku ne tenê ceger bi xwîn, lê dil şewitî jî bûn, di berhemên xwe de her bal kişandine ser nezaniyê. Ev jî destnîşan dike ku nezanî ji hemû civakan bêtir neyarê herî mezin e li pêşber civaka kurd.

Van rojan hin peyvên Şivan Perwer li ser medya civakî bi dorfirehî tên gotûbêjkirin. Perwer, di hevpeyvîneke bi televizyona NRT re hizrên xwe yên derbarê Abdullah Öcalan de pêşkêş kiribûn; li gor wî Öcalan wek serokê tevgera kurd xwedî cihekî taybet e. Berovajî kesên mîna Şêx Seîd, Qadî Muhammed an jî Seyid Riza ku xwedî taybetmendiyek olî yan jî civakî bûn, Öcalan ji nav gel derketiye, zanista Marksizmê xwendiye, lema ew serokekî kurdan î taybet e ji bo Şivan Perwer. Lê di hevpeyvîna xwe de ne tenê serokên berî Öcalan biçûk û Öcalan bilind dike hozanê binavûdeng, di ber re jî pesnê Mustefa Kemal dide. Dibe ku ew yekem kesayetiya kurd î xwende be ku Mustefa Kemal wek “Atatürk” bilêv dike û kirinên wî yî li dijî “feodalîzmê” dipesinîne.

Piştî ev hevpeyvîn belav bû, zêdeyî  6 000 bîrawer, xwende, xwedîpênûs û çepikvanan ew hevpeyvîn ecibandin û li ser medya civakî ji dest hev revandin.

Bêguman vê bûyerê bala çend dilxwazên doza Kurdîstanê jî kişand, lema gotinên Şivan î jor ji alî gelek kesan ve hatin rexnekirin. Bêguman di nav van rexneyan de peyvên ku divê nehatana gotin jî hatin bikaranîn. Ger em van awerteyan ji nav derxin, kêmzêde ev xalên rexneyê dimînin:

  • Şivan, bi şêweyê bahskirina kesayetiyên kurdîstanî ew biçûk rêdane, rola wan î sembolîk ji bo kurdan û fedekariya wan a ji bo Kurdistanê nedîtiye.
  • Abdullah Öcalan, ew pesn heq nekirine, ji ber piştî hat girtin, xwedî li nirxên kurdan derneket û ew felsefeya ku xwendibû jî ne felsefeyeke ku mirovatî ji nîrê bindestiyê rizgar kiriye.
  • Peyvên ji bo “Atatürk” jî ne tenê çewt in, lê tawanek in jî, ji ber ku ew tiştê ku Şivan wek “feodalîzim” bi nav dike, beşek jê tevgerên rizgarîxwaz bûn ku bi destê deshilatdariya hîngê hatin pelçiqadin.

Belê, niha hûn dibêjin, tiştê Şivan kir û yê ku jê re li çepikan xistin, an li ser medya civakî ecibandin, nezanî bû, lê ka rebenî li ku ma?

Hûn jî mafdar in, ji ber ku nezanî û rebenî ne heman tişt in, lê xwedî wateyeke zahf nêzîkî hev in.  Ger hûn ji min bipirsin, gotinên Şivên ne tenê ji nezaniyê dizên, lê ew encamê rebeniya wî ne jî. Ger ne ji rebeniyê ba, dê bi şêweyekî bi biryar Melle Mistefa jî bixista nav wan serokên berî serdema Abdullah Öcalan. Ew ji derve hiştiye, ji ber ku zarok û neviyên Melle Mistefa li beşekî Kurdistanê desthilatdar in. Herweha pesnên Marksizmê jî ji rebeniyê tên, ji ber ku zanisteke modernîst a wek Marksizmê tu carî pirsgirêka gelên bindest nexistiye programa xwe. Îcar ku hozanekî gelekî bê dewlet rabe li dijî serokê tevgera xwe ya rizgarîxwaz biaxive, lê pesnê teoriyeke mîna Marksîzmê bide, ji rebeniyê pê ve çi tîne bîra mirov? Herçî pesindana Mustefa Kemal e, ew ne tenê ji rebeniyê tê.

Bi hêviya ku ev gotûbêja li dar bibe sedem ku em bi hev re bidin û bistînin, bêyî ku em nîqaşê daxin asteke şexsî û bibêjin ka Şivan hozanekî mezin e yan yekî biçûk e.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Husên DuZen

Wek bijişk di beşa norolojî de kar dike. Di ber re jî wergerên wêjeyî dike. Berî fakulteya bizîşkîyê bixwîne, fakulteya aborî jî qedandibû.

Qeydên dişibine hev