Serxweşîya Yekîtîya kurdên Qazaxistanê

Serxweşîya Yekîtîya kurdên Qazaxistanê

Em heznî ne

Derbeke giran li civaka kurdên Komara Qazaxistanê ket, ewledekî miletê meyî qenc, endamê Şêwra salmezinan ya Yekîtîya kurdên Qazaxistanê ”Berbang”, ronakbîrekî meyî berbiçav Şeyahmedê Ahmed Elîyev di temenê 61 salîyê da çavên xwe li cihanê girt.

Şeyahmedê Ahmed, ku bi şîrinayî jê ra Şaxo jî digotin, 13ê çileya pêşin sala 1959an li devera Zarya Vostoka li rex bajarê Alma-Atayê ji diya xwe bûye. Piştî temamkirina dibistana navîn dikeve zaniştgeha mîmarîyê, pişt ra dibe avakarê xanîyan. Weke 30 salan karê karsazîyê kirîye, pêşekzanekî bêhempa bû.

Ew herwiha endamekî aktîv yê Yekîtîya kurdan a ”Berbang”ê bû, di hêla çapkirina rojname û kovara bi zimanê kurdî da herdem jî alîkarîya aborî kirîye. Bona xebata xwe ya kêrhatî û kardar bi hurmetnameyan û nameyên razîbûnê va hatîye xelatkirin.

Ew bavekî xemxur û dilovan bû, gelek zar û nevîyên xwe bi ruhê welatparêzîyê perwerde kirine.

Bîranîna wî wê herdem di dilê me da bimîne.

Em serxweşîyê didine serokê pêşin yê Yekîtîya ”Berbang”ê, profêsor Ezîzê Zîyo Bedirxan û hemû hezkirîyên wî bona wefata Şeyahmedê Ahmed.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev